Bîlgen: Erdogan dê bibîne ka kê di sindoqan de difetise

img

ENQERE - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen bersiv da gotinên “wan di sindoqan de veşêrin” ên Erdogan û got: “Dixwaze pevçûnên arezûyên xwe jî li ser me birêve bibe. Lê civak vê dibîne. Dê kê di sindoqan de bê veşartin û fetisandin em ê di demek nêz de bibînin.” 

Berdevkê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen derbarê mijarên di rojevê de li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Bîlgen destnîşan kir ku ew di nêvengek ku zext li ser medyayê hene û gelek girtin çêdibin diçin hilbijartinê û ev yek jî adilbûna hilbijartinê çawa pêk were nîşan dide. 
 
BÎLGEN JI TRT’Ê RE GOT: EM HATIN HÛN NE LI MAL BÛN 
 
Bîlgen behsa midurê nûçeyan ê TRT’ê ku ji televîzyonek Fransayê re daxuyandiya derbarê HDP’iyan de kir û got: “Em çûn TRT’ê lê roniyên we girtîbûn û hûn ne li mal bûn. Ji ber vê yekê em nikarin derkevin weşanê. Em ne ew kesên bitirsin derkevin weşanê televîzyonan, lê em dizanin rêveberên TRT’ê çiqas ditirsin me vexwînin weşanên TRT’ê.” 
 
Bîlgen biryara hilbijartina pêşwext a 24’ê Hezîranê nirxand û wiha got: “Heta beriya niha jî digotin hilbijartina pêşwext xiyanet e. Lê niha çibû gelo hûn ketin pey derûniya hilbijartinê. Qey tu yê bêjî hinek li pey wan in. Dirêjkirina OHAL’ê û weşandina KHK’iyan ji xwe re wek qewîn û sitûn dibînin û diçin hilbijartinê. Bi îlankirina OHAL’ê diçin hilbijartinê. OHAL û KHK ji xwe re wek avantajê dibînin û biryara hilbijartinê didin.” 
 
‘DÊ RIHA, MÊRDÎN Û COLEMÊRG BIRSIVA CEZAKIRINÊ BIDE’ 
 
Bîlgen bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Osman Baydemîr û Selma Irmak da û wiha domand: “Roja ku dirêjkirina OHAL’ê didin, betalkirina wekîlên me jî anîn rojeva Meclîsê. Di heman rojê de wekîliya Irmak û Baydemîr xistin. Li aliyekî wekîliyê betal dikin û li aliyê din jî ceza didin wekîla me Gulser Yildiri. Ev ceza û betalkirin, cezakirina Riha, Mêrdîn û Colemêrgê ye. Dê Colemêrg, Mêrdîn û Riha jî bersiva vê yekê bide.” 
 
BANGA QEYÛM LI ERDOGAN KIR 
 
Bîlgen bal kişand ser gotinên “wan di sindoqan de bifetisînin” ên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û wiha bertek nîşan da: “Em jî bang dikin û dibêjin, namzetek din nîşan nedin û qeyûman bikin namzetên xwe. Ka bibînin gel namzetên xwe hildibijêr e an jî qeyûmên we ku qaşo xizmetê dikin dibijêr e. Baweriya me bi rêzgirtina gel tê. Heta roja îro bedelên herî giran dide û baweriya me bi vê bedel dayîna wan tê. Jixwe kampanya hilbijartinê qeymeqamê wan û waliyê wan birêve dibin. Mirov nikare nav li vê yekê bike. Heke ku mirov burokratên wan ên li wan deran wek siyasetmedar bilêv bike, dê bibe pênasekirina herî baş ya helwestgirtinê.” 
 
‘HÎTLER JÎ TENEZÛL NEDIKIR’ 
 
Bîlgen anî ziman ku dê hikumet hewl bide operasyonek mîna ya Efrînê pêk bîne û wiha dewam kir: “Dê polîtîkayek wek operasyona li dijî Efrînê, pêk anî dê heman stratejiyê di hilbijartinê de jî li dar bixe. Em nizanin dê çi encam derkevin, lê dê tiştekî ji bo xêra welat bi dest nexin. Hîtler jî tenezûl nedikir yahudiyên dikuşt bijmêre û siyasetê bike.” 
 
‘STRATEJIYA ME LÊGERÎNA ÇARESERIYA GIŞTÎ YE’
 
Bîlgen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em ê roja Yekşemê civîna MYK û roja Çarşemê jî civîna Meclîsa Partiyê pêk bînin. Di civînan de rojevên me  yên sereke dê diyar kirin stratejiya hilbijartinên pêşwext be. Stratejiya me ne tenê dê li dijî zilamên takekesî be, di heman demê de ji bo çareseriya giştî jî dê lêgerînên me hebin. Em raste rast pêşniyarên pergalekê bikin. Heya roja îro me bi komên têkiliyên me bi hevre heyîn re nîqaş dan meşandin û dixwazin vînekê hemû beşan dixwe nava xwe pêş bixin. Di her şert û mercê de emê bên gel hev û derfetên xwe bidin zorê. Bi taybetî binyata partiya me rastî zextên girtin û binçavkirinê pir hatin. Ji ber vê divê em bi hêzeke mezin kampayeya xwe bi rêve bibin. Ji bo ewlekariya sindoqan jî ji niha de em banga hestiyariyê li raya giştî dikin. Pewîste hemû raya giştî hay ji deng û ramanên xwe hebin û xwedî derbikevin.”
 
‘CIVAN DÊ VAN NEGIRE’
 
Bîlgen, piştî daxuyaniya xwe pirsên rojnamegeran bersiva da û wiha bilêv kir: “Me aştî bi hesabên biçûk nexwend. Em aştiyê weke berjewendiyên civakê dibînin. Ên ku li ser hesabên biçûk nêzî aştiyê dibin, darbe li pêşeroja civakê dan. Kijan partî ji bo aştiya Tirkiyeyê hewl bide, emê keyfxweşiya xwe ji bo wan bînin ziman. Li aliyekê li STK’an digerin û li aliyê din jî ji bo wekîlekê ceza bikin her tiştî ferz dikin. Civak van hemûyan dibîne û  dê wan negire.”
 
‘EM SERKEFTINÊ BI PLAN DIKIN’
 
Bîlgen derbarê berendamê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de jî ev agahî dan: “Di civîna me ya Meclîsa Partiyê de emê rêbaza diyarkirina berendaman jî diyar bikin. Bêguman ji raya giştî pêşniyar hene. Daxuyaniyên Demîrtaş jî hene. Ji bo me hem pêşniyar û hem jî daxuyanî girîngin, lê ez nikarim niha tişteke şên ber bêjim.”
 
Bîlgen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê bi partiyên din re nîqaşên pirensîp bên kirin. Berî her tiştî ji bo me pîvan net bûn. Emê di civîna MYK’ê de gavên şênber bavêjin û di civîna Meclîsa Partiyê de jî em ê nîqaşan derbas bikin û dest bi hevdîtinan bikin. Emê li rêyê serkeftinê bigerin. Emê berpirsiyarek aktîf bigirin ser milê xwe. Civak dixwaze hevparbûn çêbe û divê partiyên siyasî jî girîngiyê bidin vê yekê.”
 

Sernavên din

21/04/2018
15:54 Xebatkarên TV10 dê televîzyonek elewiyan vekin
15:45 Xwestin nexweşê pençeşêrê Cemal Şahîn bê berdan
15:25 Qedexeya li ser taxên Nisêbînê yên ser û bin kirin, rabû
15:02 Dayikên Şemiyê: Bila zarok neyên kuştin
14:43 Aqûbeta Fettah Erden ê hat windakirin pirsîn
14:29 ÎHD a Îzmîrê: Bila Mevlude Başdaş bê berdan
14:18 Platforma Çapemeniya Azad: Em nabin rojnamgerên we û bêdeng nabin
13:57 Platforma Jinan a Axtamara: Bi Fuara Zewicandinê, zarokan îstîsmar dikin
13:28 Xwest kelepçeyê sist bike, lêpirsîn dan destpêkirin
13:27 Buldan: Civaka Tirkiye dê namzetê me hembêz bike
13:27 Zarokên ji 1915’an rizgar bûn li Şêxmaqsud mil bi mil li ber xwe didin
12:48 Heyeta HDP'ê li Hatayê ye: Ne em ew dê di zinar werbin
12:35 HDP’a Rihayê: Bi baweriya 7’ê Hezîranê em ê AKP’ê bitemirînin
12:21 Ji ber ku destê xwe li birayê xwe li ba kir gefa kuştinê xwar
12:03 OSO’yê ji Gûtayê vediguhezînin li Cindirêsê bicih dikin
11:49 Aborîzan Ozgur: AKP beriya krîza aborî dixwase pêşeroja siyasî teqez bike
11:48 4 sal e di tarîtiyê de li edaletê digerin
11:11 ‘Botan dê bersiva herî mezin bide îtîfaqa dij Kurdan’
10:23 Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê: Stenbol dê rengê hilbijartinê biguherîne
10:22 Prof. Dr. Sancar: Encama ji Kurdistanê derkeve dê wateyên wê yên taybet hebin
10:21 Siyasetmedarê Kurd Kulu: Li dijî hilbijartina zordest em bibin yek deng
09:29 Partiyên Kurdan: Îtifaqa şerte
09:24 Berdevkê HDP’ê Bîlgen: Divê li hemberî vê pergala çewisîner em bên gel hev
09:23 Handa’ya Sîdar Jîr derket
09:22 Waniyan bersiva Erdogan da: Em bibînin kî kê vedişêre
09:21 HDK: Em ê bi ruhê Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin
09:20 Niştecihên Çelê: Divê demildest dawî li qedexeya li ser erdên me rabe
09:19 Esnafên Bazara Rûsê yeko yeko dikanên xwe digirin
09:19 Rojnamegeriya kurd 120 salin di şopa heqîqetê de ye
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2018'AN
20/04/2018
18:32 Meclîsê biryara hilbijartina pêşwext erê kir
16:54 Li Xîzanê qedexeya derketina derve hat îlankirin
16:23 Mamoste Ayşeya got ‘Bila zarok nemirin’ bi keça wê re şandin girtîgehê
15:59 Leşkerê îşkence lê kir li dadgehê derket pêşberî wê
15:42 Wêneyên îşkenceya li Efrîniyan dikin hat kêşandin
15:18 ‘Em biryara betalkirina parlamenteran nas nakin’
14:37 Karkerên Zanîngeha Egeyê 11 rojin di çalakiyê de ne
14:35 Buldan û heyeta pêre li Kocaeliyê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
14:00 Awusturya dê destûrê nede mîtîngên Erdogan!
13:28 ‘Em bibin hawara Sûr û Heskîfê’
12:50 Bîlgen: Erdogan dê bibîne ka kê di sindoqan de difetise
12:14 HDP hefteya bê wê namzetê Serokomariyê aşkere bike
12:05 Hevşaredarê DBP’î dê îro bikeve girtîgehê
12:04 Malbatan cara 72’yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:48 Heyeta HDP’ê bi slogana ‘Bijî HDP’ hat pêşwazîkirin
11:28 Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite
11:15 Dowîz ket nava tevgerê û cardin bilind bû
11:09 Gefên hilbijartinê dest pê kirin: Dengê xwe bidin AKP’ê
11:08 Arsan nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” nirxand: Divê medyayek xweser bê avakirin
10:24 Buldan: 24’ê Hezîranê roja rizgariya ji AKP’ê ye
10:09 Amediyan: Gel dê dersa pêwîst bide AKP û MHP'ê
09:54 Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin
09:34 'Îstismar ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayekî tundiyê ye’
09:32 Qedexeya li ser zozanan ranebe dê sewalên xwe bifiroş in
09:31 Wanî ji hilbijartina zordest re amade ne: Em ê çem û çem bişînin
09:30 Cotkarên Êlihê: Hişkesalî ji her demê bêtir dê bandorê li me bike
09:29 Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin
09:28 Tayînkirinên watedar ên qeyûm!
09:27 Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest
09:26 Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:25 Şahîn ê Guney ew tevli sînemayê kir: Ez çîrokên mirovên ji rêzê dinivîsim
09:25 Ji bo nexweşên şîzofrenî çalakiyek texsîr kirin
09:24 Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!
09:23 Uca: Tifaqa gelê kurd ji nan û avê pewistir e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN
19/04/2018
22:03 Edîtor û Nuçegihanên ETHA'yê hatin girtin
17:12 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 748'emîn hat redkirin
16:32 'Guhertina zagonan a Xesandina Kîmyewî tekakesîkirina pirsgirêkê ye'
15:57 2 kes li Colemêrgê hatin girtin
15:55 Di Doza Panzêrê de polîsê şahid: Midûrê Polîsan ferman da
15:26 Gel Baydemîr û Irmak kirin wekîl, meclîsê betal kir
15:09 Çalakiya esnafên kurdên Îranê berdewam dike
14:46 Egîtim Sen: Biryara girtina Mamoste Ayşe betal bikin
14:46 Rojnameger Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe bên çêkirin
14:38 Doza Nisêbînê didome: Kurd bi Xweseriya Demokratîk dibêjin em hene
14:30 Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel
14:18 Pervîn Buldan: 24’ê Hezîranê ji bo me fersend e
14:10 Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn
14:10 Kesê ji qada 6’an a Nexweşxaneyê avêt mir
13:59 Parêzer ji di navde der barê 150 kesan de doz hat vekirin
13:40 Li Amedê 8 kes hatin girtin li Wêranşarê jî 11 kes hatin binçavkirin
13:39 Biryara doza Ata û Mizrak dê hefteyê pêş aşkere bikin
13:38 Temellî: Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe
13:37 Li Tetwanê gorên endamên HPG’ê hatin rûxandin
12:55 Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû
12:41 Li Sîlopiyê ‘Doza Panzerê’ dest pê kir: Rojnameger negirtin salonê
12:25 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
12:18 4 qemyon li Dêrsîmê hatin şewitandin
12:18 Parêzer Ocalan serlêdana 748’emîn a hevdîtinê kirin
12:17 Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe
12:16 Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e
11:02 Partiya Siberoja Sûriyeyê: Riyên leşkerî qeyranê çareser nekir, çareserî di destê gelan de ye
10:27 Ji bo komên ji Gutayê bar kirin, li Efrînê kamp ava kirin
10:18 HDP starta hilbijartinê li Mêrsînê da: Ji AKP’ê re şîmaqek kurdan lazim e
10:03 Jiyana wan koçberî ye
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye