STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî têkildarî pêşnûmeya zagona îstîsmara zayendî ku li Wezareta Dadê bê niqaşkirin daxuyanî da. Yolerî, diyar kir ku xuyaye ku hişmendiya mêrê serdest, naxwaze têkiliya mêrantiyê ya bi îstîsmara zayendî re bibîne û hewl dide vê yekê veşêre.
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê (ÎHD), bi armanca bertekên xwe yên li dijî pêşnûmeya zagona îstîsmara zarokan ku di 9'ê Nîsanê de pêşkêşî meclîsê hat kirin û sibe pêşkêşî Komîsyona Wezareta Dadê bikin, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Li salone pankarta "Cezayên zêde ne çareserî ye. Îstîsmara zayendî asteng bikin" vekirin. Di daxuyaniyê de endamên Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Yolerî diyar kir ku beriya pêşnûma di komîsyonê re derbas nebe ew dixwazin nerazîbûnên xwe bînin ziman û wiha got: "Dive berî her tiştî li ser çavkaniya sûc bê rawestandin. Heta ku çavkaniya sûc neyê girtin cezakirina sûc ne çareserî ye. Heta niha bi cezayên giran rê li pêş sûc nehatiye girtin. Niha cemaweriyê bi van cezayan di aliqînin. Ji ber ku sedemên rê li pêş îstîsmarê vedike nayên pirsîn û ev sedem ji holê nayên rakirin, ev pirsgirêka îstîsmara zayendî wekî nexweşiyekê belav dibe."
JI RAYA GIŞTÎ VEDIŞÊRIN'
Yolerî, da zanîn ku rayedar dixwazin bi van cezayan bertekên gel asteng bikin û wiha berhdewam kir: "Xuya dike ku armanca wan ne pêşîlêgirtina îstîsmarê ye. Kesên dizanin ku bi van cezayên giran nikarin rê li pêş îstîsmarê bigirin, bi qedexeyên weşanê van rastiyan ji cemaweriyê vedişêrin. Bi vî rengî dixwazin berteka civake kêm bike. Qedexeya weşanê, dê rê li pêş dîtina van bûyerên îstîsmarên zayendî bigire. Bi vî rengî dê zarok tenê bên hiştin. Ev yek dê bêtir rê li teşwîkê bike. Îstîsmara zayendî ne nexweşî ye. Cûreyekî sûcê tundiyê ye. Xuya dike ku hişmendiya serdest dixwaze mêrantiyê û îstîsmara zayendî ji hev cuda bike. Dixwazin ser vê yekê veşêrin. Dewlet li şûna rê li pêş cezayê îstîsmarê bigire, vê îstîsmara li ser zarokan paşguh dike û çavê xwe jêre digire.
Piştî daxuyaniyê Komîsyona Mafên zarokan, sînevîzyona "Ji îstîsmarê re bêje raweste" da pêşandan.