STENBOL - Wezîrê Parastina Mîllî yê berê Ercan Vuralhan, li semta Sîrkecî serê wî hat jêkirin û kuştin.
Wezîrê Parastina Mîllî yê berê Mehmet Ercan Vuralhan, li semta Sîrkecî serê wî hat jêkirin û kuştin. Piştî bûyerê bersûc Yuksel Karababa hat binçavkirin û têkiliya wî ya bi bûyerê re tê lêpirsîn.
Hat diyar kirin ku dinavbera Vuralhan û Karababa de, pirsgirêka deynan hebû, ji bo li ser vê mijarê biaxivîn hatin gel hev û piştî nîşaq dinavbera wan de derdikevê bûyer rû dide. Polîsan li bo lêpirsînê Karababa birin Fermandariya Buroya Cînayetê ya Şaxa Asayîşa Stenbolê. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.
Mehmet Ercan Vuralhan, di Hilbijartinên Giştî yên sala 1987’an ji bo parlamenteriya Enqerê ya Partiya Anavatanê hat hilbijartin. Di 21’ê Kanûna 1987 û di 30’ê Adara 1989’an Wezareta Parastina Mîllî kir.