Jiyana wan koçberî ye

  •  
  • 10:03 19 Nîsan 2018
  • |
img

MANÎSA - Karkerên demsalî ku nêzî milyonek nifûsa wan heye, piraniya jiyana wan bi koçberiyê derbas dibe. Karkerên demsalî piştî demsala zivistan û bi hatina biharê re dîsa ketin rêyan. Karkerên demsalî yên hatin Manisayê gotin "Jiyana me jiyana koçberiyê ye" û qala zahmetiyan kirin. 

Her sal li Tirkiye nêzî milyonek mirov li nava zeviyan karê demsalî dikin. Karkerên demsalî bi kedek zêde û heqekî kêm kar dikin. Li Tirkiye nêzî 27 milyonu mirov kar dikin. Jê 5 milyon û 85 hezar kes karê zeviyan dikin. Li gorî daneyên Wezareta Ewlehiya Karên Xebatê û Civakê nêzî 300 hezar kes karên demsalî dikin. Lê li gorî qeydên fîîlî nêzî milyonek kes karên demsalî yên nava zeviyan dikin. Karkerên demsalî ku keda wan tê binpêkirin di nava şert û mercên dijwar de kar dikin. Pirsgirêka av, xwarin, vexwarin, şuştin, paqijî, tenduristî, perwerdehî û civakî di asta jor de ye. Li gorî dane û rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (İSİG) di sala 2016'an de herî kêm 389 karkerên demsalî yên çandiniyê di kar de jiyana xwe ji dest dan. Di 7 mehên sala 2017’an de herî kêm 190 karkerên demsalî yên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan. Hikûmetê der barê karkerên demsalî de sala par xebatek da despêkirin û di rojnameya fermî de weşand. Lê ji wê demê heta niha tu gav nehatin avêtin. Di nava karkerên demsalî de herî zêde kurd dixebitin. Kurd ji bajarên xwe berê xwe didin bajarên Rojavayên Tirkiye û harê herî zor û zahmet dikin. Karkerên ku ji bajarên xwe koçî Manîsayê kirin karê rezên tirî, fireng û pembo dikin. Karkerên demsalî yên hatin navçeya Akhîsar a Manisayê qala şert û mercên kar kirin. 
 
'KAR LI KU BE EM LI WIR IN'
 
Malbata Alfîdan, 2 meh berê ji Dîlokê hatine navçeya  Akhisara Manîsayê bi cih bûn. Ji malbata Alfîdan Meryem Alfidan, diyar kir ku li vir xaniyek bi 650 lira kirê kirine û li benda kar in. Alfidan, anî ziman ku ji ber betal in û nikarin debara xwe bikin hatine li vir li kar digerin û kar li ku be ew jî diçin wir û wiha got: "Jiyana me jiyanek koçerî ye. Kar li ku be em diçin wir. Ger ku karê me û pîşeyek me hebûya em dê çima bajar bajar bigeriyane? Hevser û zarokên min di nava zeviyan de kar dikin. Ji serê sibê heta êvaran em di nava axe de kar dikin. Toza wê zor û zahmetiyên wê gelek zêde ne. Em li vir nexweş dikevin nikarin biçin doktor. Ji sibê heta êvarî em karê zeviyan dikin. Kedek mezin didin, lê heqê vê kedê kêm e."  
 
Ji malbata Kavak jî Gulten Kavak ji Artuklu ya Mêrdînê 8 meh berê tevî 5 zarokên xwe hatine li navçeya Akhisarê bi cih bûne û karên zeviyan dikin. 
Kavak, anî ziman ku ji ber li Mêrdîn nikarin debara xwe bikin û kar tune hatine li vir di nava zeviyan de kar dikin û wiha got: "Ger ku karê me hebûya em nedihatin vir. Me ax û warê xwe berdaye em hatine vir. Jiyana me xweş bû. Hemû cîranan hev nas dikir. Lê ji neçarî me cîranê xwe û warê xwe berdaye û em hatine vir. "
Karker Hasibe Oral jî bal kişand ser zor û zahmetiyên kar û ani ziman ku ji ber pirsgirêka aborî neçarin hatine vir. 

Sernavên din

21/04/2018
15:54 Xebatkarên TV10 dê televîzyonek elewiyan vekin
15:45 Xwestin nexweşê pençeşêrê Cemal Şahîn bê berdan
15:25 Qedexeya li ser taxên Nisêbînê yên ser û bin kirin, rabû
15:02 Dayikên Şemiyê: Bila zarok neyên kuştin
14:43 Aqûbeta Fettah Erden ê hat windakirin pirsîn
14:29 ÎHD a Îzmîrê: Bila Mevlude Başdaş bê berdan
14:18 Platforma Çapemeniya Azad: Em nabin rojnamgerên we û bêdeng nabin
13:57 Platforma Jinan a Axtamara: Bi Fuara Zewicandinê, zarokan îstîsmar dikin
13:28 Xwest kelepçeyê sist bike, lêpirsîn dan destpêkirin
13:27 Buldan: Civaka Tirkiye dê namzetê me hembêz bike
13:27 Zarokên ji 1915’an rizgar bûn li Şêxmaqsud mil bi mil li ber xwe didin
12:48 Heyeta HDP'ê li Hatayê ye: Ne em ew dê di zinar werbin
12:35 HDP’a Rihayê: Bi baweriya 7’ê Hezîranê em ê AKP’ê bitemirînin
12:21 Ji ber ku destê xwe li birayê xwe li ba kir gefa kuştinê xwar
12:03 OSO’yê ji Gûtayê vediguhezînin li Cindirêsê bicih dikin
11:49 Aborîzan Ozgur: AKP beriya krîza aborî dixwase pêşeroja siyasî teqez bike
11:48 4 sal e di tarîtiyê de li edaletê digerin
11:11 ‘Botan dê bersiva herî mezin bide îtîfaqa dij Kurdan’
10:23 Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê: Stenbol dê rengê hilbijartinê biguherîne
10:22 Prof. Dr. Sancar: Encama ji Kurdistanê derkeve dê wateyên wê yên taybet hebin
10:21 Siyasetmedarê Kurd Kulu: Li dijî hilbijartina zordest em bibin yek deng
09:29 Partiyên Kurdan: Îtifaqa şerte
09:24 Berdevkê HDP’ê Bîlgen: Divê li hemberî vê pergala çewisîner em bên gel hev
09:23 Handa’ya Sîdar Jîr derket
09:22 Waniyan bersiva Erdogan da: Em bibînin kî kê vedişêre
09:21 HDK: Em ê bi ruhê Newrozê li qadên 1’ê Gulanê bin
09:20 Niştecihên Çelê: Divê demildest dawî li qedexeya li ser erdên me rabe
09:19 Esnafên Bazara Rûsê yeko yeko dikanên xwe digirin
09:19 Rojnamegeriya kurd 120 salin di şopa heqîqetê de ye
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2018'AN
20/04/2018
18:32 Meclîsê biryara hilbijartina pêşwext erê kir
16:54 Li Xîzanê qedexeya derketina derve hat îlankirin
16:23 Mamoste Ayşeya got ‘Bila zarok nemirin’ bi keça wê re şandin girtîgehê
15:59 Leşkerê îşkence lê kir li dadgehê derket pêşberî wê
15:42 Wêneyên îşkenceya li Efrîniyan dikin hat kêşandin
15:18 ‘Em biryara betalkirina parlamenteran nas nakin’
14:37 Karkerên Zanîngeha Egeyê 11 rojin di çalakiyê de ne
14:35 Buldan û heyeta pêre li Kocaeliyê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
14:00 Awusturya dê destûrê nede mîtîngên Erdogan!
13:28 ‘Em bibin hawara Sûr û Heskîfê’
12:50 Bîlgen: Erdogan dê bibîne ka kê di sindoqan de difetise
12:14 HDP hefteya bê wê namzetê Serokomariyê aşkere bike
12:05 Hevşaredarê DBP’î dê îro bikeve girtîgehê
12:04 Malbatan cara 72’yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:48 Heyeta HDP’ê bi slogana ‘Bijî HDP’ hat pêşwazîkirin
11:28 Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite
11:15 Dowîz ket nava tevgerê û cardin bilind bû
11:09 Gefên hilbijartinê dest pê kirin: Dengê xwe bidin AKP’ê
11:08 Arsan nîqaşên rojnameger “Divê çibikin” nirxand: Divê medyayek xweser bê avakirin
10:24 Buldan: 24’ê Hezîranê roja rizgariya ji AKP’ê ye
10:09 Amediyan: Gel dê dersa pêwîst bide AKP û MHP'ê
09:54 Komên Çekdar ên li Sûriye Tirkiye dixapînin
09:34 'Îstismar ne pirsgirêka tenduristiyê ye, awayekî tundiyê ye’
09:32 Qedexeya li ser zozanan ranebe dê sewalên xwe bifiroş in
09:31 Wanî ji hilbijartina zordest re amade ne: Em ê çem û çem bişînin
09:30 Cotkarên Êlihê: Hişkesalî ji her demê bêtir dê bandorê li me bike
09:29 Parêzerên Ocalan rapor şandin CPT'yê: Îmraliyê ziyaret bikin
09:28 Tayînkirinên watedar ên qeyûm!
09:27 Dozger ji kalê 74 salî 15 sal ceza xwest
09:26 Dersim ji bo 1'ê Gulanê amade ye
09:25 Şahîn ê Guney ew tevli sînemayê kir: Ez çîrokên mirovên ji rêzê dinivîsim
09:25 Ji bo nexweşên şîzofrenî çalakiyek texsîr kirin
09:24 Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!
09:23 Uca: Tifaqa gelê kurd ji nan û avê pewistir e
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2018'AN
19/04/2018
22:03 Edîtor û Nuçegihanên ETHA'yê hatin girtin
17:12 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 748'emîn hat redkirin
16:32 'Guhertina zagonan a Xesandina Kîmyewî tekakesîkirina pirsgirêkê ye'
15:57 2 kes li Colemêrgê hatin girtin
15:55 Di Doza Panzêrê de polîsê şahid: Midûrê Polîsan ferman da
15:26 Gel Baydemîr û Irmak kirin wekîl, meclîsê betal kir
15:09 Çalakiya esnafên kurdên Îranê berdewam dike
14:46 Egîtim Sen: Biryara girtina Mamoste Ayşe betal bikin
14:46 Rojnameger Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe bên çêkirin
14:38 Doza Nisêbînê didome: Kurd bi Xweseriya Demokratîk dibêjin em hene
14:30 Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel
14:18 Pervîn Buldan: 24’ê Hezîranê ji bo me fersend e
14:10 Li Colemêrgê starta hilbijartinê hat dayîn
14:10 Kesê ji qada 6’an a Nexweşxaneyê avêt mir
13:59 Parêzer ji di navde der barê 150 kesan de doz hat vekirin
13:40 Li Amedê 8 kes hatin girtin li Wêranşarê jî 11 kes hatin binçavkirin
13:39 Biryara doza Ata û Mizrak dê hefteyê pêş aşkere bikin
13:38 Temellî: Ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe
13:37 Li Tetwanê gorên endamên HPG’ê hatin rûxandin
12:55 Doç. Dr. Ozpek: Operasyona Efrinê ne pêwsit bû
12:41 Li Sîlopiyê ‘Doza Panzerê’ dest pê kir: Rojnameger negirtin salonê
12:25 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
12:18 4 qemyon li Dêrsîmê hatin şewitandin
12:18 Parêzer Ocalan serlêdana 748’emîn a hevdîtinê kirin
12:17 Got ‘Ezê li hemberî vê bêedaletiyê serî netewînim’ û agir berda bedan xwe
12:16 Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e
11:02 Partiya Siberoja Sûriyeyê: Riyên leşkerî qeyranê çareser nekir, çareserî di destê gelan de ye
10:27 Ji bo komên ji Gutayê bar kirin, li Efrînê kamp ava kirin
10:18 HDP starta hilbijartinê li Mêrsînê da: Ji AKP’ê re şîmaqek kurdan lazim e
10:03 Jiyana wan koçberî ye
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye