Buldan: Kurd dê li dijî zilmê yekîtiya xwe deynin holê

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de axivî û got: “Ez hêvîdarim û daxwaz dikim ji îro pê ve deswerdanek herî biçûk jî ku li dijî gelê kurd pêk were, dê bibe sedema yekîtî û hevgirtina gelê kurd. Pêwîste gelê kurd li dijî zilmê helwesta xwe deyne holê.” 

 
Hevseroka Gîştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna heftane ya partiya xwe ya li Meclîsê de axivî. Beşdariyek zêde ji bo bernameyê hebû û hevserokên bajaran ên HDP’ê û gelek rêveberên HDP’ê ji bajarên cuda hatin tev li civînê bûn. 
 
‘DÊ GELÊ KURD YEKÎTÎ Û HEVGIRTINA XWE DEYNE HOLÊ’ 
 
Buldan di axaftina xwe de behsa serdanên heyeta HDP’ê ya li Herêma Federa ya Kurdisanê kir û got: “Em di serdanê de bi partî û saziyên civakî re hatin gel hev. Hevdîtinên me pêk anî gelek girîng bûn. Dixwazin gelê kurd bi tevahî tasfiye bikin. Dixwazin wan derveyî siyasetê bihêlin. Di serdemek wiha de ev serdan gelek gelek girîng e. Di her serdana me de me û saziyên me yên Başûr ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd nêrînên xwe girîng û dîrokî anîn ziman. Me hemûyan destnîşan kir k udi vê serdemê de yekîtî û hevgirtina gelê kurd çiqas pêdiviyek bingehîn e û pêwîste kurd bi her cûre komkujiyê re gotina xwe bîne ziman.  Ez hêvîdarim û daxwaz dikim ji îro pê ve deswerdanek herî biçûk jî ku li dijî gelê kurd pêk were, dê bibe sedema yekîtî û hevgirtina gelê kurd. Pêwîste gelê kurd li dijî zilmê helwesta xwe deyne holê.” 
 
‘DIVÊ KURD DI NAV HÊZEK YEKÎTÎ DE TEVGER BIKIN’ 
 
Buldan destnîşan kir ku gelê kurd di Rojhilata Navîn de xwedî hêzek stratejîk û dîrokî ne û wiha domand: “Divê di serdema qonaxa herî girîng de bibin yek û hêza xwe bikin yek. Çunkî pêvajoya bi Kerkûkê destpê kir û îro bi Efrînê didome, hêj metirsî didomin û divê em hemû vê yekê baş bixwînin û girîngiyê bidin vê pêvajoyê. Ji ber vê yekê jî divê gelê kurd di navbera xwe de yekîtiyê ava bike û wek berpirsyariyekî dîrokî li pêş me disekine. Li gel îro em dibêjin ku polîtîkaya dagirkirin û şer a li Efrîn û Sûriyeyê ne çareseriye jî, lê bi şer û dagirkirinê li çareseriyê digerin.” 
 
‘BOMBE Û FUZE LI DIJÎ VÎNA GELÊ SÛRIYEYÊ YE’ 
 
Buldan behsa geşedanên dawî yên li Sûriyeyê kir û wiha axivî: “Yên li dijî şer derdikevin bi dijminahiya welat tên sûcdarkirin. Lê her çawa dibe jî balkêş e ku li dijî şer derdikevin. Lê halbûkî destwerdana li dijî Sûriyeyê di serî de ji bo Rojhilata Navîn tevahî û Tirkiyeyê dê bibe nîşaneya bê îstîkrariyê. Elbet em li dijî hemû destwerdanên li ser Sûriyeyê ne. Her tim me got pirsgirêka Sûriyeyê ne bi şer dê bi çareseriyê bê çareserkirin. Îro jî em heman tiştî dubare dikin. Di destwerdana DYA û hevkarên wê de yên ku zerar dîtin gelên li Sûriyeyê ne. Her bombe û fuzeyek diavêjin Sûriyeyê, em li dijî vîna gelê Sûriyeyê dibînin. Ji ber vê yekê divê demil dest ji vê gerînekê bê derketin û li derdora maseyekê lêgerîna çareseriyê bê axaftin.” 
 
'EM HEWALEYÎ WÎJDANÊ GELÊ KURD DIKIN’ 
 
Buldan bertek nîşanî gotinên “Ew li dijî terorîstan, xwedê nenas û bêbaweran şer dikin” Serokomar Erdogan ku ji bo OSO’yê gotibû da û wiha got: “Em gotinên Erdogan yên ji bo Efrîniyan dibêje xwedê neneas şermezar dikin. Heke ku serokomerê welatekî baweriya wî bixwedê hebe, divê ne aligirê şer be. Serokomerek li ser xwîna însana siyasetê bike û fermana şer bide, em ê baweriya wî ya li hember Xwedê bidarizînin. Û em wan hewaleyî wîjdanê gelên Tirkiyeyê û gelê kurd dikin.” 
 
‘QANÛNA TIFAQÊ, QANÛNA DIZÎKIRINA HESPÊ YE’ 
 
Buldan bal kişand ser tifaqa hilbijartinê û got: “Di serdemek ku hevserokên me giştî, wekîlên me, hevşaredarên me û bi hezaran endam û rêveberên me girtî ne referandûm pêk hat. Li gel vê yekê jî dengê na li pêş bû. Encax bi darbeya YSK’ê encam hat guhertin û milyon û nîv deng deng nederbasbar jimartin. Yên ku van pêkanîn darbeya 4’ê mijdarê pêk anîn. Çawa ku encama hilbijartina referandûmê ne rewa bû, hat nîşandan ku wê rojê AKP’ê winda dikir. Du tiştên bi AKP’ê dida windakirin hene. Yek jê koalîsyona AKP’ê û MHP’ê bû. Çunkî AKP’ê wê rojê qezenc bikira dê îro pêdivî bi tifaqa li gel MHP’ê nedîta. Her wiha şev nîvê şevê qanûna tifaqê derbas kirin. Ev jî nîşaneya didoyan e. Divê ev ev qanûn wek operasyona li dijî sindoqan bê zanîn. Dengên bê mohr anîn halê qanûnî. Serokê Giştî yê AKP’ê wê şevê gotibû ‘Yê hespê xwe hilda ji Uskudarê derbas bû.’ Lê me dêna xwe dayê ku hespê jî dizî kirine. Qanûna tifaqê qanûna dizîkirina hespê ye.” 
 
‘BERÊ KOMIR Û MEQARNE BÛ, NIHA JÎ ÇEK Û GULE’ 
 
Buldan anî ziman ku êdî li Tirkiyeyê ewlehî û aramî nemaye û wiha dewam kir: “Ev li her deverê gule û çekan belav dikin. Berê komir û meqarneyan belav dikirin. Tu kurd vîna xwe bi meqarna û komirê nafiroşe. Niha jî bi çek û guleyan dixwazin vê vînê ji wan bistînin. Ev jî asta ku tifaqa AKP-MHP’ê Tirkiyeyê aniye çi rewşê nîşan dide.” 
 
Buldan bertek nîşanî dirêjkirina OHAL’ê jî da û got ku zavayê wê yê wezîr ji niha ve sînyala mudaxeleya dengan da. 
 
BULDAN BERSIVA BAHÇELÎ DA: HODRÎ MEYDAN 
 
Buldan xwesteka hilbijartina pêşwext a Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî nirxand û got: “Min du hefte berê gotibû ev tifaq li benda 2019’an nasekine. Bahçelî vê gotinê bi serê xwe negot. Bahçelî bê Erdogan nikare daxuyaniyek wiha bide. Erdogan bi serê xwe vê daxuyaniyê nade, bi destebirakê xwe Bahçelî dide vegotin. Baş e li welatek ku OHAL didome dê ev welat çawa biçe hilbijartinê. Ev welat di bin dij qanûnan de nikare biçe hilbijartê. Lê encax heke we biryarek girtibe, em jî wek HDP’ê dibêjin hodrî meydan. Em ji hilbajirtinê re jî hene Va hemû hevserokên me li vir in. Ez bang li wan dikim ku bila xwe ji bo hilbijartinek pêşwext amade bin. Dê gelê me we di wan sindoqan de veşêrê.” 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/04/2018
10:03 Jiyana wan koçberî ye
10:02 'Redkirina derzîkirinê tê maneya ji 10 zarokan 2 zarok bimirin’
09:16 Girtiyê ku cezayê wî nehat erêkirin xistin hucreyê
09:15 'Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe OHAL'ê dirêj dike'
09:13 Meclîsê ji bo pêşniyaznameya der barê 18 zimanan de got 'îsrafa kedê' û ew îade kirin
09:13 Îdiaya ku berendamê herî ciwan ê AKP'ê sixtekarî kiriye
09:12 'Mislimanên nebûne yek li dijî kurdan bûn yek
09:11 Komira AKP'ê ya hilbijartinê li naverastê ye
09:10 Di serdema AKP'ê de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirin
09:10 Karkerên li Çelê li petrolê digerin wisa tên parastin!
09:09 'Dixwazin Ertoş û Oremarê bikin herêma tampon'
09:00 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2018'AN
08:49 Rojnameger Levent Gultekin namzetiya Serokomariyê aşkere kir
08:24 Pasdarek Îranê ji malbatek Kurd 4 kes kuştin
18/04/2018
20:24 Li hemberî girêkoriya netew dewletan, xweseriya demokratîk parastin
19:27 Li Efrînê cenazeyê jineke hatiye kuştin hat dîtin
18:06 OHAL cara 7’emîn hat dirêjkirin
17:23 Wezîrê Parastina Mîllî yê berê Vuralhan hat kuştin
17:22 Beştaş: Ev hilbijartina Zordest e, gel dê ji AKP-MHP'ê xelas bibe
17:04 Li Riha û Dîlokê girtin
16:59 Dîroka ezmûna YKS’ê hat guhertin
16:35 Li Bestayê leşker qadên koçeran topbaran dikin
16:22 Beko: Tirkiye di sedsala 21’an de bûye dojeh
16:15 Karkerê ji kar hat avêtin li ber saziya kar çalakî pêk anî
16:10 Erdogan: Hilbijartin dê di 24’ê hezîranê de pêk bê
15:42 Polîsekî li Bedlîsê întîxar kir
15:36 Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê hat berdan
15:27 Êzîdiyên Êlih û Mêrdînê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin
15:09 Di doza Nisêbînê de krîza parastina kurdî
14:49 Yolerî: Hişmendiya mêr, naxwaze têkiliya mêrantiyê û îstîsmarê bibînin
14:02 Parêzerê Akademîsyenên Aştiyê: Ji bo DMME'ê qîmeta xala 301'an tune
13:55 ESP’ê girtina hevalên xwe şermezar kir
13:46 Ser întîharên qada tenduristiyê vedişêrin
13:45 Doza Fîncanci, Onderoglu û Nesîn taloq bû
13:04 Li Edeneyê banga 1’ê Gulanê: Werin em wêneyê pêşerojê xêz bikin
12:47 Aborînas Katircioglu: Di bingeha krîzê de siyaset heye
12:46 Temellî hilbijartina pêşwext nirxand: Em ê wan bavêjin çopdanka dîrokê
11:36 HDP piştî niqaşên hilbijartinê dadikevin qadan
11:20 Şahidê hovîtiya OSO E.S: Deh kes li ber çavê min qetil kirin
11:00 Trump ji bo keşeyê amerîkî yê girtî Tirkiye rexne kir
10:51 Bijîşkê Avrînê: dixwazin Efrînê bê kurd bihêlin
10:35 Serpelê ji kar hat avêtin li ber şaxa leşkerî întîhar kir
10:19 Aytîn: Jin pêşengiya yekîtiya neteweyî ya kurd dikin
10:03 Zabiteyê qeyûmê dema hişbir difirot hat girtin
09:53 Selîm Temo: Azadiya Welat dara rûmetê ye
09:52 Xwarinên xwe di kunsarkan de muhafize dikin
09:51 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê CPT’î biçe Îmraliyê jî
09:50 ‘Doza panzêrê’ ya Silopiyayê: Kujer di nav me de ye
09:50 Desteya Parastina Heyînên Çandî xwedî li malên tescîlkirî dernakeve
09:49 Jinên penaber li atolyeyê hatin gel hev
09:49 Portreyên ermeniyan ji 1915’an heta niha kirin pirtûk
09:47 Derhênerê Kaçiş: Li herêma şer mirin ji jiyanê zehmetir e
09:46 Karkerî an jî melatî li zarokên xizanan tê ferzkirin!
09:43 Şivanên li ‘Bazara Şivanan’: Tirsa me herêmên qedexekirî ne
09:42 'Tekane tişta ku cîhanê rizgar bike muzîk e’
09:39 ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2018'AN
17/04/2018
17:04 Nûçegihanê ETHA’yê Adil Demîrcî hat girtin
16:58 Daxawaza hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat redkirin
15:44 Salek û 3 meh ceza li dîroknas Ayşe Hur birîn
15:28 Li Amedê starta 1’ê Gulanê hat dayîn
15:27 23 kesên belavoka 1'ê Gulanê belavkirin sewqî dadgehê kirin
15:26 Di doza Nisêbînê de parastina ‘xwerêveberiyê’
15:00 Bi lez ‘Hevparên HDK'ê serbest berdin
14:18 Erdogan: Ez naxwazim der barê hilbijartinê de bi axivim
13:58 Buldan: Kurd dê li dijî zilmê yekîtiya xwe deynin holê
13:48 Karkerên li pêş Şaredariya Beşiktaşê karê xwe dixwazin
13:29 Tugaya Sultan Murad û El Şerqîye li Efrînê 5 Hezar ton genim dizîn
13:29 Kesê binçavkirî rastî êrîşa çekdarî hat
13:26 Kesê îstîsmarî zarokê astengdar kir hat girtin
12:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 747’emîn serlêdan kir
12:24 6 sal û 3 meh ceza li Îhsan Elîaçik birîn
11:59 Bahçelî hilbijartina pêşwext xwest: Em nikarin heta 2019’an li ber xwe bidin
11:50 KCD’ê Çarşema Sor pîroz kir
11:49 Prof. Jongerden: Tirkiye winda kir
11:24 Polîsan dayika 5 meh ducanî derb kirin
10:55 HPG’ê çekên 8 cerdevanan desteser kir
10:48 Farqînî: Dewletên serdestiyê li ser kurdan bikin tu carî aram nabin
09:31 Guldexwînan rengê xwe da xwezayê
09:30 Li nav Efrîniyên koçî Şehbayê kirin jana zirav berbelav dibe
09:29 Lîstika ‘Hefteya Rojbûna Pîroz’ a Hîzbullahê
09:28 ‘Her meh em deyndarê dewletê ne’
09:28 Şaxên zeytûnan di dest wan de man
09:27 Şaredariya DBP’î bike sûc e, qeyûm bike xizmet e!
09:26 35 salin bêrîvaniyê dike
09:25 Qîmeta xwezayê di rîçala îsotên a tûj de veşarî ye
09:25 Helbestên bi dizîka dinivîsand, ew bêtir bi jiyanê ve girêda
09:00 ROJEVA 17'Ê NÎSANA 2018'AN
16/04/2018
18:44 163 rêxistinên jin: Pêşnûnameya Xesandina Kimyewî paşve bikişînin
17:12 Rêxistinên navteweyî piştgirî dan Rojnameger Nedîm Turfent
17:11 Doza Nisêbînê de parastin: Berxwedana rêveberiyên xweser dê bibe ronahiya siberojê
16:31 Êrîşên Sûriye ji bo Tirkiye refê xwe diyar bike bû hişyarî
16:03 56 rêxistinên ekolojiye Yekîtiya Ekolojiyê ragihandin
15:41 HDP: Davutoglu, Fîdan, Akdogan û Ala biçin şahidiyê bikin
15:29 Îhaleya Fabrîkeya Şekir a Erziromê bê daxwaz bi dawî bû
15:22 Zilamê Emîne Demîrcî kuşt, dê serbest bê darizandin
15:22 Ne OHAL demokrasî
15:02 Dadgehê cara dawî ji bo Demîrtaş dem nas kir
14:38 Li Êlihê qeza: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:24 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Sûr û Heskîf mîrateya hevpar e
14:23 Karkerê ji kar hat havêtin, li ber şaredariyê dest bi çalakiyê kir