Leşkerê îşkence lê kir li dadgehê derket pêşberî wê

  • rojane
  • 15:59 20 Nîsan 2018
  • |
img

MÊRDÎN - Danişîna doza 50 kesên di qedexeyên li Nisêbînê de hatin binçavkirin û hatin girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran di roja 5'an de berdewam kir. Di danişînê de Ozgur Sevim parastin kir û diyar kir ku leşkerê îşkence li wê kiriye li vir e û xwest bê teşîskirin. Ji ber niqaş derket polîsê li salonê meşiya ser parêzer û gef li parêzer xwarin. 

 
Piştî qedexeyên derketina derve ya li Navçeya Nisêbînê di 26'ê Gulana 2016'an de 50 kes hatibûn derxistin û piştre hatibûn girtin. 50 kesên hatibûn binçavkirin û girtin doz li wan hatibû vekirin. 2’emîn danişîna doza 50 kesan di roja 5'an de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Danişîna îro bi parastina parêzeran dest pê kir. Parêzer Newroz Uysal parastin kir û diyar kirin ku “xweseriya demokratîk" ne tenê daxwaza muwekilen wan ên girtî ye û wiha got: "Di operasyona li dijî bajar de çekên giran hatin bikaranin. Bersûcên ku ji bajar hatin tahliyekirin rastî îşkenceya giran hatin. Ev li dijî hiqûq û qanûna bingehîn e. Di delîlên der barên muwekilên min de şaşî hene. Îdîaname li ser şaşiyan hatiye nivîsandin û amadekirin. Ez dixwazin der barê muwekilên min de ji nûve lêpirsîn bên kirin. Di beşa nirxandinê de diyar dikin ku li cihê bûyerê û kemera nehatine lêkolînkirin. Der barê gelek bûyeran de delîl tune ye. Lê hemû bi dosyayê ve girê dane. 14 muwekilên me di bin îşkenceyê de îfade dane." 
 
Prz. Gulistan Duran jî pirsa 'Der barê bersûcan de kijan delilên giran hene ku ji xala 302’an tên darizandin. Divê delîlên ku pêwiste ji xala 302’an bên darizandin divê dînin holê. Li vir bi armanca tola xwe hilînin darizandinê dikin. Li gorî vê yekê îdîaname hatiye amadekirin. Tu delîlên şênber ên ku muwekilên me sûc kirine tune ye. Kesên îfade dane di bin îşkenceya giran de îfade dane. 
 
Kesa girtî tê darizandin Nurşan Demir jî anî ziman ku ji ber bi kurdî parastin kiriye parastina wê şaş hatiye wergerkirin.  Demir, xwest der barê sûcdariya wê de delîlên şênber dînin holê ku zanibe ji ber çi tê darizandin.
 
Bersûc Mehmet Faruk Engîn ê girtî tê darizandin anî ziman ku îdîanameya îdîaname 2 salin negihiştiye destê wan û wiha got: "Dema ez ji Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Osmaniyê anîm Mêrdîn, ez rastî erîşa 70 gardiyanan hatim. 
 
Prz. Gulbin Şahîn jî anî ziman ku parêzer, malbat û endamên çapemeniyê di ketina salonê de rastî astengiyê tên û ev helwesta heyeta dadgehê rexne kir û wiha got: "Heta li çenteyê me lêgerînê dikin. Ger ku ev helwest wisa bidome ez dê nekevim danişînê. Der barê 2 muwekilên min de delîl ne şênber in. Muwekilê min Mehmet Faruk Engin diyar kir ku îdîanameya wî nehatiye. Ji ber darizandina bûyerê parastina siyasî kirin. Niha tenê ji ber daxuyaniyên şahidan girtî ne û tên tawanbarkirin. Ji bilî vê yekê tu delîl tune ye. Niha Nurşen Demîr dayika 5 zarokan e û her kes wê wekî dayik nas dike. Em dixwazin dosyayên teşhîrkirinê bên lêkolînkirin û lepirsîn. Der barê dosyayê de biryara veşartinê heye. Muwekîlên me li Lîseya Suleyman Bolunmez Teknîkê rastî îşkenceyê hatine. Muwekila min Nurşen Demir dakiya 5 zarokan e. Divê serbest bê berdan." 
 
Ozgur Sevîm jî parastin kir û diyar kir ku dema çû tuwalete leşkerekî serê xwe lê hejandiye û ew leşkerê ku li midûriyeta polîsan îşkence lê kiriye ye. 
 
Girtî Îsmail Yilmaz  jî diyar kir ku îro darizandina wan dê sibê li zanîngehan bibe derst û bê xwendin. Yilmaz, ji heyeta dadgehê pêşniyar kir ku dîroka gelên bindest bixwîne û lêkolîn bike. Em dibêjin em pir kêfxweşim ku tekoşîna Mahir, Mazlum, Denîz, Spartakus, Bedrettinan heye. Ez carek din li salonên dadgehên faşîst rêhevalên xwe bibîr tînim. Ger hûn dixwazin Nisêbînê fam bikin li pişt rûpelên dirokê binerin. Em dibêjin diyalektîka dîrokê. Heta hûn li pişt rûpelên dîrokê nenerin hûn nikarin tiştekî ji dîrokê fam bikin. Yilmaz, anî ziman ku rexneyên li Erdogan dikin rexneyên siyasî ne û ev mafê wan heye û wiha got: "Çima li wan doz nayê vekirin. Erdogan her dem di şexsê Kemal Kılıçdaroglu de Elewiyên Kizilbaş dike hedef. Çima Erdogan heqaret dike û li wî lêpirsîn nayê vekirin? Li ser vê yekê dozger mudaxaleyî parastinê kir. Yilmaz got "Mudaxaleyî min nekin. Mafê rexneyê heye. Tu hevî û bendewariya min ji faşîzmê tune ye. Dê gel bi ser bikevin û faşîzm têk biçe. Bijî Marksizm bijî Leninizm." 

Sernavên din

21/04/2018
15:54 Xebatkarên TV10 dê televîzyonek elewiyan vekin
15:45 Xwestin nexweşê pençeşêrê Cemal Şahîn bê berdan
15:25 Qedexeya li ser taxên Nisêbînê yên ser û bin kirin, rabû
15:02 Dayikên Şemiyê: Bila zarok neyên kuştin
14:43 Aqûbeta Fettah Erden ê hat windakirin pirsîn
14:29 ÎHD a Îzmîrê: Bila Mevlude Başdaş bê berdan
14:18 Platforma Çapemeniya Azad: Em nabin rojnamgerên we û bêdeng nabin
13:57 Platforma Jinan a Axtamara: Bi Fuara Zewicandinê, zarokan îstîsmar dikin
13:28 Xwest kelepçeyê sist bike, lêpirsîn dan destpêkirin
13:27 Buldan: Civaka Tirkiye dê namzetê me hembêz bike
13:27 Zarokên ji 1915’an rizgar bûn li Şêxmaqsud mil bi mil li ber xwe didin
12:48 Heyeta HDP'ê li Hatayê ye: Ne em ew dê di zinar werbin
12:35 HDP’a Rihayê: Bi baweriya 7’ê Hezîranê em ê AKP’ê bitemirînin
12:21 Ji ber ku destê xwe li birayê xwe li ba kir gefa kuştinê xwar
12:03 OSO’yê ji Gûtayê vediguhezînin li Cindirêsê bicih dikin
11:49 Aborîzan Ozgur: AKP beriya krîza aborî dixwase pêşeroja siyasî teqez bike
11:48 4 sal e di tarîtiyê de li edaletê digerin
11:11 ‘Botan dê bersiva herî mezin bide îtîfaqa dij Kurdan’
10:23 Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê: Stenbol dê rengê hilbijartinê biguherîne
10:22 Prof. Dr. Sancar: Encama ji Kurdistanê derkeve dê wateyên wê yên taybet hebin
10:21 Siyasetmedarê Kurd Kulu: Li dijî hilbijartina zordest em bibin yek deng
09:29 Partiyên Kurdan: Îtifaqa şerte
09:24 Berdevkê HDP’ê Bîlgen: Divê li hemberî vê pergala çewisîner em bên gel hev
09:23 Handa’ya Sîdar Jîr derket
09:22 Waniyan bersiva Erdogan da: Em bibînin kî kê vedişêre
09:21 HDK: Em ê bi ruhê Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin
09:20 Niştecihên Çelê: Divê demildest dawî li qedexeya li ser erdên me rabe
09:19 Esnafên Bazara Rûsê yeko yeko dikanên xwe digirin
09:19 Rojnamegeriya kurd 120 salin di şopa heqîqetê de ye
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2018'AN
20/04/2018
18:32 Meclîsê biryara hilbijartina pêşwext erê kir
16:54 Li Xîzanê qedexeya derketina derve hat îlankirin
16:23 Mamoste Ayşeya got ‘Bila zarok nemirin’ bi keça wê re şandin girtîgehê
15:59 Leşkerê îşkence lê kir li dadgehê derket pêşberî wê
15:42 Wêneyên îşkenceya li Efrîniyan dikin hat kêşandin
15:18 ‘Em biryara betalkirina parlamenteran nas nakin’
14:37 Karkerên Zanîngeha Egeyê 11 rojin di çalakiyê de ne
14:35 Buldan û heyeta pêre li Kocaeliyê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
14:00 Awusturya dê destûrê nede mîtîngên Erdogan!
13:28 ‘Em bibin hawara Sûr û Heskîfê’
12:50 Bîlgen: Erdogan dê bibîne ka kê di sindoqan de difetise
12:14 HDP hefteya bê wê namzetê Serokomariyê aşkere bike
12:05 Hevşaredarê DBP’î dê îro bikeve girtîgehê
12:04 Malbatan cara 72’yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:48 Heyeta HDP’ê bi slogana ‘Bijî HDP’ hat pêşwazîkirin
11:28 Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite
11:15 Dowîz ket nava tevgerê û cardin bilind bû
11:09 Gefên hilbijartinê dest pê kirin: Dengê xwe bidin AKP’ê
11:08 Arsan nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” nirxand: Divê medyayek xweser bê avakirin
10:24 Buldan: 24’ê Hezîranê roja rizgariya ji AKP’ê ye
10:09 Amediyan: Gel dê dersa pêwîst bide AKP û MHP'ê
09:54 Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin
09:34 'Îstismar ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayekî tundiyê ye’
09:32 Qedexeya li ser zozanan ranebe dê sewalên xwe bifiroş in
09:31 Wanî ji hilbijartina zordest re amade ne: Em ê çem û çem bişînin
09:30 Cotkarên Êlihê: Hişkesalî ji her demê bêtir dê bandorê li me bike
09:29 Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin
09:28 Tayînkirinên watedar ên qeyûm!
09:27 Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest
09:26 Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:25 Şahîn ê Guney ew tevli sînemayê kir: Ez çîrokên mirovên ji rêzê dinivîsim
09:25 Ji bo nexweşên şîzofrenî çalakiyek texsîr kirin
09:24 Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!
09:23 Uca: Tifaqa gelê kurd ji nan û avê pewistir e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN
19/04/2018
22:03 Edîtor û Nuçegihanên ETHA'yê hatin girtin
17:12 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 748'emîn hat redkirin
16:32 'Guhertina zagonan a Xesandina Kîmyewî tekakesîkirina pirsgirêkê ye'
15:57 2 kes li Colemêrgê hatin girtin
15:55 Di Doza Panzêrê de polîsê şahid: Midûrê Polîsan ferman da
15:26 Gel Baydemîr û Irmak kirin wekîl, meclîsê betal kir
15:09 Çalakiya esnafên kurdên Îranê berdewam dike
14:46 Egîtim Sen: Biryara girtina Mamoste Ayşe betal bikin
14:46 Rojnameger Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe bên çêkirin
14:38 Doza Nisêbînê didome: Kurd bi Xweseriya Demokratîk dibêjin em hene
14:30 Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel
14:18 Pervîn Buldan: 24’ê Hezîranê ji bo me fersend e
14:10 Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn
14:10 Kesê ji qada 6’an a Nexweşxaneyê avêt mir
13:59 Parêzer ji di navde der barê 150 kesan de doz hat vekirin
13:40 Li Amedê 8 kes hatin girtin li Wêranşarê jî 11 kes hatin binçavkirin
13:39 Biryara doza Ata û Mizrak dê hefteyê pêş aşkere bikin
13:38 Temellî: Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe
13:37 Li Tetwanê gorên endamên HPG’ê hatin rûxandin
12:55 Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû
12:41 Li Sîlopiyê ‘Doza Panzerê’ dest pê kir: Rojnameger negirtin salonê
12:25 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
12:18 4 qemyon li Dêrsîmê hatin şewitandin
12:18 Parêzer Ocalan serlêdana 748’emîn a hevdîtinê kirin
12:17 Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe
12:16 Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e
11:02 Partiya Siberoja Sûriyeyê: Riyên leşkerî qeyranê çareser nekir, çareserî di destê gelan de ye
10:27 Ji bo komên ji Gutayê bar kirin, li Efrînê kamp ava kirin
10:18 HDP starta hilbijartinê li Mêrsînê da: Ji AKP’ê re şîmaqek kurdan lazim e
10:03 Jiyana wan koçberî ye
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye