ENQERE – MYK’a HDP’ê diyar kir ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê êdî veguheriye şerê berjwendiyên navdewletî û got: “Yên winda dikin gelên li Sûriyeyê ne.”
Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrîşa hewayî ya DYA’yê ya li dijî Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya HDP’ê wiha ye: “Mixabin ên herî zêde winda dikin û bedela vê şerê navdewletî yê li Sûriyeyê didin, gelên li Sûriyeyê ne. Ji 2011’an vir ve destwerdanê derve ya li dijî Sûriyeyê didome. Lê îro ev şer êdî veguheriye berjwendiyên navdewletî.
Ji bo ev şer ango êrîş zêde xesarê nede sivîlan û mezin nebe, em bang li lîderan dikin ku zêde berpirsyariya hestiyarî hildin ser milê xwe û em vedixwînin vemirandina vî agirî.
Ji zê 500 hezarî zêdetir mirov jiyana xwe ji dest dan. Ji 8 milyonî zêdetir mirov ji warê xwe bûn. Divê yên ji vî şerî û van komkujiyan re bûn û dibin berpiryar bê ceza nemîne. Em bikaranîna çekan wek HDP’ê li ser navê nirxên mirovahiyê talûke dibînin. Mirov nikare tu kategoriye di navbera çekan de bike. Çi sedem dibe bila bibe, em bang li hemû berpirsên navnetewî û hiqûqê dikin ku li dijî komkujiyan derbikevin û tevger bikin.
Em carek din dibêjin divê Sûriyeyek demokratîk û aştiyane û jiyanek aram esas bê girtin. Ji bo çareseriya li Sûriyeyê tekane rê muzakereyên siyasî ne û divê demil dest pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Pêwîste hemû aliyên rêgezên demokratîk diparêzin beşdarî vê pêvajoyê bên kirin.
Divê demil dest destwerdana leşkerî ya li dijî Sûriyeyê bê rawestandin.”