Girtiyê nexweş ê ku nikare destê xwe bi kar bîne bi mehan e di hucreyê de ye

  • rojane
  • 09:01 12 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Onder Poyraz herî dawî felc derbas kir, nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne û di hûcreyê de tê ragirtin. Hevjîna wî Fîrdevs Poyraz têkildarî rewşa hevjînê xwe wiha got: "Êdî nikare destê xwe yê rastê bi kar bîne û tiliyên destê wî jî tewiyane." 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê binpêkirina mafên girtiyan, îşkence, zext û zordarî her ku diçe zêde dibe. Di encama van polîtîkayan de heta niha bi sedan girtiyên nexweş ji ber ku nayên dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Yek ji girtiyê nexweş ê ku rewşa wî her ku diçe giran dibe jî girtiyê nexweş Onder Poyraz e. Girtiyê nexweş Poyraz, di sala 2016’an de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "parçekirina yekparetiya welat" hat girtin û cezayê muebbeta giran lê hat birîn. Poyraz, di dema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de, bi birîndarî hat binçavkirin. Piştî ku hat binçavkirin û girtin, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û hêj tedawiya wî xelas nebibû, ew şandin Girtîgeha tîpa T a Şirnexê. Poyraz piştî çend salan ji vir sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlîhê hate kirin. Poyraz ê ku ji mafê xwe yê tedawiyê bêpar hate hiştin, di pişta wî de platîn di nav şert û mercên giran ê girtîgehê de li ber xwe dide. Poyraz, ji Qûbînê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2'yan a Dûmlû ya Erziromê hate kirin. Onder Poyraz ê ku di qurçik, ling û pişta wî de nexweşî hene, ji ber nexweşiyan felc derbas kir. Poyraz, ji ber ku nayê tedawîkirin milê wî yê rastê naxebite. Hevjîna Onder, Firdevs Onder a ku di 9'ê tebaxê de (çarşemê) çûye hevdîtina wî ya vekirî der barê rewşa wî de axivî. 
 
'DI HUCREYA YEKKESÎ DE DIMÎNE'
 
Poyraz, diyar kir ku rewşa hevjînê wê ber bi xetereyê ve diçe û wiha axivî: "Destê wî yê rastê berevajî bibû û naxebite. Tiliyên wî jî naxebitin. Rihên destê wî yê rastê xetimîne. Nedikarî bi wî destê xwe silav jî bide. Beriya niha rewşa wî kete rojevê û pişt re rêveberiya girtîgehê bire nexweşxaneyê. Li Êlihê rewşa wî giran bû û birin Erziromê. Heta ku rewşa wî nekete rojevê nibirin nexweşxaneyê. Emara destê wî girtine. Hêj encama emara wî jî dernexistine. Ev 6-7 meh in encamê wê derneketiye. Ji wê demê heta niha nebirine kontrolê û nehatiye dermankirin. Rewşa wî ne çi rewş bû. Destê wî yê rastê naxebite û tiliyên destê wî jî tewiyane. Li ser vê rewşa xwe ya xerab di yek hucreyê de tê girtin û cezayê disîplînê dane wan. Pêdiviyên xwe bi destê xwe yê çepê pêk tîne. Ew jî pir zehmetiyê dikêşine. Her tişt bi destê rastê tê çêkirin lê ew jî nêçariya xwe destê çepê bi kar tîne. Nikare tu pêdiviyên xwe pêk bîne." 
 
'DESTÊ WÎ MABÛ Û EW JÎ ÇÛ'
 
Poyraz, bi lêv kir ku hevjînê wê daxwaz kiriye ku herkes bibe dengê girtiyan û wiha domand: "Onder daxwaz kir ku ev zilm û îşkenceya ku li ser girtiyan tê kirin bi dawî bibe. Heke ku Onder zû bihata tedawîkirin îro destê wî yê rastê dibe ku bixebita. Li tevî ewqas daxwazname û ewqas serlêdanên me jî nebirin tedawî nekirin. Dema ku li Girtîha Êlîhê jî me gelek serlêdan kirin lê encamek jê nestand. Tenê birin revîrê dermanê ku êşê dibire danê. Heke ku biriban nexweşxaneyê û tedawî kiriban îro rewşa wî evqasî giran nedibû û destê wî wisa nedibû. Ji gurçîk, mêlak û pişta xwe nexweşe. Rewşa wî her ku diçe xerab dibe. Destê wî mabû ew jî çû. Îdarekirina wî ya girtîgehê nema. Nikare îdare bike. Heke ku berdin em bi xwe dê lê binêrin. Rê jî pir dûre beriya zarokan dike û ez nikarim her carê zarokan bibim. Rewşa min a çûyinê jî nine. Divê ku demildest bê berdan. Daxwaza me ew e ku bê tehliyekirin û herkes bibe dengê wan."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/08/2023
16:18 Parêzerên Atalay: Li gorî hiqûqê tevbigerin
16:16 Malbata zarokê di berxwedana Rojhilat de hatibû qetilkirin hate binçavkirin
16:08 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
15:56 Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinan: Dixwazin welatiyan krîmînalîze bikin
15:52 Şandeyeke partiyên siyasî çû serdana gundê Qerhêtayê
15:23 Ji KESK’ê çalakiya karberdanê: Bûdçeyê ne ji bo şer lê ji bo karkeran veqetînin
14:52 Uçar: Em û elewî dê bi hev re mil bi mil têbikoşin
14:10 Şaredariya Esenlerê gef li karkeran xwar: Nexwe hûn dê ji nanê xwe bibin
13:57 Karkerên Artemîs Haliyê li dijî zema kêm dest ji kar berdan
13:45 Li Cizîrê ji sedî 30 zem li nan hate kirin
13:42 ÎHD: Êrişa li dijî penaberan bi hestên nîjadperestiyê hatiye kirin
13:35 19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:19 Karaca: Piştî merasîma cenazeyê îşkence li Kişanak hate kirin
12:56 Li Pirsûsê êrişa li dijî dikanê: Esnafek û zarokên wî hatin birîndarkirin
12:49 Ji Weşanxaneya Aramê 8 pirtûkên nû
10:00 Ev 6 roj in ceyrana Qerhêtayê nayê dayîn: Keyayê gund îstîfa kir
09:52 Dîsa zem li benzînê kirin
09:34 ‘Bi birîna daran û şewatan dixwazin Sêrtê bêmirov bihêlin’
09:06 Rojnamevan Taştekîn: Hevdîtina Erdogan û Esad senaryo ye
09:03 Rojnameya Ozgur Gundemê: Zincîra ku nayê şikandin
09:02 Vûral: Diyaloga di navbera kurdan de dikare statuyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2023'YAN
15/08/2023
19:56 Li çoltera gundê Banîsra şewat derket
19:50 Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
19:43 3 gundiyên 5 roj bûn li Tetwanê di bin çavan de bûn hatin girtin
18:16 Li Ceyhanê 6 kes hatin berdan
17:18 Li Rihayê civîna gel: Bi rakirina tecrîdê civak dê bêhnê bistîne
16:31 Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya Wezareta Dadê
16:21 Operasyona li Xîzanê didome: 2 welatî hatin girtin
16:08 Rejîma îranê nahêle lîstikvan Sadeghî bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
15:55 Kedkarên cemaweriyê sibe dev ji kar ber didin
15:11 Platforma Hay a Dêrsimê li dijî ‘qedexeyan’ banga têkoşînê kir
15:03 Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene
15:03 Di kongreya EGE-TUHAYDER’ê de bertek nîşanî tecrîdê dan
14:37 Doza Kobanê: Haya dadgehê ji hejmara miriyan jî nîne
12:51 Gundiyên binçavkirî piştî 5 rojan sewqî dozgeriyê hatin kirin
12:12 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:08 Komxebatên HDP û Partiya Çepên Kesk bi dawî bûn: Divê hemleyeke nû were destpêkirin
11:52 Ji bo binçavkiriyên li Colemêrgê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn
11:11 Pênûsên girtiyê resm xêz dikir desteser kirin
10:27 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin | hate nûkirin
10:19 PWA: Divê dewlet êdî bi Talîbanê re hevkariyê nekin
10:01 Nivîskarê kurd Aktaş: 15'ê Tebaxê bi tena serê xwe şoreşek e
09:47 Li Colemêrgê serdegirtinên malan: Nêzî 30 kesan hatin binçavkirin
09:04 Li Wanê tevî birîna avê jî fatûreyên zêde tên
09:03 Sînemager Bakir: Divê derhenerên kurd xizmeta bişaftinê nekin
09:02 Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên pişaftinê qurs dan destpêkirin
09:01 Du rûyên Sûrê: Îskenderpaşa û Fatîhpaşa
09:00 Rêveberê AFJC’ê: Rojnamevan li dijî zexta Talîban li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN
14/08/2023
23:39 Rojnamevan Maroofian cara sêyemîn hate girtin
22:39 Li Edeneyê ciwanan polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin
21:19 Rojnamevan Şahîn qeza kir
19:19 Wergirtina îfadeyên gundiyên di bin çavan de qediya
18:08 11 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:54 Doza Kobanê: Biryara beraetê di mutalaayê de weke mehkûmiyetê cih girtiye
16:25 Giliyê qirkirina li Akbelenê hate kirin
16:14 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê neçare ku vê bêedaletiyê ji holê rake
15:50 Ustun: Doza Kobanê mudaxileyeke li dijî îradeyê ye
15:11 Rêyên bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatibûn girtin piştî 7 salan hatin vekirin
15:05 Di depoya beravêtiyên keştiyan a Tuzlayê de teqîn: Karkerek mir
15:00 Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên sekinandin
14:59 Şewata li Marînûsê berdewam e
13:26 Ji ber nûçeya ‘hewza bertîlê’ derheqê rojnameger Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin
13:25 Qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bibîranîn
13:07 Gundê Qerhêtayê 4 ev roj in bê ceyran e
12:18 Di teqîna li TMO’yê de kesekê din jî jiyana xwe ji dest da
12:13 Li Amedê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
12:12 Hejmara 44’an a Modernîteya Demokratîk derket
11:53 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘bi tirkî dizane’ parastina bi kurdî nehat qebûlkirin
11:28 Li heman qada Liceyê cara sêyemîn şewat derket: Banga mudaxileya lezgîn
10:53 Li Sûrê dizîna kevirên tescîlkirî û hevkariya sûc a di avahiyên qaçax de
10:04 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
09:56 Li Îzmîrê erdhej
09:51 Komkujiya Dîgorê: Faîl nehatin darizandin
09:03 Înfaza nexweşê penceşêrê Soydan ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:02 Parazvanên mafên mirovan: Em ê bibin dengê Dayikên Şemiyê
09:02 Akça: Li ser Kurdistanê qedexeya firîna taybet tê danîn
09:01 Ji ber operasyonên leşkerî sewalvanî li ber qedînê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2023'YAN
13/08/2023
23:18 Şewata daristanê ya li Mêrdînê hate kontrolkirin
22:16 Şewata ku mudaxile lê nayê kirin, gihişt jîngehan
21:45 Li Dîlokê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:04 Balafira dewleta tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir
20:00 Eşîrên ereban bang kir ku tecrîd bê rawestandin
19:47 Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bilbêsê ya di bin dorpêçê de ye kir
19:31 Welatî li Deriyê Sînor ê Çelê 3 roj in tên sekinandin
18:55 Kişanak: Piştevaniya li dijî êrişan jêveneger e
18:39 Serdana têkildarî şewata li Licê: Şewatên li Kurdistanê jî polîtîk in
18:00 Leşkeran qenal kolan: Gundî nikarin avdanê bikin
17:22 Li bajarokê Sêgirkê şewat derket
16:58 Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan
16:43 Li Qersê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:36 Li qada daristanê ya Mêrdînê şewat derket
16:30 Li Îranê bagera xîzî: 733 kes rakirin nexweşxaneyê
16:09 Ji bo Dîlber Alinak daxuyanî hat dayîn: Çavkaniya tundiyê AKP ye
15:42 Tekîn piştî 30 salan hate berdan: Em bi serbilindî derketin
15:30 Li Mêrdînê wesayîtek gêr bû: 8 kes birîndar bûn
14:30 Şewata îro li Licê di danê sibehê de hatibû vemirandin dîsa dest pê kir
13:45 Operasyona li Tetwanê didome: 2 gundî winda ne