Dr. Pekoz: Dê şer li Efrîn, Idlib û El Babê dijwar bibe

  • rojane
  • 11:55 25 Nîsan 2018
  • |
img
STENBOL –  Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz, der barê geşedanên li Rojhilata navîn û rewşa Tirkiye nirxandin kir û diyar kir ku êrîşa dawî ya hewayî ku li dijî Sûriye pêk hat bi qasî Rusya û Îran peyamek da Tirkiye jî û wiha got: “Di serî de Idlib, Efrîn û El Bab dê têkevin nava şerekî dijwar. Êrîşa li dijî rejîma Şamê, nîşaneya pêşketinên nû ye. 
 
Niqaşên li ser geşedan û pêşketinên li Sûriye didomin. Piştî ku DYA, Îngîlistan û Fransa operasyona hewayî li dijî Sûriye pêk anîn, niqaş zêdetir bûn. Têkildarî geşedanên li Sûriye û rewşa Tirkiye Zanyarê siyasetê Dr. Mustafa Pekoz, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Pekoz, diyar kir ku êrîşa dawî ya hewayî ku li dijî Sûriye pêk hat bi qasî Rusya û Îran peyamek da Tirkiye jî û wiha got: “Di serî de Idlib, Efrîn û El Bab dê têkevin nava şerekî dijwar. Êrîşa li dijî rejîma Şamê, nîşaneya pêşketinên nû ye. Rejîma Esad xwedî potensiyela ku çekên kîmyewî bikar bîne ye. Lê ez bawer nakim ku li Guta cekên kîmyewî bikar anîbe. Hemû mîlîtanên Îslamîst ên li Guta tevî malbatên xwe şandin El Bab û Îdlibê ku di kontrola Tirkiye de ye. Herêma Guta bi temamî radestî rejîma Esad  kirin. Ji ber vê yekê mantixa ku Esad çekên kimyewî bikar bîne tune. Rejîma şer a Sûriye beyî destûra Îran û Rûsya nikare tiştekî wisa bike. Rûsya û Îran destûr nade vê yekê. " 
 
Pekoz, anî ziman ku liv û tevgera Rûsya ya li Sûriye hekîmiyeta DYA bi sînor dike û ji ber vê yekê DYA ji bo kontrola li Rojhilata Navîn winda neke ketiye nava hewldanek wisa. DYA, Îngîltere û Firansa ji bo hêz û kontrola Rusya ya li Rojhilata Navîn têxe bin kontrola xwe operasyonek bi vî rengî pêk anî. DYA bi vê hewldanê peyam da Rûsya Îran û hem jî peyam da Tirkiye. Ji ber ku Îran a li Şamê serdest be di heman demê de dê karibe li Derya Spî jî serdest be. Dê li Derya Spî bibe hêza jeostratejik. Ger ku Îran bibe xwediyê hêzek wisa dê înîsiyatifa hevsengiya hêza Rojhilata Navîn têxe destê xwe. Ev yek ji bo Îsraîl û Erebîstana Siûdî rîskek mezin e. Ji ber vê yekê ev operasyon ji bo Îranê hişyariyek mezin e. Rojek piştî operasyonê li Helebê li barageha Leşkerî ya Îranê teqîn pêk hat û 20 serbazên Îranê hatin kuştin. Ev peyamek pir aşkere ye. Ev operasyon têkildarî stratejiya 'Rojhilata Mezin" ku kijian hêz di kijan astê de cih bigire ye. Di salên dawî de ji bilî stratejiya çekan a Moskova li Îran, Iraq û Sûriye pêş xistiye, li Misir, Erebîstana Siûdî û Katarê jî di qada bazirganiya enerjî û çakan de pêşketinên mezin bi dest xistiye. Ji ber vê yekê Washington destûr nade ku Rûsya ya hêz û bandora wê zêde dibe li Rojhilata Navîn bibe serdest. " 
 
DI NAVBERA HERDU HÊZAN DE TÊKILIYÊN GIRÎNG HENE
 
Pekoz, anî ziman ku di nava van herdu hêzan de li gel nakokî û reqabetê, di nava wan de têkiliyên girîng jî hene û wiha got: "Li pişt perdeyê ev hêz hev dişopînin û venêrtina hev dikin. Ez bawer nakim ku der barê operasyonê de agahiyên berfireh hatibe kirin. Dema em agahî û teknolojiya di destê Rusya û DYA ya leşkerî li ber çavan bigirin, pêdivî tune ku hev agahdar bikin. Her tişt xuya dibe. Piştî vê operasyonê bawer nakim ku Rûsya stratejiya xwe ya li Sûriye biguherîne. Dê piştgiriya xwe ya rejîma Esad bê navber berdewam bike. Dê polîtîkayên DYA Fransa û Îngîlizan bêtir baldar be. Naxwaze hêza xwe ya leşkerî li sûriye winda bike. Ger ku hêza leşkerî winda bike dê Derya Spî jî winda bike."  
 
HÊZÊN DIJBER GOTINÊN TIRKIYE JI BÎR NAKIN Û NÎŞEYA WAN QEYD DIKIN
 
Pekoz, bal kişand ser helwesta Enqere ya piştî operasyona li dijî Sûriye û wiha got: "Daxuyaniya Enqere encama bê polîtîk bûna wan e. Xwe li ber9 çavê Pentagonê şêrîn kir. Peyam da ku dê tev li êla şer a Pentagonê bibe. Lê Rusya ev yek li cem xwe qeyd kir. Nîjeya wê girt. Li aliyê din dema ketin Efrînê digotin dê biçin Minbic û rojhilatê Firatê jî. Ji ber vê yekê her çend operasyona DYA Îngiltere-Fransa raste rast li dijî rejîma Esad be jî di heman demê de peyamê dide Enqere jî.  DYA ku çavê xwe ji operasyona Tirkiye ya li dijî Efrînê re girt, dê li dijî operasyona Menbiçê helwestek pir cuda nîşan bide. Divê Enqere di vî milî de peyama leşkerî û polîtîk stendinbe. Ji ber vê yekê Îktîdara Enqere dê nikaribe li dijî Menbiç û Rojhilatê Firatê operasyonê pêk bîne. Ger Enqere li ser Minbiçê hesabê şaş bike dê bedelê wê yên girantir bide. Piştî van geşedanan krîza navbera Enqere û hêzên korfezê mezin bû. Ya din li Sûriye bi arastekirina DYA re bi Quqetên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê re ketine nava tifaqê. Di demên pêş de dewletên korfesê dê piştgiriyê bidin YPG'ê. 
 
Ger ku li dijî Menbiçê operasyonek pêk bê DYA û Fransa dê bersîvek hişk bidin. Ji bejayî jî Quwetên Sûriyeya Demokratik (QSD) dê bersîv bide. Di vê rewşê de mirov nikare texmîn bike ka dê kengî şerê li Sûriye bi dawî bibe. Li vir hêzên diyarker rejîma Esad û QSD ku navenda wê Kurd in. 
 
Hemû mîlîtanên Îslamîst ên li Guta tevî malbatên xwe şandin El Bab û Îdlibê ku di kontrola Tirkiye de ye. Ji niha de hêzên îslamîst tevî malbatên xwe diçin li Idlib û El Babê bi cih dibin. Nêzî 40 hezar hêzên îslamîst dibe ku di mehên pêş de ji El Babê êrîşî Minbiçê bikin. 
 
Tê payîn ku di demên pêş de li Efrîn, Idlib û El babê şerê dijwar pêş bikeve. Bi taybetî şerê li Efrîn û El Babê ji bo QSD'ê girîng e. QSD ji bo li Menbiçê bibe hêz û Efrinê bi Minbiçê re bike yek dê bi piştgiriya DYA û Fransa operasyon pêk bîne. Ev îhtîmal e. 
 
Şerê ku navenda hêza wan Rusya û DYA bû, têkiliyên xwe yên hêz û tifaqê ji nûve diyar dikin. Ji ber vê yekê rol û rista QSD'ê ya li ser Sûriye pir girîng e. Xuya ye ku li herêmê kî QSD'ê bide pişta xwe dê li herêmê hevsengî û hêz di destê wan de be. Ji ber vê yekê di rojên pêş de xuya ye ku tifaqa di navbera QSD, DYA-Fransa de dê pêtir pêş bikeve. Hêzên Îslamîst ku li El Bab, Cerablus û Azezê bi cih bibin dê hewl bidin êrîşî herêmê bikin. Li djî vê yekê jî QSD dê bersîvê bide û dê şer dijwar bibe. Dibe ku ev şer derbasî herêma Efrinê bibe."  
 
MA / Ferhat Çelik 

Sernavên din

27/04/2018
13:36 Ji Baroya Enqere kampanya hilbijartinê: ‘Her dibistanek û parêzerek'
13:06 Kelûpelên DÎHA û JINHA derxistin ber firotinê
12:49 Di 'Doza KCK'ê ya çapemeniyê' de daxwaza derketina derve hat redkirin
12:02 Hevserokê HDP'ê Temellî li Qoserê ye
11:52 Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 73’emîn serî li Dozgeriyê dan
11:37 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatên çalakiyên hemwext
11:18 KCD'ê 1'ê Gulanê karker û kedkaran pîroz kir
10:57 Eugene Schoulgin: Pergala Tirkiye dîktatoriya demokratîk e
10:09 3 sal e bi guleya polîsan dijî, lê doz venabe
09:57 Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin
09:21 Tama hezaran salan: Raxistî
09:20 Rêveberên HDP û DBP’ê: Dîlok ji hilbijartinê re amade ye
09:19 Rêxistinên Kedê: Ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye
09:18 Partiyên siyasî yên Edeneyê: Em ê qezenc bikin
09:17 Ji ber nameya siyasetmedarên girtî xwendin lêpirsîn hat destpêkirin
09:17 Ji ber rewşa heyî 3 salin Mîhrîcana Avaspî nayê lidarxistin
09:16 Erdogan ferman da: Li şûna ku qada hêşîn bê çêkirin, dê mizgeft bê çêkirin
09:16 Dê bi sirûda ‘Soman’in Bulutlari’ di 1’ê Gulanê de bibin dengê karkeran
09:15 Meşa Beklevîç di roja 12’an de ye: Dê gel Erdogan di sindoqan de veşêre
09:14 Eliaçik: Ez li pişt gotinên xwe me, tiştên hatin kirin derî mirovahiyê ne
09:13 Parêzerê Alayumat: Nexwe pirsgirêk ne wêne ne, perspektîfa muxalif e
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN
26/04/2018
17:30 Qeyûmê Sûrê ji bo bibe wekîlê AKP’ê îstîfa kir
16:45 Şandeya HDP’ê li Rihayê rastî eleqeyek mezin hat
16:15 Faîlên Enes Ata û Mahsum Mizrak beraet kirin
16:06 Ji bo Mamoste Ayşe daxwaza 'serbestiya bi kontrol'
16:01 Mem Ararat: Ji hunera min nefretê dikin
15:25 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike
15:05 Temellî: Efrîn dê talankeran defin bike em jî dê îktîdarê defin bikin
14:35 Akin Atalay beşdarî Nobeta Edaletê bû: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
14:30 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em di 1’ê Gulanê de li Gundogduyê ne
14:11 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîran în
14:11 Birayê Kurkut: Dadgeh tevî ew qas delîlên zelal dê bi kijan delîlên îkna bibe?
13:46 'Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em li benda we ne’
13:45 HDP’a Şemzînanê starta hilbijartinê da
13:43 Polîsê Fendîk kuşt: Em fermanan bi cih tînin
12:39 Li Edeneyê cînayeta kar: Karkerê penaber jiyana xwe ji dest da
12:34 Dozek din li Hevseroka KCD'ê Guven hat vekirin
12:28 Kesek li Riha hat binçavkirin
12:22 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê cara 14’emîn hat taloqkirin
12:12 Turkyilmaz: Xaza Tirkiye ji sedî 99.5 girêdayî derve ye
11:43 Bîlgen: Di tûra duyemîn de, dê destê me xurtir bibe
11:23 Şêxmaqsud ji bo çareseriya Sûriyeyê mînake
11:17 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 750 serlêdan kirin
11:06 Dadgehê daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut red kir
10:47 Doza Kemal Kurkut dest pê kir
10:06 Nûnerên saziyên Dersimê: Divê muxalefet di bloka demokrasiyê de hev bigire
09:55 Texsîvanên Amedê ji ber zema benzîn û mazotê taksîmetre girtin
09:31 Şirnexiyan bersiva gotina ‘ji sedî 99.9’an da: Li benda 24’ê Hezîranê bin
09:30 'Di zagonên xwezaye de qedexe tune ye'
09:30 Erdogmuş: Ger muxalefet namzetekî baş nîşan bide dê di tûra ewil de bi ser bikeve
09:29 Şaredarî ji bo deynê xwe parkê difiroşe
09:28 Bi KHK’ê ji kar avêtin, niha jî ji bo hilbijartinê dixwazin ji bo wan bixebite
09:28 Lêgerîna tazî li Hevşaredara Pasûrê ferz kirin
09:27 Derhêner Çakiral: Em jiyanek hevpar ava nekin emê tune bibin
09:26 Di serdema AKP’ê de 14 hezar jin hatin kuştin
09:25 Civaknas Bariş: Bi nijadperestiyê tirk derxistin ezmanan
09:25 Jan û êşa jinan kir pirtûk
09:24 HDP: Em ê di çarçoveya daxwazên gel de bi xebitin
09:23 35 salî fêr bû 25 sal in hoste ye
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN
08:46 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut îro ye
08:30 Li 12 rojnamegeran 62 sal û 11 meh ceza birîn
25/04/2018
18:26 Rojnameger Alayumat nehat berdan
16:18 Di danişîna rojnameger Alayumat de hempîşeyê wî şahidî kir
15:54 Hewldana 78'an ji bo Can 78 daxwazname şandin
14:46 Ji bo parêzerê Ocalan ê got ‘Rêberê Gelê Kurd’ doz hat vekirin
14:39 Doza Nûnerê Cizîrê yê TÎHV'ê ji nûve hat dîtin
14:17 Keskîn: Binçavkirinan ramanên me yên derbarê komkujiyê de nedan jibîr kirin
13:45 'Xeyal Parîs, rastî Sûriye'
12:34 Li Amedê banga mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
12:31 Di HDP’ê de trafîqa hilbijartinê
12:11 Li Wêranşarê ji ber tora civakî 5 kes hatin girtin
12:10 Tirkiye di nava 180 welatan de li pişt 157 welatan e
11:55 Dr. Pekoz: Dê şer li Efrîn, Idlib û El Babê dijwar bibe
11:51 ÎHD’ê xwest Ceylan ê nexweş bê berdan
11:48 Esnafên bazarê: Tu tehma kar nemaye
11:29 Li sêgoşeya Lîcê, Pasûr û Dara Yêne operasyona leşkerî
11:19 Temellî berî hilbijartinê dê Rihayê ziyaret bike
11:03 Mijara şevbihêrkê ‘Teşî’ û ‘Rêwî’ bûn
11:01 Der barê nûçegihanê 1HaberVar de doz vebû
11:00 Miftiyê Silopiyê der barê melayan de îfadeyên sosret da
10:08 Toguç: Yekîtiya neteweyî meseleyek di ser partiyan re ye
09:57 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut sibê ye
09:28 Bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn
09:27 Gundê hevpar ê kurd û ermeniyan: Guzereşê
09:26 Bernameya Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney diyar bû
09:24 ‘Divê artêşa betalan di 1’ê Gulanê de dakeve qadê’
09:24 Ev jî komira hilbijartina zordest e!
09:23 Pêşangeha ‘Xeyal nayên girtin’ li Enqereyê tê pêşandan
09:22 Înîsyatîfa Dijî Rewşa Awarte: Tu ewlehiya hilbijartinê tune ye, lê dê îktîdar winda bike
09:22 HDP’ê tasfiye bike, MHP’ya duyem îkame bike!
09:21 'Bi riya sînemayê em dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê’
09:20 Dîrokzan Hur: Ev ne ‘pêşwext’ û ‘zordest’ e, xespkirina hilbijartinê ye
09:19 Karneya AKP’ê ya 16 salan
09:18 Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê: Zarokan dikin amûra mîlîtarîzmê
09:18 Ji ber lêpirsîna berî 20 salan a qediyayê ji kar avêtin
09:17 Dayik: Kurê min ji gorê derxistin birin ku?
09:16 Navçeyên Wanê ji bo hilbijartinê amade ne