Şahidê hovîtiya OSO E.S: Deh kes li ber çavê min qetil kirin

  • rojane
  • 11:20 18 Nîsan 2018
  • |
img
EFRÎN - Ciwanê bi navê E.S. li Efrînê du caran ji aliyê TSK û komên girêdayî wê OSO'yê ve hat girtin. E.S. behsa hovîtiya komên OSO û TSK'ê li Efrînê tîne serê mirovan kir û got: "Mirovan li pey hev rêz kirin û li ber çavên min deh kes qetil kirin. Piştî min eşheda xwe anî, ez ji destê wan rizgar bûm."
 
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) bi çekên giran êrîşî ser Efrînê kir û piştî du mehan gel koçber kir û dest danî ser malê gel û ket Efrînê. Hovîtiya bi pêşengiya endamên OSO û TSK'ê li Efrînê dewam dike.
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); ciwanê bi navê E.S. (27) ji bajarê Efrînê ye, 2 caran ji aliyê TSK û OSO'yê ve tê girtin. Di roja 18'ê adarê de dema TSK û OSO bi ser navenda Efrînê de operasyon pêk anîn, bi îdayaya ku E.S. "Endamê YPG'ê ye" endamên OSO îşkence lê kirin. E.S. der barê wê wê îşkenceya lê hatiye kirin de axivî. 
 
E.S. da zanîn ku dema gelê Efrînê neçar dima ji bajêr derkeve wî biryar da ku ji mala xwe dernekeve û got: "Me biryar da ku em ji mala xwe dernekev in. Wiha ez bûm şahidê ku çawa Artêşa Tirk û çeteyên wê dizî û talan li Efrînê dikirin. Diketin malan û ciwan bi xwe re dibirin cihên ne diyar. Em ji revandin û îşkenceyê ditirsiyan."
 
E.S. destnîşan kir ku şevekê dema li mala xwe bû xwest ku zû bikeve xewê û wiha domand: "Dema li mal bûm, komeke çete êrîşî mala min kirin. Mal serûbinê hev kirin. Li şervanên YPG 'ê digeriyan. Dema digeriyan hin pere bi min re dîtin. Ez bi xwe re birim û îda kirin ku ez 'endamê YPG'ê me.' Min îdayên wan red kirin. Bi qûndaxa keleşnîkofê li min dan, li zikê min didan. Turek kirin, serê min û ez bi xwe re birim maleke Efrînê ku ji xwe re kiribûn baregeh.
 
'MIN KÊLIYÊN MIRINÊ BI ÇAVÊN XWE DÎT' 
 
Li baregeha xwe destê min li pişt min girêdan, li zik û pişta min didan. Gotinên kirêt ji min re dikirin. Digotin ku ez 'endamê YPG'ê me.' Ji min pirsa cihê malbata min dikirin. Min hemû îdayên wan red kirin. Ji min bawer ne dikirin û ji min aciz dibûn. Li min didan û pirs têkiliya min bi Rêveberiya Xweser re dikirin. pişt re her dû lingê min girêdan û ez dalqandim, serê min kirin nava avê û ez dixeniqand im. Min kêliyên mirinê bi çavên xwe dîtin. Ez 4 roj di destê çeteyan de mam. Di wan çar rojan de min gelek caran mirin bi çavên serê xwe dît. Bi şev av divêtin ser çavên min, da ku xew nekim." 
 
'HER TIM KELEŞA WAN DI SERÊ MIN DE BÛ' 
 
E.S. anî ziman ku yên wî desteser kiribûn di roja dawî de telefona wî ya berîkan lê vegerandin û jê xwestin ku bi hemû xizmên xwe re bixive ji wan re bêje rewş arame û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji min xwestin ku ez bi xizmên xwe yên derketina derveyî Efrînê re biaxiv im û ji wan re bêjim, çete alîkariya me dikin, bela vegerin bajar. Dema ez diaxivîm keleşê kirin serê min. Di roja 5'an de min berdan." 
 
'LI PEY HEV RÊZ KIRIN Û WAN QETIL KIRIN' 
 
Piştî çend rojan careke din endamên OSO E.S jî di nava de 20 ciwanan û zilamên ji taxa Eşrefiyê kom kirin. E.S. der barê wê rojê de jî wiha got: "Me li pey hev rêz kirin. Li ber çavê her kesî ji me pirsa çi têkiliya me bi Rêveberiya Xweser û YPG'ê re heye, pirs dikirin. Dema bersiv ne li gorî kêfa wan bû, gule direşandin. Li ber çavên min deh kes qetil kirin."
 
'PIŞTÎ MIN EŞHEDA XWE ANÎ, MIN NE KUŞTIN' 
 
Heman pirs ji E.S. jî kirin û dema got ku tu têkliya wî bi wan re nîne keleşê xistin serê wî û wiha behsa vê kêliyê kir: "Ez pir tirsiyam, min şehadeta mirinê da. Di deh rojên ku ez li Efrînê mam, min mirin bi çavên serê xwe dît. Mirin nêzî her kesî bû. Rojên zehmet û bi tirs me jiyîn. Dema min eşheda xwe anî, çeteyekî din got 'ew rast diaxive, mislimane û eşheda xwe tîne.' Min bawer ne dikir ji mirinê xilas bibim. Dema ez berdam, min lez kir da ku ji wan xilas bibim, çeteyekî 2 gule li min da, ez bi sivîkî birîndar bûm. Piştre ez derketim û gihiştim malbata xwe."
 
E.S. piştî ewqas bûyer tên serê wî, di nava bexçeyan re berê xwe dide navçeya Şêrawa. Bi şev dimeşe û bi roj xwe di nava keviran de vedişêre, heta gihişt gundê Soxankê ya navçeyê, li vir êdî giha cihekî bi ewle, ji wir jî berê xwe da gel malbata xwe ya li kantona Şehbayê bi cih bûye.
 
E.S. di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew bi bawer in ku dê vegerin Efrînê. 

Sernavên din

19/04/2018
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye
09:12 'Mislimanên nebûne yek li dijî kurdan bûn yek
09:11 Komira AKP'ê ya hilbijartinê li naverastê ye
09:10 Di serdema AKP'ê de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirin
09:10 Karkerên li Çelê li petrolê digerin wisa tên parastin!
09:09 'Dixwazin Ertoş û Oremarê bikin herêma tampon'
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2018'AN
08:49 Rojnameger Levent Gultekin namzetiya Serokomariyê aşkere kir
08:24 Pasdarek Îranê ji malbatek Kurd 4 kes kuştin
18/04/2018
20:24 Li hemberî girêkoriya netew dewletan, xweseriya demokratîk parastin
19:27 Li Efrînê cenazeyê jineke hatiye kuştin hat dîtin
18:06 OHAL cara 7’emîn hat dirêjkirin
17:23 Wezîrê Parastina Mîllî yê berê Vuralhan hat kuştin
17:22 Beştaş: Ev hilbijartina Zordest e, gel dê ji AKP-MHP'ê xelas bibe
17:04 Li Riha û Dîlokê girtin
16:59 Dîroka ezmûna YKS’ê hat guhertin
16:35 Li Bestayê leşker qadên koçeran topbaran dikin
16:22 Beko: Tirkiye di sedsala 21’an de bûye dojeh
16:15 Karkerê ji kar hat avêtin li ber saziya kar çalakî pêk anî
16:10 Erdogan: Hilbijartin dê di 24’ê hezîranê de pêk bê
15:42 Polîsekî li Bedlîsê întîxar kir
15:36 Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê hat berdan
15:27 Êzîdiyên Êlih û Mêrdînê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin
15:09 Di doza Nisêbînê de krîza parastina kurdî
14:49 Yolerî: Hişmendiya mêr, naxwaze têkiliya mêrantiyê û îstîsmarê bibînin
14:02 Parêzerê Akademîsyenên Aştiyê: Ji bo DMME'ê qîmeta xala 301'an tune
13:55 ESP’ê girtina hevalên xwe şermezar kir
13:46 Ser întîharên qada tenduristiyê vedişêrin
13:45 Doza Fîncanci, Onderoglu û Nesîn taloq bû
13:04 Li Edeneyê banga 1’ê Gulanê: Werin em wêneyê pêşerojê xêz bikin
12:47 Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye
12:46 Temellî hilbijartina pêşwext nirxand: Em ê wan bavêjin çopdanka dîrokê
11:36 HDP piştî niqaşên hilbijartinê dadikevin qadan
11:20 Şahidê hovîtiya OSO E.S: Deh kes li ber çavê min qetil kirin
11:00 Trump ji bo keşeyê amerîkî yê girtî Tirkiye rexne kir
10:51 Bijîşkê Avrînê: dixwazin Efrînê bê kurd bihêlin
10:35 Serpelê ji kar hat avêtin li ber şaxa leşkerî întîhar kir
10:19 Aytîn: Jin pêşengiya yekîtiya neteweyî ya kurd dikin
10:03 Zabiteyê qeyûmê dema hişbir difirot hat girtin
09:53 Selîm Temo: Azadiya Welat dara rûmetê ye
09:52 Xwarinên xwe di kunsarkan de muhafize dikin
09:51 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê CPT’î biçe Îmraliyê jî
09:50 ‘Doza panzêrê’ ya Silopiyayê: Kujer di nav me de ye
09:50 Desteya Parastina Heyînên Çandî xwedî li malên tescîlkirî dernakeve
09:49 Jinên penaber li atolyeyê hatin gel hev
09:49 Portreyên ermeniyan ji 1915’an heta niha kirin pirtûk
09:47 Derhênerê Kaçiş: Li herêma şer mirin ji jiyanê zehmetir e
09:46 Karkerî an jî melatî li zarokên xizanan tê ferzkirin!
09:43 Şivanên li ‘Bazara Şivanan’: Tirsa me herêmên qedexekirî ne
09:42 'Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e’
09:39 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2018'AN
17/04/2018
17:04 Nûçegihanê ETHA’yê Adil Demîrcî hat girtin
16:58 Daxawaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
15:44 Salek û 3 meh ceza li dîroknas Ayşe Hur birîn
15:28 Li Amedê starta 1’ê Gulanê hat dayîn
15:27 23 kesên belavoka 1'ê Gulanê belavkirin sewqî dadgehê kirin
15:26 Di doza Nisêbînê de parastina ‘xwerêveberiyê’
15:00 Bi lez ‘Hevparên HDK'ê serbest berdin
14:18 Erdogan: Ez naxwazim der barê hilbijartinê de bi axivim
13:58 Buldan: Kurd dê li dijî zilmê yekîtiya xwe deynin holê
13:48 Karkerên li pêş Şaredariya Beşiktaşê karê xwe dixwazin
13:29 Tugaya Sultan Murad û El Şerqîye li Efrînê 5 Hezar ton genim dizîn
13:29 Kesê binçavkirî rastî êrîşa çekdarî hat
13:26 Kesê îstîsmarî zarokê astengdar kir hat girtin
12:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 747’emîn serlêdan kir
12:24 6 sal û 3 meh ceza li Îhsan Elîaçik birîn
11:59 Bahçelî hilbijartina pêşwext xwest: Em nikarin heta 2019’an li ber xwe bidin
11:50 KCD’ê Çarşema Sor pîroz kir
11:49 Prof. Jongerden: Tirkiye winda kir
11:24 Polîsan dayika 5 meh ducanî derb kirin
10:55 HPG’ê çekên 8 cerdevanan desteser kir
10:48 Farqînî: Dewletên serdestiyê li ser kurdan bikin tu carî aram nabin
09:31 Guldexwînan rengê xwe da xwezayê
09:30 Li nav Efrîniyên koçî Şehbayê kirin jana zirav berbelav dibe
09:29 Lîstika ‘Hefteya Rojbûna Pîroz’ a Hîzbullahê
09:28 ‘Her meh em deyndarê dewletê ne’
09:28 Şaxên zeytûnan di dest wan de man
09:27 Şaredariya DBP’î bike sûc e, qeyûm bike xizmet e!
09:26 35 salin bêrîvaniyê dike
09:25 Qîmeta xwezayê di rîçala îsotên a tûj de veşarî ye
09:25 Helbestên bi dizîka dinivîsand, ew bêtir bi jiyanê ve girêda
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2018'AN
16/04/2018
18:44 163 rêxistinên jin: Pêşnûnameya Xesandina Kimyewî paşve bikişînin
17:12 Rêxistinên navteweyî piştgirî dan Rojnameger Nedîm Turfent
17:11 Doza Nisêbînê de parastin: Berxwedana rêveberiyên xweser dê bibe ronahiya siberojê
16:31 Êrîşên Sûriye ji bo Tirkiye refê xwe diyar bike bû hişyarî
16:03 56 rêxistinên ekolojiye Yekîtiya Ekolojiyê ragihandin
15:41 HDP: Davutoglu, Fîdan, Akdogan û Ala biçin şahidiyê bikin
15:29 Îhaleya Fabrîkeya Şekir a Erziromê bê daxwaz bi dawî bû
15:22 Zilamê Emîne Demîrcî kuşt, dê serbest bê darizandin
15:22 Ne OHAL demokrasî
15:02 Dadgehê cara dawî ji bo Demîrtaş dem nas kir
14:38 Li Êlihê qeza: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:24 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Sûr û Heskîf mîrateya hevpar e
14:23 Karkerê ji kar hat havêtin, li ber şaredariyê dest bi çalakiyê kir
13:34 Sekreterê Giştî yê NATO: Operasyon Sûriyeê peyamek vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû