ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN

* Di vê serdema ku ber bi hilbijartina zordest ve diçe de, di 16 salên îktîdara AKP’ê de jin mehkûmî saziya malbatê hatin kirin û hîn bêtir bi polîtîkayên şidet û zayendîparêz re rû bi rû man. Di serdema AKP’ê de istismarkirina zarokan ji sedî 700 zêde bû û ji ber şidetê jî 14 hezar û 293 jin hatin kuştin. 

* Muhammed Çakiral, derhênerê belgefîlma “Kirlangiçlar Susamişsa” ku çîroka gundekî li hemberî HES’an ji bo parastina xwezayê têdikoşe vedibêje, got: “Eger em çand jiyana bi hev re û jiyaneke mirovane pêk neyînin, em ê hemû tune bibin.” 
 
* Dema hevşaredara Pasûrê Sadiye Surer Baran sewqî Girtîgeha Jimare 2 a Osmaniyeyê hat kirin, heqaret lê hat kirin û lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. 
 
* Teşkîlata AKP’ê ya Yenîşehîrê, li welatiyê bi navê Erdal Bozkûrt ku bi KHK’ê ji kar hat avêtin geriya û jê xwest di hilbijartinê de ji bo AKP’ê bixebite. 
 
* Şaredariya Mezin a Dîlokê ji bo deynê xwe bide, qadeke 250 hezar metrekare ya Parka Çandê ya Ataturkê ya 100. Yil’ê pêşkeşî îmarê kir.
 
* Parlementerê ANAP’ê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, biryara hilbijartina zordest nirxand û got, ev yek “darbe” ye. Erdogmûş, diyar kir ku lê belê mirov dikare vê yekê veguherîne “firsend”ê û got: “Eger mixalefet bi namzetekî baş têkeve hilbijartinê, dê di tûra ewil de bi ser bikeve.” 
 
* Li Colemêrg û navçeyên wê 3 salin qedexeyên ku dewam dikin, careke din jî dema wan hat dirêjkirin. Serokê Komeleya Xwezayê ya Cîlo Trekîngê Fîkret Yaşar bertek nîşanî qedexeyan da û anî ziman ku di zagona xwezayê de qedexe tune ye û 3 salin cotkarî, turîzm û sporên xwezayê darbeyeke mezin dixwin. 
 
* Kazim Danyelî (60) bi salan di karê înşatê de xebitî û boyaxvaniyê kir. Pişt re eleqeya wî li hember tembûrê çêbû û di 35 saliya xwe de li atolyeyek tembûrê wek şagirt dest bi kar kir. Piştî salan bû hosteyê tembûrê. 
 
* Hevserokê HDP’ê yê bajêr Şahabettîn Işik, diyar kir ku ji bo pirsgirêkên Kolaceliyê ev hilbijartin xwedî girîngiyek mezin û got: “Em di ferqa van hemû neyîniyan dene û em ê di çarçoveya daxwazên gel de xebatên xwe yên hilbijartinê bi rêve bibin.” 
 
*  Aysel Ozdemîr li jinan guhdar kir û pirtûka bi navê “Mezopotamya’nin Kirgin Çiçekleri” derxist. Ozdemîr diyar kir ku êşa jinê li derdora wê kaşkiriye nivîsandinê û got: “Nivîsandin bi serê xwe raperînek e. Min xwest ez bi pênûsa xwe li hemberî zilmê rawestim.” 
 
* Civaknasê Êzidî Azad Bariş, diyar kir ku ji avakirina Komarê heta niha kurd wekî "dijminê hundir" hatine dîtin û wiha got: "Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Ocalan ji bo hemû mexdûrên komara Tirkiye sîwan e. Dewletê heta niha kurd wekî dijmin dîtiye. Pirsgirêkê bi qedexeyan dest pê kiriye. 
 
* Şirnexiyan diyar kir ku ew ê êrîş û çewisandinên ku bi salan e li wan tên kirin ji bîr nekirin û dê biçin ser sindoqan. Şirnexiyan bersiva daxuyaniya Wezîr Mehmet Ozhasekî ku gotibû “Em ê li Şirnexê ji sedî 99.9 deng bigirin” dan û gotin: “Em ê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin.” 
 
* Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim dê li Qesra Serokomariyê bên cem hev. 
 
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî li Rihayê û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li Îdirê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gel ziyaret bike. 
 
* Danişîna doza  JÎTEM'ê ya Qoserê dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.20)
 
* Danişîna doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya 21'ê Adara 2017'an de  ji aliyê polîsan ve hat qetilkiri dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00) 
 
* Danişîna doza Necmettin Fendik yê li Geverê polîsan bi ser mala wî de girt û li malê qetil kirin dê li 2'yemîn Dadgeha Asliye Ceza ya Geverê bê dîtin. (10.35)
 
* Danişîna doza cînayetên Enes Ata yê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî ku di bûyerê 28'ê Adara 2006'an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)  
 
* Malbatên Roboskê yên zarokên wan di komkujiyê de hatin qetilkirin dê çalakiya xwe ya heftane berdewam bikin. (16.00) 

Sernavên din

27/04/2018
13:36 Ji Baroya Enqere kampanya hilbijartinê: ‘Her dibistanek û parêzerek'
13:06 Kelûpelên DÎHA û JINHA derxistin ber firotinê
12:49 Di 'Doza KCK'ê ya çapemeniyê' de daxwaza derketina derve hat redkirin
12:02 Hevserokê HDP'ê Temellî li Qoserê ye
11:52 Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 73’emîn serî li Dozgeriyê dan
11:37 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatên çalakiyên hemwext
11:18 KCD'ê 1'ê Gulanê karker û kedkaran pîroz kir
10:57 Eugene Schoulgin: Pergala Tirkiye dîktatoriya demokratîk e
10:09 3 sal e bi guleya polîsan dijî, lê doz venabe
09:57 Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin
09:21 Tama hezaran salan: Raxistî
09:20 Rêveberên HDP û DBP’ê: Dîlok ji hilbijartinê re amade ye
09:19 Rêxistinên Kedê: Ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye
09:18 Partiyên siyasî yên Edeneyê: Em ê qezenc bikin
09:17 Ji ber nameya siyasetmedarên girtî xwendin lêpirsîn hat destpêkirin
09:17 Ji ber rewşa heyî 3 salin Mîhrîcana Avaspî nayê lidarxistin
09:16 Erdogan ferman da: Li şûna ku qada hêşîn bê çêkirin, dê mizgeft bê çêkirin
09:16 Dê bi sirûda ‘Soman’in Bulutlari’ di 1’ê Gulanê de bibin dengê karkeran
09:15 Meşa Beklevîç di roja 12’an de ye: Dê gel Erdogan di sindoqan de veşêre
09:14 Eliaçik: Ez li pişt gotinên xwe me, tiştên hatin kirin derî mirovahiyê ne
09:13 Parêzerê Alayumat: Nexwe pirsgirêk ne wêne ne, perspektîfa muxalif e
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN
26/04/2018
17:30 Qeyûmê Sûrê ji bo bibe wekîlê AKP’ê îstîfa kir
16:45 Şandeya HDP’ê li Rihayê rastî eleqeyek mezin hat
16:15 Faîlên Enes Ata û Mahsum Mizrak beraet kirin
16:06 Ji bo Mamoste Ayşe daxwaza 'serbestiya bi kontrol'
16:01 Mem Ararat: Ji hunera min nefretê dikin
15:25 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike
15:05 Temellî: Efrîn dê talankeran defin bike em jî dê îktîdarê defin bikin
14:35 Akin Atalay beşdarî Nobeta Edaletê bû: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
14:30 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em di 1’ê Gulanê de li Gundogduyê ne
14:11 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîran în
14:11 Birayê Kurkut: Dadgeh tevî ew qas delîlên zelal dê bi kijan delîlên îkna bibe?
13:46 'Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em li benda we ne’
13:45 HDP’a Şemzînanê starta hilbijartinê da
13:43 Polîsê Fendîk kuşt: Em fermanan bi cih tînin
12:39 Li Edeneyê cînayeta kar: Karkerê penaber jiyana xwe ji dest da
12:34 Dozek din li Hevseroka KCD'ê Guven hat vekirin
12:28 Kesek li Riha hat binçavkirin
12:22 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê cara 14’emîn hat taloqkirin
12:12 Turkyilmaz: Xaza Tirkiye ji sedî 99.5 girêdayî derve ye
11:43 Bîlgen: Di tûra duyemîn de, dê destê me xurtir bibe
11:23 Şêxmaqsud ji bo çareseriya Sûriyeyê mînake
11:17 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 750 serlêdan kirin
11:06 Dadgehê daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut red kir
10:47 Doza Kemal Kurkut dest pê kir
10:06 Nûnerên saziyên Dersimê: Divê muxalefet di bloka demokrasiyê de hev bigire
09:55 Texsîvanên Amedê ji ber zema benzîn û mazotê taksîmetre girtin
09:31 Şirnexiyan bersiva gotina ‘ji sedî 99.9’an da: Li benda 24’ê Hezîranê bin
09:30 'Di zagonên xwezaye de qedexe tune ye'
09:30 Erdogmuş: Ger muxalefet namzetekî baş nîşan bide dê di tûra ewil de bi ser bikeve
09:29 Şaredarî ji bo deynê xwe parkê difiroşe
09:28 Bi KHK’ê ji kar avêtin, niha jî ji bo hilbijartinê dixwazin ji bo wan bixebite
09:28 Lêgerîna tazî li Hevşaredara Pasûrê ferz kirin
09:27 Derhêner Çakiral: Em jiyanek hevpar ava nekin emê tune bibin
09:26 Di serdema AKP’ê de 14 hezar jin hatin kuştin
09:25 Civaknas Bariş: Bi nijadperestiyê tirk derxistin ezmanan
09:25 Jan û êşa jinan kir pirtûk
09:24 HDP: Em ê di çarçoveya daxwazên gel de bi xebitin
09:23 35 salî fêr bû 25 sal in hoste ye
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN
08:46 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut îro ye
08:30 Li 12 rojnamegeran 62 sal û 11 meh ceza birîn
25/04/2018
18:26 Rojnameger Alayumat nehat berdan
16:18 Di danişîna rojnameger Alayumat de hempîşeyê wî şahidî kir
15:54 Hewldana 78'an ji bo Can 78 daxwazname şandin
14:46 Ji bo parêzerê Ocalan ê got ‘Rêberê Gelê Kurd’ doz hat vekirin
14:39 Doza Nûnerê Cizîrê yê TÎHV'ê ji nûve hat dîtin
14:17 Keskîn: Binçavkirinan ramanên me yên derbarê komkujiyê de nedan jibîr kirin
13:45 'Xeyal Parîs, rastî Sûriye'
12:34 Li Amedê banga mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
12:31 Di HDP’ê de trafîqa hilbijartinê
12:11 Li Wêranşarê ji ber tora civakî 5 kes hatin girtin
12:10 Tirkiye di nava 180 welatan de li pişt 157 welatan e
11:55 Dr. Pekoz: Dê şer li Efrîn, Idlib û El Babê dijwar bibe
11:51 ÎHD’ê xwest Ceylan ê nexweş bê berdan
11:48 Esnafên bazarê: Tu tehma kar nemaye
11:29 Li sêgoşeya Lîcê, Pasûr û Dara Yêne operasyona leşkerî
11:19 Temellî berî hilbijartinê dê Rihayê ziyaret bike
11:03 Mijara şevbihêrkê ‘Teşî’ û ‘Rêwî’ bûn
11:01 Der barê nûçegihanê 1HaberVar de doz vebû
11:00 Miftiyê Silopiyê der barê melayan de îfadeyên sosret da
10:08 Toguç: Yekîtiya neteweyî meseleyek di ser partiyan re ye
09:57 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut sibê ye
09:28 Bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn
09:27 Gundê hevpar ê kurd û ermeniyan: Guzereşê
09:26 Bernameya Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney diyar bû
09:24 ‘Divê artêşa betalan di 1’ê Gulanê de dakeve qadê’
09:24 Ev jî komira hilbijartina zordest e!
09:23 Pêşangeha ‘Xeyal nayên girtin’ li Enqereyê tê pêşandan
09:22 Înîsyatîfa Dijî Rewşa Awarte: Tu ewlehiya hilbijartinê tune ye, lê dê îktîdar winda bike
09:22 HDP’ê tasfiye bike, MHP’ya duyem îkame bike!
09:21 'Bi riya sînemayê em dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê’
09:20 Dîrokzan Hur: Ev ne ‘pêşwext’ û ‘zordest’ e, xespkirina hilbijartinê ye
09:19 Karneya AKP’ê ya 16 salan
09:18 Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê: Zarokan dikin amûra mîlîtarîzmê
09:18 Ji ber lêpirsîna berî 20 salan a qediyayê ji kar avêtin
09:17 Dayik: Kurê min ji gorê derxistin birin ku?
09:16 Navçeyên Wanê ji bo hilbijartinê amade ne