STENBOL – Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 316’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist û xwest şertên tenduristiya Cemîl Îvrendî yê girtî bên başkirin û berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 316’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê li dar xist. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD’ê û xizmên girtiyan amade bûn û pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyankirin” û “Bila Cemîl Îvrendî bê berdan û wêneyên girtiyan hildan.
‘EZ MAFÊ MIROVÎ YÊ BAVÊ XWE DIXWAZIM’
Vê hefteyê di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Cemîl Îvrendî yê girtî. Keça Îvrendî, Dîlan Îvrendî diyar kir ku li gel wan gelek caran xwestiye dengê wan bê bihîstin jî lê hikuetê tu gavek erênî neavêtiye û got: “Herî dawî di dawiya adarê de bavê ji makata xwe emeliyat bû. Hefteyek di beşa lezgîn de hat hiştin. Me gelek caran serî li dozgeriyê da û xwest em bavê min bibînin, lê dozgeriyê destûra hevdîtinê neda. Jixwe bavê min ne li benda berdanê ye. Wîjdanê hikumetê nîne, heke ku hebûya dê guh bidana dengê me. Ez mafê mirovî yê bavê xwe dixwazim.”
‘401 GIRTIYÊN NEXWEŞÊN GIRAN HENE’
Endama KOmîsyona Girtîgeha a ÎHD’ê Sebla Arcan daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşîna wan giran û got: “401 girtiyên nexweş ên giran hene. Em ê nebin şîrîkê vî sûcî. Mafê her mirovî yê tenduristiyê û mirovî hene.”
‘BILA ÎVRENDÎ BÊ BERDAN’
Arcan destnîşan kir ku Cemîl Îvrendî ji 1994’an ve ji azadiya xwe mehrûm e û behsa tenduristiya Îvrendî û şertên wî yên zehmet kir. Arcan da zanîn ku 10 sal in Îvrendî xwîn winda dike û nayê berdan. Arcan xwest ku mafên tenduristiya Îvrendî pêk werin û demil dest bê berdan.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.