Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe

  • rojane
  • 12:17 19 Nîsan 2018
  • |
img

AMED - Di danişîna doza têkildarî kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammet Fatîh Safîturk de, bersûc Şerîf Mesutoglu beriya li ber çavê hemû kesan agir berde bedana xwe, got “Li vî welatî edalet tuneye û ezê li hemeberî vê bêedaletiyê serî netewînim.” Malbata Mesutoglu yê agahî ji tenduristiya kurê xwe nagirin bi fikarin. 

Qeymeqamê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û qeyûm Muhammet Fatîh Safîturk di 10’ê Mijdara 2016’an de di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dabû. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûyer girt ser xwe. Lê ligel vê yekê jî 8 jê girtî derbarê 15 kesan de doz hat vekirin. Danişîna doza Şefê Karê Nivîsandina Qeymeqam Şerîf Mesutoglu yê girtî di 16’ê Nîsanê de hat dîtin û Mesutoglu li ber çavê dadgehê agir berda bedena xwe. Mesutoglu yê 18 mehin li Girtîgeha Tîpa T a Sîwerega Rihayê tê girtin, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Mesutoglu di dema parastin dikir de gaza heste ya dibin cilên xwe de veşartî derxist, li xwe kir û piştî got “Li vî welatî edalet tuneye” agir berda bedena xwe. 
 
Di çarçoveya dosyayê de 3 caran derbarê Mesutoglu de cezayê giran ê muebetê û 54 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Bavê Mesutoglu Mesut Çelîk, diyar kir ku piştî bûyerê kurê wî bi lêz û bez ji wir   birin û ji wê rojê û vir ve tu agahî jê nayên girtin. Bav Çelîk, anî ziman ku kurê wî mir ma nizane û wiha axivî: “Derbarê jiyana wî de fikar û gumanên me hene.”
   
GOT ‘LI HEMBERÎ VÊ BÊEDALETIYÊ EZÊ SERÎ NETEWÎNIM’
 
Bav Çelîk, da zanîn ku kurê wî 18 mehin girtiye û wiha got: “Kurê min bêsûc di girtîgehê deye. Dinava vê pêvajoyê de rastî muameleya xerab û îşneceyê hat. Kurê min ji Girtîgeha Sîweregê bi SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê bû. Berî kurê min sê kes derketin. Dûre kurê min derket. Kurê min derî girt û ev tişt gotin: ‘Weke min destpêkê jî di îfadeyên xwe yên dayî de û dûre bi dehan car di dadgehan de gotî, sûcdarê vî karî ne ezim. Min her tişt ji were got û hûn hemû tiştî dizanin. Ligel vê yekê jî 18 mehin têm girtin. Îfadeyên bavê qeymeqam û birayê wî jî, nîşan dan ku ez bêsûcim. Bi hezar dek û dolaban xwestin vê cînayetê bavêjin ser min û min sûcdar nîşan bidin. Ji vê saetê û şûn de baweriya min bi edaleta we nayê. Baweriya min nîne ku li Tirkiyeyê bi awayekê adilane bêm darizandin. Li vî welatî edalet tuneye û ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim.’ Piştî van gotinan kurê min canê xwe da ber agir. Bûyer li ber çavê me hemûhan pêk hat.”
 
Bav Mesut Çelîk, qeymeqamê navçeyekê rastî êrîşê tê, lê ambulasan piştî saetek şûn de tê cihê bûyerê û wiha bilêv kir: “Qeymeqam li hemû nexweşxaneyan digerînin. Polîs li her nexweşxaneya diçinê bi hinceta ewlekariyê destû nadin qeymeqam bê dermankirin. Cardin hemû derdora cihê bûyerê kamera hene, lê kamerayên wê rojê ji aliyê Midûryeta Polîsan ve bilez hatin kirin. Bûyerê ji raya giştî vedişêrin. Ez bang li berpirsên esasî yên vê bûyerê dikim. Gelo çima Wezareta Karê Hûndir, Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Dadê van rastiyan nabînin? Gelo çima hûn erka xwe bi cih nayînin.”
 
‘LI SER ÎFADEYA DU KESAN ÎDÎANEME AMADE KIRIN’
 
Çelîk, dest nîşan kir ku cardin dozgerê komarê yê lêpirsîn bi rêve dibir, li ser îfadeya du xebatkarên li qeymeqamtiyê îdîanema amade kir: “Gelo vê yekê qet bala Wezareta Dadê ne kêşa? Hûn qet şaşwaz nebûn. Bi darê zorê û gefan îfadeyên mirovan girtin. Derbarê vê mijarê de bi dehan car me maîl avêt, lê ne bihîstin.”
 
‘MIRÎYE, SAXE EM NÎZANÎN’
 
 Çelîk, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li dijî vê bêhiqûqiyê kurê min li pêşberî dadgehê agir berda bedana xwe. Piştî bûyerê me qet agahî ji krê xwe negirt û derbarê jiyana wî de fikarên me hene. Ger tiştek bê serê kurê min, berî her tiştî berpirsê wî rayedarên dewletê, Wezareta Karê Hûndir  û Wezareta Dada ne. Kurê min miriye, saxe em nizanin. Ez giliyê hemû rayedarên dewletê yên tiliya wî/wê di vê bûyerê de heyîn dikim. Çi dibe bila bibe, ez ê piştgiriyê bidim kurê xwe. Ezê şopdarê vê yekê bim. Bedela wê çi dibe bila bibe, ezê dest li lêrgerîna  kurê xwe bernedim.   
 
‘EM Ê ŞOPDARÊ BÛYERÊ BIN’
 
Hevjînê Mesutoglu Sîme Ateş Mesutoglu jî, diyar kir ku hevjînê wê di SEGBÎS’ê de canê xwe da ber agir û wiha axivî: “Ez necar mam ku wî wisan temaşe bikim. Derbarê jiyana hevjînê min de fikarên min hene. Piştî bûyerê ez ji Mêrdînê çûm Sîweregê û min xwest rewşa hevjînê xwe bipirsim. Tu derî neman ku me lê nexwist. Lê ligel vê yekê jî kesekê tu agahî neda me. Piştî hevjînê min hat girtin rastî îşkenceyên giran hat. Wisan lê kirin, êdî navê zarokên wî nayên bîra wî.  Zextên mezin li ser hevjînê min hene. Em giliyê hemû kesên ku ev bi me dan jiyîn dikin. Em ê şopdarê bûyerê bin. Emê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî bidin.”
 
Hat diyar kirin ku malbatê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dane. 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

21/04/2018
15:54 Xebatkarên TV10 dê televîzyonek elewiyan vekin
15:45 Xwestin nexweşê pençeşêrê Cemal Şahîn bê berdan
15:25 Qedexeya li ser taxên Nisêbînê yên ser û bin kirin, rabû
15:02 Dayikên Şemiyê: Bila zarok neyên kuştin
14:43 Aqûbeta Fettah Erden ê hat windakirin pirsîn
14:29 ÎHD a Îzmîrê: Bila Mevlude Başdaş bê berdan
14:18 Platforma Çapemeniya Azad: Em nabin rojnamgerên we û bêdeng nabin
13:57 Platforma Jinan a Axtamara: Bi Fuara Zewicandinê, zarokan îstîsmar dikin
13:28 Xwest kelepçeyê sist bike, lêpirsîn dan destpêkirin
13:27 Buldan: Civaka Tirkiye dê namzetê me hembêz bike
13:27 Zarokên ji 1915’an rizgar bûn li Şêxmaqsud mil bi mil li ber xwe didin
12:48 Heyeta HDP'ê li Hatayê ye: Ne em ew dê di zinar werbin
12:35 HDP’a Rihayê: Bi baweriya 7’ê Hezîranê em ê AKP’ê bitemirînin
12:21 Ji ber ku destê xwe li birayê xwe li ba kir gefa kuştinê xwar
12:03 OSO’yê ji Gûtayê vediguhezînin li Cindirêsê bicih dikin
11:49 Aborîzan Ozgur: AKP beriya krîza aborî dixwase pêşeroja siyasî teqez bike
11:48 4 sal e di tarîtiyê de li edaletê digerin
11:11 ‘Botan dê bersiva herî mezin bide îtîfaqa dij Kurdan’
10:23 Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê: Stenbol dê rengê hilbijartinê biguherîne
10:22 Prof. Dr. Sancar: Encama ji Kurdistanê derkeve dê wateyên wê yên taybet hebin
10:21 Siyasetmedarê Kurd Kulu: Li dijî hilbijartina zordest em bibin yek deng
09:29 Partiyên Kurdan: Îtifaqa şerte
09:24 Berdevkê HDP’ê Bîlgen: Divê li hemberî vê pergala çewisîner em bên gel hev
09:23 Handa’ya Sîdar Jîr derket
09:22 Waniyan bersiva Erdogan da: Em bibînin kî kê vedişêre
09:21 HDK: Em ê bi ruhê Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin
09:20 Niştecihên Çelê: Divê demildest dawî li qedexeya li ser erdên me rabe
09:19 Esnafên Bazara Rûsê yeko yeko dikanên xwe digirin
09:19 Rojnamegeriya kurd 120 salin di şopa heqîqetê de ye
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2018'AN
20/04/2018
18:32 Meclîsê biryara hilbijartina pêşwext erê kir
16:54 Li Xîzanê qedexeya derketina derve hat îlankirin
16:23 Mamoste Ayşeya got ‘Bila zarok nemirin’ bi keça wê re şandin girtîgehê
15:59 Leşkerê îşkence lê kir li dadgehê derket pêşberî wê
15:42 Wêneyên îşkenceya li Efrîniyan dikin hat kêşandin
15:18 ‘Em biryara betalkirina parlamenteran nas nakin’
14:37 Karkerên Zanîngeha Egeyê 11 rojin di çalakiyê de ne
14:35 Buldan û heyeta pêre li Kocaeliyê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
14:00 Awusturya dê destûrê nede mîtîngên Erdogan!
13:28 ‘Em bibin hawara Sûr û Heskîfê’
12:50 Bîlgen: Erdogan dê bibîne ka kê di sindoqan de difetise
12:14 HDP hefteya bê wê namzetê Serokomariyê aşkere bike
12:05 Hevşaredarê DBP’î dê îro bikeve girtîgehê
12:04 Malbatan cara 72’yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:48 Heyeta HDP’ê bi slogana ‘Bijî HDP’ hat pêşwazîkirin
11:28 Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite
11:15 Dowîz ket nava tevgerê û cardin bilind bû
11:09 Gefên hilbijartinê dest pê kirin: Dengê xwe bidin AKP’ê
11:08 Arsan nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” nirxand: Divê medyayek xweser bê avakirin
10:24 Buldan: 24’ê Hezîranê roja rizgariya ji AKP’ê ye
10:09 Amediyan: Gel dê dersa pêwîst bide AKP û MHP'ê
09:54 Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin
09:34 'Îstismar ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayekî tundiyê ye’
09:32 Qedexeya li ser zozanan ranebe dê sewalên xwe bifiroş in
09:31 Wanî ji hilbijartina zordest re amade ne: Em ê çem û çem bişînin
09:30 Cotkarên Êlihê: Hişkesalî ji her demê bêtir dê bandorê li me bike
09:29 Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin
09:28 Tayînkirinên watedar ên qeyûm!
09:27 Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest
09:26 Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:25 Şahîn ê Guney ew tevli sînemayê kir: Ez çîrokên mirovên ji rêzê dinivîsim
09:25 Ji bo nexweşên şîzofrenî çalakiyek texsîr kirin
09:24 Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!
09:23 Uca: Tifaqa gelê kurd ji nan û avê pewistir e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN
19/04/2018
22:03 Edîtor û Nuçegihanên ETHA'yê hatin girtin
17:12 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 748'emîn hat redkirin
16:32 'Guhertina zagonan a Xesandina Kîmyewî tekakesîkirina pirsgirêkê ye'
15:57 2 kes li Colemêrgê hatin girtin
15:55 Di Doza Panzêrê de polîsê şahid: Midûrê Polîsan ferman da
15:26 Gel Baydemîr û Irmak kirin wekîl, meclîsê betal kir
15:09 Çalakiya esnafên kurdên Îranê berdewam dike
14:46 Egîtim Sen: Biryara girtina Mamoste Ayşe betal bikin
14:46 Rojnameger Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe bên çêkirin
14:38 Doza Nisêbînê didome: Kurd bi Xweseriya Demokratîk dibêjin em hene
14:30 Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel
14:18 Pervîn Buldan: 24’ê Hezîranê ji bo me fersend e
14:10 Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn
14:10 Kesê ji qada 6’an a Nexweşxaneyê avêt mir
13:59 Parêzer ji di navde der barê 150 kesan de doz hat vekirin
13:40 Li Amedê 8 kes hatin girtin li Wêranşarê jî 11 kes hatin binçavkirin
13:39 Biryara doza Ata û Mizrak dê hefteyê pêş aşkere bikin
13:38 Temellî: Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe
13:37 Li Tetwanê gorên endamên HPG’ê hatin rûxandin
12:55 Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû
12:41 Li Sîlopiyê ‘Doza Panzerê’ dest pê kir: Rojnameger negirtin salonê
12:25 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
12:18 4 qemyon li Dêrsîmê hatin şewitandin
12:18 Parêzer Ocalan serlêdana 748’emîn a hevdîtinê kirin
12:17 Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe
12:16 Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e
11:02 Partiya Siberoja Sûriyeyê: Riyên leşkerî qeyranê çareser nekir, çareserî di destê gelan de ye
10:27 Ji bo komên ji Gutayê bar kirin, li Efrînê kamp ava kirin
10:18 HDP starta hilbijartinê li Mêrsînê da: Ji AKP’ê re şîmaqek kurdan lazim e
10:03 Jiyana wan koçberî ye
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye