AMED - Fatma Yaşar a 81 salî piştî 60 salan ji ber wêrankirinê necar ma ku ji Sûrê derbikeve. Yaşar ev 20 salin karton kom dike û li zaroka xwe ya astengdar mêze dike.
Jina binavê Fatma Yaşar a 81 salî berî 60 salan ji navçeya Sîwerega Rihayê hat li navçeya Sûra Amedê bi cih bû. Yaşar ji wê demê û vir ve li mala xwe ya li Kolan Melîkahmet dijî û piştî qedexeyên derketina derve ya Sûrê necar ma ku barke navçeya Rezana Amedê. Pîra 81 salî ev 20 salin kartonan kom dike û zaroka xwe ya astengdar xwedî dike. Yaşar, diyar kir ku hemû jiyana wê li Sûrê derbas bû û wiha axivî: “Malên em hemû şewitindin û wêran kirin. Li hemberî vê yekê êdî hêza min nemaye. Ez her roj diçim Sîteya Komkirina Xurekan û li wê derê kartonan kom dikim. Ez debara xwe bi vî karî dikim.”
‘JIYANA MÎNA RÊWÎTIYA KOÇBEREK DÛR Û DIRÊJE’
Yaşar, anî ziman ku ew jiyana xwe dişibîne rêwîtiya koçberek dûr û dirêj û wiha got: “Gava em ji Rihayê nû hatin Sûrê hemû der arazî bûn. Tiştek lê tunebû. Cihê postexaneya mezin zeviyên xesan bûn. Ji ol û nijadên cûda mirov lê dijiyan. Ji Alî Paşa bigirin, heya Mînareya Çar Ling, ji wir jî bigirin heya taxên Hasirli, Lalebey û Mînareya Aynali Xirîstiyan, Sûryanî û Ermenî lê dijiyan. Hîna jî mîna Taxa Gawiran tê binavkirin. Mala me diket xara Parka Anzele. Wê demê pir kêm mal hebûn. Wê demê robarek diherikî. Hemû taxê ava robar bi kar di anîn. Ez dem bi dem diçûm min mala çîranên xwe temaşe dikir. Şer û wêrankirinê tu tişt paş xwe de nehêla. Her tişt şewitand û wêran kir. Hemû kesê koç kirin.”
‘LI ZAROKA XWE YA ASTENGDAR MÊZE DIKIM’
Yaşar, da zanîn ku gelek bîranînên wê di kolanên Sûrê de man û wiha bilêv kir: “Min 6 zarokên xwe li Sûrê anîn dine û mezin kirin. Min hevjin û kurekê xwe berî 2 salan winda kir. Ez li Rezanê di maleke kirê de rûdinim. Kurekê min ê astengdar heye. Ez li wî mêze dikim. Serê sibê radibim têm sîteyê, dikan bi dikan digerim û kartonan kom dikim. Kartonên min kom kirin, bi şev dibim fabrîqeyê û difiroşim. Ez hem debara xwe û hem jî ya kurê xwe yê astengdar dikim.”
‘HEYA DEST Û PIYÊN MIN BIGIRIN EZÊ BIXEBITIM’
Yaşar, destnîşan kir ku dikandarên sîteyê ji wê hes dikin û wiha bi dawî kir: “Jin çi karî bikin bila bikin, teqez rastî nêzîkatiyên negatîf tên. Gava mirov pîr be, hemû kes bi çavê ji xwe ev qediyaye li mirov mêze dikin. Lê ligel hemû tiştî min dest ji karê xwe berneda. Ez tim xebitîm. Li şûna ku çavê min ber destê hinekan be, ezê bi xwe ji bo xwe bixebitim. Heya dest û piyên min bigirin ezê bixebitim.”
MA / Esra Solîn Dal