Karneya AKP’ê ya 16 salan

  • rojane
  • 09:19 25 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - AKP di 16 salên îktîdara xwe de, ji aboriyê bigire heta polîtîkayên derve, ji tenduristiyê bigire heta ekolojiye, ji mafên mirovan bigire heta demokrasiyê welat ber bi krîzeke kûr ve biriye. Dê li Tirkiye di nêvengeke krîziyî de di 24’ê Hezîranê de hilbijartinek zordest pêk bê. 

Bi tevkariya MHP û AKP’ê biryara hilbijartineke zordest hat dayîn ku dê di 24’ê Hezîranê de pêk bê. Her çend îtifaqa AKP-MHP’ê ji bo vê biryara hilbijartinê wekî hincet “pirsgirêka bekaya dewletê” nîşan bide jî, di asasê xwe baş tê zanîn ku mesele “krîza rêveberiyî” ye. Jixwe karneya 16 salan a AKP’ê vê rastiyê bi awayekî aşkere derdixîne holê. 
 
REWŞA AWARTE LI TEVAHIYA WELAT BELAV BÛ 
 
Di sala 2002’yan de dema AKP bû îktîdar, wehda wê ya herî girîng ew bû ku dawî li Rewşa Awarte (OHAL) ku di sala 1987’an de ket dewrê û heta 2002’yan dewam kir bîne. Bi biryara meclîsê dawî li Rewşa Awarte ya li 13 bajarên kurdan anî. Lê belê di sala 14’an a îktîdara xwe de vê carê Rewşa Awarte li tevahiya Tirkiyeyê belav kir. Dema Rewşa Awarte hat îlankirin hat daxuyandin ku dê 3 mehan jî nedome, lê belê heta niha 7 caran dema wê hatiye dirêjkirin. Di dema Rewşa Awarte de 30 Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin derxistin û bi van KHK’yan nêzî 120 hezar kedkarên cemaweriyê ji karê xwe bûn û bi “sererastkirin taşeronê” nêzî 120 hezar karkerên taşeronî ji karê xwe bûn. 
 
BETALÎ KÊM NEBÛ, KARKER MEHKÛMÎ MIRINÊ HATIN KIRIN 
 
AKP dema bû îktîdar dîsa wehd kiribû ku ew ê “betalîbûnê” biqedîne. Lê belê di 16 salên îktîdara wê de hejmara karkerên ku di cinayetên karî de mirin gihaşt 22 hezaran. Her wiha li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), di sala 2002’yan de rêjeya betaliyê ji sedî 10.3 bû, lê belê di meha Çileyê ya 2018’an de ev rêje ji sedî 10.8 e.Dîsa hejmara karkerên taşeronî ku di sala 2002’yan de li dor 387 hezaran bû, niha 2 milyon derbas kirine. 
 
HEJMARA MAMOSTEYÊN KU TAYÎNA WAN NAYÊ KIRIN 5 QAT ZÊDETIR BÛ 
 
AKP, sozên xwe yên ji bo tayînkirina mamsoteyên tayîna wan nayên kirin jî bi cih neanî. Dema hejmara mamosteyên tayîna wan nayê kirin 72 hezar bû, AKP li qadên mîtîngan digot “Dê di serdema hikûmeta me de hemû mamoste bên tayînkirin”, lê belê niha hejmara mamosteyên tayîna wan nayê kirin bûye 430 hezar. Her wiha hejmara kesên zanîngeha qedandine û betal in jî nêzî milyonekê ye. 
 
DEYN ZÊDE BÛN 
 
Tevî betaliyê, rewşa aboriyê jî tarûmar e. Her çend bê gotin ku deynê IMF’ hatiye dayîn, lê belê di sala 2002’yan de deynê Xezîneyê yê derve 242.7 milyar bû, di meha Kanûnê ya 2017’an de heman deyn bû 876.5 milyar. 
 
LÎTREYA MAZOTÊ 5 LÎRE DERBAS KIR 
 
Yek ji wehdên AKP’ê yên 2002’yan jî ew bû ku ji bo istikrara cotkaran ew ê bihayê mazot, gubre, tov û dermanên çandiniyê kêm bikin û ji bo amûrên teknolojîk tevdîran bigirin. Lê belê di 16 salan de bihayê mazotê 4 qat zêdetir bû. Di sala 2002’yan de lîtreya mazotê 1.303 lîre bû, lê di sala 2018’an de 5 lîre derbas kir. 
 
COTKARAN HEQÊ KEDA NXWE NESTEND 
 
Li gel vê rewşê, bihayên gubre jî her çû zêdetir bû. Di sala 2002’yan de tona gubre bi 162 hezar lîreyî bû, lê belê di meha Çileyê ya 2018’an de tona bû 750 lîre. Her wiha bihayê berên ku cotkar hildiberînin jî erzantir bû. 
 
ERDÊN ÇANDINIYÊ KÊM BÛN 
 
AKP ku bi polîtîkaya “Pêşvebirina cotkaran, rakirina pêdarê ya çandiniyê” ket rê, taliya talî ev polîtîkaya wê jî bû fiyasko. Di sala ewil a AKP’ê de hejmara cotkarên tomarkirî 2 milyon û 765 hezar bû, lê belê di sala 2017’an de ev hejmar daket 2 milyon û 267 hezaran. Yanî li Tirkiyeyê nêzî 500 hezar cotkar dev ji çandiniyê berdane û her wiha nêzî 3 milyon hektar erde çandniyê jî bûn qurbanê înşeat, rê, santralên termik, santralên jeotermali û hwd. Her wiha heman polîtîka sewalvanî qedand. Bihabûna êman, qedexekirina zozanan û li mêrgan rêvekirina li ber îmarê hejmara heywanan jî kêm kir. 
 
QÛRÊN DOWÎZÎ REQOR ŞIKANDIN 
 
Di sala 2002’yan de qûra dolar 1.505 lîre bû, lê belê niha herî dawî qûra dolar bû 4.09 lîre. 
 
Yek ji qadên ku AKP pê pesnê xwe dide jî qada tenduristiyê ye. Lê belê her çû ev qad jî rûxiya. Bi projeya “Veguherîna Tenduristiyê” ya Wezareta Tenduristiyê re, derbasî pergala performansê bû û pergaleke ku qezencê esas digere hat afirandin. Bi vê pergalê re têkiliya bijîşk-nexweş hat astengkirin û rê li ber sepandinên tiba alternatîf hatin vekirin. Bi vê pergala performansê re, di navbera bijîşk û xebatkarên tenduristiyê de pergala reqabetê hat afirandin û dema muayeneya nexweşan daket 10 deqîqeyan û ev yek jî rê li ber teşhîsên xelet vedike. 
 
Her wiha heman tişt di qada perwerdehiyê de jî rû didin. AKP’a ku wehd kir ew ê perwerdehî bi temamî bê heq be, heta niha 6 caran pergala perwerdehiyê guherand. Hemû pergalên hatin guherandin her yek ji ya din xerabtir bû.
 
AKP’ya ku ji hilbijarên xwe re diyar kir ku wê di navbera wan û cînarên wan de tu pirsgirêk nemînin, her çû pirsgirêkên bi cînaran re zêdetir bû. Hat wê radeyê ku hema bêje niha ji bilî Azerbaycanê pêvtir navbera Tirkiyeyê û tu welatên cînar nebaş e. Her wiha piştî “Bihara Ereban” ku li Rojhilata Navîn dest pê kir ev polîtîkaya ku digot wê pirsgirêkên bi cînaran re nemînin, veguherî “polîtîkaya şer.” Piştî li sûriyeyê pevçûn û şer rû dan, li cîhanê Tirkiye wekî welatekî ku alîkariya DAIŞ, El Nûsra û rêxistinên bi vî rengî dike hat naskirin. Her wiha tirkiye li sûriyeyê pêşî di ser xeta Cerablûs-Ezazê de û paşê li Efrînê êrîşî kurdan kir. Piştî êrîşan Tirkiyeyê li Sûriyeyê wekî welatekî dagirker hat pênasekirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

27/04/2018
13:36 Ji Baroya Enqere kampanya hilbijartinê: ‘Her dibistanek û parêzerek'
13:06 Kelûpelên DÎHA û JINHA derxistin ber firotinê
12:49 Di 'Doza KCK'ê ya çapemeniyê' de daxwaza derketina derve hat redkirin
12:02 Hevserokê HDP'ê Temellî li Qoserê ye
11:52 Li Stenbolê operasyona binçavkirinê
11:44 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 73’emîn serî li Dozgeriyê dan
11:37 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatên çalakiyên hemwext
11:18 KCD'ê 1'ê Gulanê karker û kedkaran pîroz kir
10:57 Eugene Schoulgin: Pergala Tirkiye dîktatoriya demokratîk e
10:09 3 sal e bi guleya polîsan dijî, lê doz venabe
09:57 Amediyan: Kî dê di sindoqan de, bê veşartin em ê bibînin
09:21 Tama hezaran salan: Raxistî
09:20 Rêveberên HDP û DBP’ê: Dîlok ji hilbijartinê re amade ye
09:19 Rêxistinên Kedê: Ev hilbijartina hesab pirsîna ji hikumetê ye
09:18 Partiyên siyasî yên Edeneyê: Em ê qezenc bikin
09:17 Ji ber nameya siyasetmedarên girtî xwendin lêpirsîn hat destpêkirin
09:17 Ji ber rewşa heyî 3 salin Mîhrîcana Avaspî nayê lidarxistin
09:16 Erdogan ferman da: Li şûna ku qada hêşîn bê çêkirin, dê mizgeft bê çêkirin
09:16 Dê bi sirûda ‘Soman’in Bulutlari’ di 1’ê Gulanê de bibin dengê karkeran
09:15 Meşa Beklevîç di roja 12’an de ye: Dê gel Erdogan di sindoqan de veşêre
09:14 Eliaçik: Ez li pişt gotinên xwe me, tiştên hatin kirin derî mirovahiyê ne
09:13 Parêzerê Alayumat: Nexwe pirsgirêk ne wêne ne, perspektîfa muxalif e
09:00 ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN
26/04/2018
17:30 Qeyûmê Sûrê ji bo bibe wekîlê AKP’ê îstîfa kir
16:45 Şandeya HDP’ê li Rihayê rastî eleqeyek mezin hat
16:15 Faîlên Enes Ata û Mahsum Mizrak beraet kirin
16:06 Ji bo Mamoste Ayşe daxwaza 'serbestiya bi kontrol'
16:01 Mem Ararat: Ji hunera min nefretê dikin
15:25 21’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Navneteweyî dest pê dike
15:05 Temellî: Efrîn dê talankeran defin bike em jî dê îktîdarê defin bikin
14:35 Akin Atalay beşdarî Nobeta Edaletê bû: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
14:30 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em di 1’ê Gulanê de li Gundogduyê ne
14:11 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîran în
14:11 Birayê Kurkut: Dadgeh tevî ew qas delîlên zelal dê bi kijan delîlên îkna bibe?
13:46 'Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne em li benda we ne’
13:45 HDP’a Şemzînanê starta hilbijartinê da
13:43 Polîsê Fendîk kuşt: Em fermanan bi cih tînin
12:39 Li Edeneyê cînayeta kar: Karkerê penaber jiyana xwe ji dest da
12:34 Dozek din li Hevseroka KCD'ê Guven hat vekirin
12:28 Kesek li Riha hat binçavkirin
12:22 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê cara 14’emîn hat taloqkirin
12:12 Turkyilmaz: Xaza Tirkiye ji sedî 99.5 girêdayî derve ye
11:43 Bîlgen: Di tûra duyemîn de, dê destê me xurtir bibe
11:23 Şêxmaqsud ji bo çareseriya Sûriyeyê mînake
11:17 Ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 750 serlêdan kirin
11:06 Dadgehê daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut red kir
10:47 Doza Kemal Kurkut dest pê kir
10:06 Nûnerên saziyên Dersimê: Divê muxalefet di bloka demokrasiyê de hev bigire
09:55 Texsîvanên Amedê ji ber zema benzîn û mazotê taksîmetre girtin
09:31 Şirnexiyan bersiva gotina ‘ji sedî 99.9’an da: Li benda 24’ê Hezîranê bin
09:30 'Di zagonên xwezaye de qedexe tune ye'
09:30 Erdogmuş: Ger muxalefet namzetekî baş nîşan bide dê di tûra ewil de bi ser bikeve
09:29 Şaredarî ji bo deynê xwe parkê difiroşe
09:28 Bi KHK’ê ji kar avêtin, niha jî ji bo hilbijartinê dixwazin ji bo wan bixebite
09:28 Lêgerîna tazî li Hevşaredara Pasûrê ferz kirin
09:27 Derhêner Çakiral: Em jiyanek hevpar ava nekin emê tune bibin
09:26 Di serdema AKP’ê de 14 hezar jin hatin kuştin
09:25 Civaknas Bariş: Bi nijadperestiyê tirk derxistin ezmanan
09:25 Jan û êşa jinan kir pirtûk
09:24 HDP: Em ê di çarçoveya daxwazên gel de bi xebitin
09:23 35 salî fêr bû 25 sal in hoste ye
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2018'AN
08:46 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut îro ye
08:30 Li 12 rojnamegeran 62 sal û 11 meh ceza birîn
25/04/2018
18:26 Rojnameger Alayumat nehat berdan
16:18 Di danişîna rojnameger Alayumat de hempîşeyê wî şahidî kir
15:54 Hewldana 78'an ji bo Can 78 daxwazname şandin
14:46 Ji bo parêzerê Ocalan ê got ‘Rêberê Gelê Kurd’ doz hat vekirin
14:39 Doza Nûnerê Cizîrê yê TÎHV'ê ji nûve hat dîtin
14:17 Keskîn: Binçavkirinan ramanên me yên derbarê komkujiyê de nedan jibîr kirin
13:45 'Xeyal Parîs, rastî Sûriye'
12:34 Li Amedê banga mitînga 1’ê Gulanê hat kirin
12:31 Di HDP’ê de trafîqa hilbijartinê
12:11 Li Wêranşarê ji ber tora civakî 5 kes hatin girtin
12:10 Tirkiye di nava 180 welatan de li pişt 157 welatan e
11:55 Dr. Pekoz: Dê şer li Efrîn, Idlib û El Babê dijwar bibe
11:51 ÎHD’ê xwest Ceylan ê nexweş bê berdan
11:48 Esnafên bazarê: Tu tehma kar nemaye
11:29 Li sêgoşeya Lîcê, Pasûr û Dara Yêne operasyona leşkerî
11:19 Temellî berî hilbijartinê dê Rihayê ziyaret bike
11:03 Mijara şevbihêrkê ‘Teşî’ û ‘Rêwî’ bûn
11:01 Der barê nûçegihanê 1HaberVar de doz vebû
11:00 Miftiyê Silopiyê der barê melayan de îfadeyên sosret da
10:08 Toguç: Yekîtiya neteweyî meseleyek di ser partiyan re ye
09:57 Danişîna doza cînayeta Kemal Kurkut sibê ye
09:28 Bi dehan dêrên Nastûriyan tune bûn
09:27 Gundê hevpar ê kurd û ermeniyan: Guzereşê
09:26 Bernameya Mîhrîcana Fîlman a Yilmaz Guney diyar bû
09:24 ‘Divê artêşa betalan di 1’ê Gulanê de dakeve qadê’
09:24 Ev jî komira hilbijartina zordest e!
09:23 Pêşangeha ‘Xeyal nayên girtin’ li Enqereyê tê pêşandan
09:22 Înîsyatîfa Dijî Rewşa Awarte: Tu ewlehiya hilbijartinê tune ye, lê dê îktîdar winda bike
09:22 HDP’ê tasfiye bike, MHP’ya duyem îkame bike!
09:21 'Bi riya sînemayê em dikarin çîrokên xwe ragihînin cîhanê’
09:20 Dîrokzan Hur: Ev ne ‘pêşwext’ û ‘zordest’ e, xespkirina hilbijartinê ye
09:19 Karneya AKP’ê ya 16 salan
09:18 Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê: Zarokan dikin amûra mîlîtarîzmê
09:18 Ji ber lêpirsîna berî 20 salan a qediyayê ji kar avêtin
09:17 Dayik: Kurê min ji gorê derxistin birin ku?
09:16 Navçeyên Wanê ji bo hilbijartinê amade ne