STENBOL - Danişîna doza Akademisyenên Ji bo Aştiyê danezana "Em nabin şirîkê vî esûcî" îmze kirin Esra Mungan, Meral Camci, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy, li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerê akademîsyenan Meriç Eyupoglu, diyar kir ku tu qîmeta xala 301'an a TCK'ê di qada DMME'ê de tune ye."
8'emîn danişîna doza Akademisyenên Aştiyê yên deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin Dr. Esra Mungan, Yrd. Doç. Dr. Meral Camci, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kivanç Ersoy, li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna dozê de rayedarên Sefaretxaneya Fransa û Norveçê, nûnerê Rêxistina Efoya Navneteweyî gelek rojnameger amade bûn. Di danişînê de Mungan û parêzerên xwe amade bûn. Lê Camci, Kaya û Ersoy tev li danişînê nebûn. Di danişînê de Prz. Meriç Eyuboglu parastin kir û anî ziman ku xala 301'an a TCK'ê ji aliyê DMME'ê ve tu qîmeta wê tune ye û nayê hesibandin. Piştî parastinê heyeta dadgehê doz taloqî 9'ê Cotmehê kirin.