2 sal derbas bûn hîn jî îdianame doza Gemsîzê nehatiye amadekirin

  • rojane
  • 09:18 15 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL – Di ser kuştina Pinar Gemsizê ku polîsan ew kuşt, re 2 sal derbasbûn, lê belê heta niha tu geşedan rû nedane. Yaşar Gemsîz, hevjînê Pinar Gemsîzê, diyar kir ku ew li benda edaletê ne û got keça wî dibêje “Bavo, ez ê kengî kujerên diya xwe bibinim.” 

Dayika 3 zarokan Pinar Gemsîz, di 15’ê Gulana 2016’an de li Taxa Gaziyê ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê, bi guleyên polîsan hat kuştin. Di ser kuştina Gemsîzê re hema bêje 2 sal derbas bûne lê belê heta niha tu geşedan rû nedane. Di lêpirsîna ku li Dozgeriya Komarê ya Sûltangaziyê hat destpêkirin de, ji roja ewil ve der barê bûyerê de biryara nepeniyê hat dayîn û ev biryar hîn jî didome. Heta niha 2 dozgerên dosyeyê guherîne û niha dosye li benda dozgerê sisêyan e. Di dosyeyê de heta niha tu tişt neguherîne, lê belê piştî Pinarê ji bo malbata wê gelek tişt guherîn. 
 
Piştî Pinar Gemsîzê, hevjînê wê Yaşar û zarokên wê Hunav û Bager tevî bavê xwe li malekê dijîn, lê belê Avşîna ku dema diya wê hat kuştin 3 mehî bû, heta demekê bi şîrê dayînên dildar hat xwedîkirin. Dû re jin bira Yaşar Gemsîz, Saybe Gemsîz ku li heman taxê rûdiniştin lê nihêrî. Lê belê 7 meh berê mala Saybe Gemsîz ji Taxa Gaziyê çû Maltepeyê û ji ber vê êdî malbat ancax 15 rojan carekê Avşînê dibîne. Çimkî bav Yaşar Gemsîz hem dixebite hem jî bi xwedîkirina herdu zarokên xwe û dibistana wan re eleqedar dibe. Her çend ev rewş ji bo wan zehmet be jî, ji bo lênerîna Avşînê vê rewşê qebûl dikin. 
 
‘GELO EZ Ê KUJERÊN DIYA XWE BIBÎNIM?’ 
 
Niha Avşînê bûye 2 sal û hîn jî hay ji hebûn û tunebûna diya xwe tune ye. Lê belê Bager (15) û Hunav (9) hay ji vê rewşê hene. Dema Hunav hîn dibe dayika wê hatiye kuştin wisa dibêje: “Zirara diya min negihaştiye tu kesî, ji bo çi diya min kuştin. Bavo ev polîs doza çi me dixwazin.” Bav Gemsîz, destnîşan kir ku dema keça wî polîsan dibîne ditirse û xwe dixe pişt wî. Gemsîz got: “Keça min Hunav tim dibêje ‘bavo, ez ê kengî kujerên bavê xwe bibînim. Gelo ez wan bibînim?” 
 
‘ME ROJÊN ZEHMET DÎTIN’ 
 
Yaşar Gemsîz, destnîşan kir ku piştî hevjîna wî hatiye kuştin, gelek tişt guherîne û got: “Me rojên zehmet dîtin. Hîn jî em dibînin. Niha li du zarokan dinerim. Hem dibistana wan hem jî mal, zehmet e.” Gemsîz, bi lêv kir ku xwişka wî heftê carekê tê mala wan aliyê wan paqijiyê dike û got: “Sibehê dema hişyar dibim diçim cihê kar. Bager diçe lîseyê û Hunav jî diçe pola 3’yan. Zarokên min herdu jî piştî nîvroj diçin dibistanê. Ji ber wê dema radibin taştêya xwe amade dikin. Dû re kurê min diçe dibistana xwe. Keça min jî tê cem min saetekê du saetan dimîne. Dema karê min diqede, saet li dor 19.00’an diçim dibistanê keça xwe digirim û em tên malê. Demildest dest bi çêkirina xwarinê dikim. Wê çaxê kurê min jî ji dibistanê tê. Em xwarina xwe dixwin. Eger hebin ez an jî kekê wê, em ji bo dersê alîkariya keça min dikin.” 
 
‘EM LI BENDA EDALETÊ NE’ 
 
Gemsîz, destnîşan kir ku nêzî 7 meh berê kekê wî û hevjîna xwe mala xwe birine Maltepeyê û got: “Heta niha jinbira min li Avşînê dinere. Piştî mala xwe birin Maltepeyê êdî em wek berê Avşînê nabînin. 15 rojan carekê em wê dibînin. Carinan em bi tekefonê bi dîmen diaxivin. Niha di warê tenduristiyê de tu pirsgirêkeke wê tune ye. Lê bê dê mezin dibe.” Gemsîz domand: “Em ji hev dûr in. Ew li wir, em jî li vir dijîn. Tim hişê me li ser Avşînê ye. Hişê min bûye sê çar perçe. Ne perçeyekî tenê me. Hem bi kar re eleqedar dibim hem bi zarokan û hem jî li Avşînê û dozê difikirim. Hema bêje jiyana me perçe perçe bû.” 
 
Gemsîz, destnîşan kir ku heta niha di dozê de tu geşedan rû nedane û biryara nepeniyê ya li ser dosyayê hîn jî didome. Gemsîz got: “Hema bêje 2 sal derbas bûn, lê hîn jî tu geşedan rû nedane. Em dixwazin edalet bi awayekî lez û bez pêk bê. Em li benda edaletê ne.” 
 
‘ÎDIANAME NEHATIYE AMADEKIRIN’ 
 
Parêzerê Gemsîzê, Ferhat Bogatekîn jî, diyar kir ku nêzî 2 sal berê bûyer qewimiye, lê belê hîn jî îdianame nehatiye amadekirin. Bogatekîn got: “Di serlêdana dawî de me rû bi rû bi dozger re hevdîtin çêkir. 4 meh berê me bi dozgerê sêyem ê dosyeyê re hevdîtin çêkir û got ‘Ez ê îdianameyê amade bikim.’ Lê hîn nehatiye amadekirin. Tiştek negihaştiye ber destê me. Bi îhtimaleke mezin dibêjin ev bûyer ‘kiryar nediyar e’ û ji ber vê li ser nasekinin. Me ji dozger xwes demildest dozê bide destpêkirin, lê tiştek nekir. Dibe ku biryara neşopandinê jî bidin. Ji ber mafê jiyanê hatiye binpêkirin niha em li ser Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME’yê hûr dibin.” 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

16/04/2018
13:34 Sekreterê Giştî yê NATO: Operasyon Sûriyeê peyamek vekirî ji bo Rûsya, Esad û Îranê bû
13:26 Polîsan çalakiya li dijî OHAL’ê ya CHP’ê asteng kir
13:16 ESP: Binçavkirin nikarin vîna me bişkênin
12:51 Polîsan bi ser gundê Colemêrgê de girtin
12:21 Rayedarek rejîma Sûriyeyê: Rûsya cihê rastî êrîşê hatin, berê ji me re ragihand
11:47 2'yemîn danişîna doza Nisêbînê dest pê kir
11:24 Di meha Çile de bêkarî zêde bû
11:12 Malpera Jineolojî bi zimanê farisî dest bi weşanê kir
10:32 Aborînas Nas: Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne
10:28 Leşkerên TSK'ê li ser sînor welatiyek Rojava îşkence kirin
10:20 Li Bestayê êrîş: 3 leşker hatin kuştin
10:15 ATK’ê, polîsê 5 kesan pelçiqand û kuşt ‘bêqisûr’ dît
09:58 Bertek nîşanî qirêjkirina Kaniyên Munzurê dan: Rêzê nişanî navendên baweriyên me bidin
09:31 Fatma ya bi salane şivantiyê dike: Ez û xweza bûne yek
09:30 'Rojek berê destûra înşaat Akkuyu derket'
09:28 ‘Emê ji bo ked û nasnema xwe di 1’ê Gulanê de li qadin bin’
09:28 Qawîşa xweseran ferzî girtiyan dikin
09:27 Taşçier: Ji bo kongreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin
09:26 Pîra 81 salî bi komkirina kartonan debara xwe dike
09:25 Bozgeyîk: Em dê bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin
09:25 Derhêner Konar: Min xwest derûniya zarokên Kurd vebêjim
09:23 Li şûna tuala caw li ser text suretan xêz dike
09:23 Dozger pêwistî bi lêpirsîna mirina Mehmet Tunç nedît
09:21 Dikandarên Kemeralti: Me têra xwe îflas kiriye, tiştên din çîrokin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2018'AN
07:48 Odeya Tabîban a Amedê Hevserokên xwe hilbijart
15/04/2018
17:18 Fîkret Başkaya: Oldarên polîtîk tu projeyek wan ê civakî tuneye
16:31 Benlîsoy: Ger DYA bibe hêz, dê rêya Sûriye li Tirkiye bigire
16:26 Ji Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê banga Efrînê: Bêdeng nemînin, gav bavêjin
15:32 'Dê ne li gorî DYA û ne jî gor Rûsya çêbe, çareseriyek hevpar me dîtiye'
15:24 Akdogan ê HDP'î: Pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye
14:58 Ji jinan banga 1’ê Gulanê: Em ê bi hevre bi serbikevin
14:57 Fîlmê ‘Hewno Bêreng’ hat pêşandan
14:12 Li Helebê taxa dest ji berxwedanê bernade: Şêxmaqsûd
11:46 Weşanxaneya Otonom: Naxwazin em xwe bigînin rastiyan
11:33 Karkerên li Çelê bi çekan dixebitin kîne?
10:43 Li Wanê qedexeya neçîrê dest pê kir
10:38 YE: Tirkiye beropaş gavên mezin avêtiye
10:06 ‘Ji bo stran û şanoyê pêdiviya me bi rohanî û salonan tune ye'
09:22 Li Cizîrê dixwazin xaniyê li ser piya maye jî hilweşînin
09:21 Hem şîfa ye hem debar e
09:21 Ozugurlu: Êrîşên li ser Efrinê rê li pêş êrîşa li ser Gutayê vekir
09:20 Li Şakranê girtî bi droneyan tên şopandin!
09:19 ‘Jiyana gund ji ya bajar gelek çêtir e'
09:18 2 sal derbas bûn hîn jî îdianame doza Gemsîzê nehatiye amadekirin
09:17 Pirtûka Jessica Schiefauer ‘Oglanlar’ li Tirkiyeyê jî hat çapkirin
09:17 Karkerên li ber xwe didin li benda 1’ê Gulanê ne
09:16 Karkerên Sûriye bi keda erzan karê giran dikin
09:15 Kesên ji bo kar berê xwe didin welatên ereban vedigerin
09:14 Mêran got ‘hûn nikarin bikin’, lê wan Mala Sabûnê ava kir
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2018'AN
07:59 Li barageha leşkerên Îran ya Helebê teqîn: 20 suyayên Îranî mirin
14/04/2018
16:46 HDP: Yên winda dikin gelên li Sûriyeyê ne
16:19 'Em destûr nadin nirxên hekîman bên darizandin'
16:07 Xebatkar û temaşevanên TV10: Rizgariya ji zilmê bi berxwedanê pêkan e
15:44 Aqûbeta Nivîskar Sabahattin Alî pirsîn
15:36 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de xwestin Îvrendî bê berdan
15:16 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Li Sûriye her kes ketin çiravê
14:59 Xwestin kujerên Huseyîn Ertaş bên darizandin
14:24 Dayikên Şemiyê: Hestiyê Nûrettîn ê 37 salin winda pirsîn
13:43 ETHA: AKP ji pênûsên azad ditirse
13:17 TKDF ji wekîlan re name şand: Çav û guhê xwe vekin
12:57 Hevserokê MSD’ê ya Helebê: Aktorên sed sal berê li pey girtina para xwe ne
12:24 Dê Tora Parêzerên Çapemeniyê bê avakirin
12:21 Putin: Em êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin
12:00 Rojnameger 'dê çawan bikin' nîqaş dikin
11:49 Dengdayîna hilbijartinên DTSO’yê dest pê kir
11:10 Dengîr Mîr Firat: Êdî pir zor e AKP dengê kurdan bistîne
10:46 9 sal di ser operasyona 'KCK'ê re borîn hêj bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne
10:40 Li dijî OHAL’ê di 1’ê Gulanê de dê li qadan bin
10:09 Xwendekarê rojnamegeriyê yê Bangladeşî: Ferqa Bangladeş û Tirkiyeyê ji hev nîne
09:52 ‘TDK dijminantiya jinê ava dike’
09:45 Rojnameger Parlak hat girtin
09:18 Pêzan û rapora wî ya 'ramanên romantîk'
09:17 TL li hemberî Dolar bê qîmet dibe
09:17 Avakara Mala Hunerê ya Degîrmenê: Em dikarin tiştên xweş bikin
09:16 DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir, lê 13 salin hêj Tirkiyeyê biryar nedaye
09:15 Ji ber taxim li xwe kir cezayê zilamê ku Kader Ozdemîrê kuşt hat daxistin!
09:14 Hejmara nû ya Kovara Jineolojî derket
09:14 Li Çelê bi dehan baregehên leşkerî hatin çêkirin: Êdî bêhna me dernayê
09:13 KCD: Dijminên kurdan dibin yek çima gelê kurd nabe yek
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2018'AN
08:00 DYA, Îngîltere û Fransa li Sûriye xist
13/04/2018
20:40 Encamên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya Yekemîn aşkere bûn
19:20 Li Efrinê Kurdî rakirin erebî û tirkî danîn
17:00 Maşîneya leşkerên diçûn operasyonê qeza kir
16:28 Dermankirina Sûaviyê biçûk didome
15:17 Helikopter leşkerî ya Rûs ket
15:13 'Bila îfadeyên polîsan bigirin'
14:47 Karkerên Soma: Em dê li mafê xwe bigerin
14:33 Hevserokê HDP’ê yê Geverê hat berdan
14:29 Demîrtaş: Ger ez bimrim darbesta min ji girtîgehê dîk derxin
14:20 Hikûmet dixwaze OHAL'ê cara 7’emîn dirêj bike
14:05 Bîlgen: Çareseriya li Sûriye aştî û hilbijartina azad e
13:11 KESK: OHAL'ê dirêj nekin
12:58 Malbatan cara 71'emîn xwestin biçin Îmraliyê
12:58 Dr. Şêx Îsa: Em ‘meclîsa xayîna’ û çeteyên siyasî nas nakin
12:42 Walî 8 mezrayên Xîzanê qedexe kir
12:40 ENKS'ê jî li Efrînê dest bi talankirinê kirin
12:20 Ji ber tora civakî 2 kes hatin girtin