AMED - Odeya Tabîban a Amedê Civina Lijneya Rêveberiyê pêk anî. Di civînê de Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Şeyhmus Gokalp, diyar kir ku di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibin û wiha got: "Lê çiqas dijwar be jî em destûr nadin ku nirxên hekîmtiyê yên baş bên darizandin."
Odeya Tabîban a Amedê (DTO) bi armanca rêveberiya xwe ya nû diyar bike Civîna Lijneya Rêveberiyê pêk anî. Civîn li salona civînê ya Muşavîrên Malî pêk hat. Di civînê de endam û rêveberên Odeya Tabîban, Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Parlamenerê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Ziya Pîr, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêveberên CHP'ê yên Bajar, nûnerên KESK, DÎSK, ÎHD, TÎHV, Endamê Konseya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmus Gokalp û Serokên Odeyên Mêrdîn, Êlihê amade bûn. Ewil dîvan hat hilbijartin û piştre rêz hat girtin. Serokê Dîwanê Doktor Mahmut Ortakaya, piştî rojeva civînê parve kir Doktor Şemsettin Koç, axaftin kir û wiha got: "Em di serdemek Ceberut re derbas dibin. Pergal wekî dozerê her kesî dieciqîne û derbas dibe. Di serdemek wisa de divê em helwestek berxwedêr nişan bidin."
'MAFÊ TENDURISTIYÊ BI OHAL Û KHK'YAN HAT ASTENGKIRIN'
Hevseroka Odeya Tabîban a Amedê Semra Guzel, bal kişand ser wêrankirina Sûrê û wiha got: "Di serdema xerakirina Sûrê de ji ber polîtîkayên heyî mafê tenduristiyê yên welatiyan xistin talûkeyê. Ev yek nayê qebûlkirin. Piştî OHAL'ê der barê bijîşkan de lêpirsîna ewlehiyê dikin. Ji ber vê yekê bijîşkan tayîn nakin. Bi vê yekê mafê xwegîhandina tenduristiyê ya welatiyan tê astengkirin. Mafê welatiyan ê tenduristiyê bi OHAL û KHK'yan tê astengkirin. Ji ber ve yekê nexweş neçar dimînin biçin bajarekî din. Li ser navê Nexweşxaneyên Cemaweriyê saziyên tenduristiyê dikin mîna amûra bazirganiyê. Bi çavê muşterî li nexweşan dinerin. Çi dibe bila bibe em dê nirxên hekîmên baş biparêzin."
‘EM DESTÛR NADIN NIRXÊN HEKÎMAN BÊN DARIZANDIN'
Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Şeyhmus Gokalp jî, diyar kir ku di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibin û wiha got: "Lê çiqas dijwar be jî em destûr nadin ku nirxên hekîmtiyê yên baş bên darizandin. Em dê parastina mafê tenduristiya bi zimanê zikmakî û hemû mafê tenduristiyê biparêzin. Herî dawî hikûmetê mudaxaleyî Konseya Navenda TTB'ê kir. Mînakên dîrokê nîşan didin ku ev ne yekemîn e. Îbn-î Sina ji ber nirxên hekîmtiyê parast ji qesrê hat îxrackirin û ew avêtin girtîgehê. Îro heman tişt dubare dibe. Prof. Dr. Onur Hamzaoglu îro hat girtin. Em dê nirxên hekîmtiya baş heta dawî biparêzin. Em dê vê yekê ji bo hemû kesan bikin. Em dê nirxên hevpar û rûmeta mirovahiyê her dem biparêzin.
Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Ziya Pir jî diyar kir ku divê xizmetên perwerde û tenduristiyê ne di destê şîrketên taybet de bin. Divê di destê cemaweriyê de bin. "
Hilbijartina odeyê dê sibê saet di navbera 09.00-17.00'an de li Odeya Tabîban a Amede pêk bê. Hevserokên Odeya Tabîban yenê berê Mehmet Şerif Demir û Semra Guzel dîsa xwe namzet nişandan.