ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan aqûbeta nivîskar Sabahattin Alî yê dema xwest derkeve dervê welat hat kuştin, pirsîn. Çalakvanan xwest dosyayên arşîva dewletê yên veşartî yên der barê kuştina Sabahattin Alî de bi raya giştî re parve bikin.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û Xizmên windayan, çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 428'an de li Konakê berdewam kirin. Malbat û parazvanên mafên mirovan ên li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê kom bûn li vir daxuyanî dan û aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî yê di 31'ê Adara 1948'an de dema xwest derkeve dervê welat hat kuştin, di 70’yemin salvegera Alî de pirsîn. Malbatan xwest arşivên dewletê yên der barê Alî de bên vekirin û agahî bi raya giştî re bên barvekirin. Endamê komîsyona ÎHD'ê Caner Canli daxuyanî da û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo winda bên dîtin dê di her şert û mercan de berdewam bike. Canli, anî ziman ku Alî ji 31'ê Adara 1948’an heta niha tu agahî jê negirtine û wiha got: "Aqûbeta Alî heta niha di tariyê de hatiye hiştin. Li gorî agahiyan dema Sabahattin Alî derbasî Bulgaristanê dibû, kesên kaçakvan ew girtin û kuştin." Kesên destê wan di kuştina Alî de hene heta niha nehatine darizandin û cezakirin. Em dixwazin ev dosya bi raya giştî re bê parvekirin û hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn."
Canli, herî dawî xwest êdî darazê li dijî kesên muxalif wekî çek neyê bikar anîn û wiha bi dawî kir: "Em wekî heskir, heval, xwîner û guhdarên wî em dê heta aqûbeta Sabahattin Alî ronî bibe, ji bo Tirkiyeyek bi adîl, azad û demokratîk em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Lêgerîna me ya windayan dê bidome."