Dengîr Mîr Firat: Êdî pir zor e AKP dengê kurdan bistîne

img

STENBOL – Parlamenterê HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat diyar kir ku beriya hilbijartinan “destpêkirina pêvajoyek nû ya çareseriyê” ne raste û got: “AKP di dengên kurdan de windayihek mezin dijî. Şîrîkatiya bi MHP’ê re, operasyona Efrînê û gotinên rojane yên der barê kurdan de, her aliyê kurd bi bandor kir û li ber çavan e.” 

Ji avakarê AKP’ê yê di 2008’an de îstîfa kir û di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de siyasete dewam dike Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, tifaqên hilbijartinê yên partiyan. Tifaqa AKP-MHP û polîtîkaya AKP’ê ya kurd nirxand. 
 
'MIN RÛYÊ AKP’Ê YÊ NIJADPEREST DI 2008’AN DE DÎT’ 
 
Firat serdema ku ji AKP’ê îstîfa kir bibîr xist û wiha got: “Polîtîkaya AKP’ê ya kurd rûyê xwe rasteqîn xwe di operasyona Efrînê de derxist holê. Min vê polîtîkayê di 2008’an de ferq kir. Min di 2008’an de îstîfa kir û ji wan veqetiyam. Wê rojê min îro dîtibû. Wê rojê min rûpoşa ewil dîtibû. Min rûyê wan ên nijadperest dît. AKP dema nû ava bû ji bo bibe desthialtdar xwe demokratîk û nerm nîşan da. Lê di bingeha wê de rêxistina otoratîka îro hebû. Ya rast em jî xapiyan. Nexwe em ne li ser bîr û baweriya dê demokrasî bê Tirkiyeyê derketin rê. Dema em niha li AKP’ê dinêrin, avakarên ewil kes li derdorê nemaye. Hemû hatin tasfiyekirin. Ji ber vê yekê jî ji Îttîhat û Terakkî li Tirkiyeyê li ser bindestan çi pêk hat îro jî heman tişt li ser kêmnetew û bindestan dewam dike. Feraseta Îttîhat Terakkî xwe bi şîrîkatiya AKP-MHP’ê nûjen kir û dewam dike. Ji bilî kurdan di hemû komên din de tarzê nijadperestiyê bi wan re heye.” 
 
'ÊDÎ JI NIHA ŞÛN VE PIR ZOR E AKP DENGÊ KURDAN BISTÎNE’ 
 
Firat anî ziman ku li Tirkiyeyê tu desthilatdariyek ku piştevaniyê ji kurdan negire tu şansê dewamkirina desthilatdariya wan nîne û got: “AKP dema di 2002’an de hat ser desthilatdariyê, bandorek mezin a dengên kurdan hebû. Lê feqet salên pişt re vê piştevaniyê winda kir. Wa hilbijartina 2019’an nêz dibe. Operasyona Efrînê hêj di rojevê de ye. Lê dê ji niha şûn gelek zor be ku AKP dengê kurdan bidest bixe.” 
 
Firat bal kişand ser geşedanên dawî û wiha dewam kir: “AKP di dengên kurdan de windayihek mezin dijî. Şîrikatiya AKP-MHP’ê, operasyona Efrînê û gotinên rojane yên derbarê kurdan de hemû li ber çavan e. Ev geşedan hemû bandorek neyînî li ser aliyên kurdan kir. Ez ne bawerim AKP ji kurdan deng bigire. Ji bilî tiştek hindik.” 
 
'ÎDIAYÊN PÊVAJOYA NÛ NE RAST IN’ 
 
Firat bal kişand ser hilbijartinên 2019’an û wiha axivî: “AKP ji bo ku dengê kurdan bistîne dê pêvajoyek çareseriyê ya nû biceribîne. Lê ev îdia ne rast in. Tayyîp Erdogan nikare dev ji polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan berde. Îdaya pêvajoyek nû ya çareseriyê nêzîkatiyek baş e. Lê ev jî nagire. Ne rast e. Êdî nikare dev ji vê polîtîkaya xwe niha berde. Dema îşareta Rabîa dike dibêje ku îşareta gur derketiye. Lê dema wê îşaretê dikir, hûn dixwazin biceribînin, lê tu îşareta gur dernakeve holê. Min gelek caran ceriband, lê nebû. Jixwe pişt re jî got ku îşareta gur tiştekî baş e.” 
 
'HEKE KU DI TÛRA DUYEM DE JÎ DERNEKEVE ÎHTÎMALA ŞER MEZIN E’ 
 
Firat ewlehiya hilbijartinan jî nirxand û got: “Partî ne tûra ewil ya duyem esas digirin. Dê di tûra duyem de stratejiyek çawa bişopînin plan dikin. Lê heke ku wiha dewam bike, dê di tûra yekem de şansê AKP’ê û MHP’ê zêde bibe. Carek bingeh hat amadekirin. Bersiva pirsa ‘li cihekî demokrasî heye an jî nîne?’ li ser esasiya bi hilbijartinê dê bê û bi hilbijartinê biçe. Li Tirkiyeyê di hilbijartina herî dawî de ji vê veqetiya. Bi guhertina qanûnên hilbijartinê ewlehiya hilbijartinê jî li holê nema. Ji ber vî awayî heke ku xebatek pir micid neyê kirin, îhtîmala dê di tûra ewil de qezenc bike heye. Heke ku ev ji holê rabe di tûra duyem de jî îhtîmala şer mezin e. Yanî Tirkiye dê li Rojhilata Navîn bikeve nav şerekî pir mezin û îhtîmala hilbijartinan taloq bikin jî heye. Mixabin rewş ev e.” 
 
'DIXWAZIN KOMA HDP’Ê YA MECLÎSÊ BIXÎNIN’ 
 
Firat di dawiya axaftina xwe bal kişand zextên li ser HDP’ê û got: “Dixwazin Koma HDP’ê ya Meclîsê bixînin û bê bandor bikin. Dixwazin kurdan ji Meclîsê tasfiye bikin û siyasetmedarên kurd bi zextan û cezakirinê ji siyasetê dûr bixin. Bi van zextan hemû mafê siyasetmedarên kurd ên siyasete qetil dikin.” 
 
MA / Yasîn Kobulan - Çagdaş Kaplan

Sernavên din

16/04/2018
13:26 Polîsan çalakiya li dijî OHAL’ê ya CHP’ê asteng kir
13:16 ESP: Binçavkirin nikarin vîna me bişkênin
12:51 Polîsan bi ser gundê Colemêrgê de girtin
12:21 Rayedarek rejîma Sûriyeyê: Rûsya cihê rastî êrîşê hatin, berê ji me re ragihand
11:47 2'yemîn danişîna doza Nisêbînê dest pê kir
11:24 Di meha Çile de bêkarî zêde bû
11:12 Malpera Jineolojî bi zimanê farisî dest bi weşanê kir
10:32 Aborînas Nas: Em bi qeyrana pergalî re rû bi rû ne
10:28 Leşkerên TSK'ê li ser sînor welatiyek Rojava îşkence kirin
10:20 Li Bestayê êrîş: 3 leşker hatin kuştin
10:15 ATK’ê, polîsê 5 kesan pelçiqand û kuşt ‘bêqisûr’ dît
09:58 Bertek nîşanî qirêjkirina Kaniyên Munzurê dan: Rêzê nişanî navendên baweriyên me bidin
09:31 Fatma ya bi salane şivantiyê dike: Ez û xweza bûne yek
09:30 'Rojek berê destûra înşaat Akkuyu derket'
09:28 ‘Emê ji bo ked û nasnema xwe di 1’ê Gulanê de li qadin bin’
09:28 Qawîşa xweseran ferzî girtiyan dikin
09:27 Taşçier: Ji bo kongreya neteweyî em gavên pêşîn diavêjin
09:26 Pîra 81 salî bi komkirina kartonan debara xwe dike
09:25 Bozgeyîk: Em dê bi ruhê Newrozê 1'ê Gulanê pîroz bikin
09:25 Derhêner Konar: Min xwest derûniya zarokên Kurd vebêjim
09:23 Li şûna tuala caw li ser text suretan xêz dike
09:23 Dozger pêwistî bi lêpirsîna mirina Mehmet Tunç nedît
09:21 Dikandarên Kemeralti: Me têra xwe îflas kiriye, tiştên din çîrokin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2018'AN
07:48 Odeya Tabîban a Amedê Hevserokên xwe hilbijart
15/04/2018
17:18 Fîkret Başkaya: Oldarên polîtîk tu projeyek wan ê civakî tuneye
16:31 Benlîsoy: Ger DYA bibe hêz, dê rêya Sûriye li Tirkiye bigire
16:26 Ji Sosyalîstên Ciwan ên Ewropayê banga Efrînê: Bêdeng nemînin, gav bavêjin
15:32 'Dê ne li gorî DYA û ne jî gor Rûsya çêbe, çareseriyek hevpar me dîtiye'
15:24 Akdogan ê HDP'î: Pirsgirêka AKP'ê ya bendê heye
14:58 Ji jinan banga 1’ê Gulanê: Em ê bi hevre bi serbikevin
14:57 Fîlmê ‘Hewno Bêreng’ hat pêşandan
14:12 Li Helebê taxa dest ji berxwedanê bernade: Şêxmaqsûd
11:46 Weşanxaneya Otonom: Naxwazin em xwe bigînin rastiyan
11:33 Karkerên li Çelê bi çekan dixebitin kîne?
10:43 Li Wanê qedexeya neçîrê dest pê kir
10:38 YE: Tirkiye beropaş gavên mezin avêtiye
10:06 ‘Ji bo stran û şanoyê pêdiviya me bi rohanî û salonan tune ye'
09:22 Li Cizîrê dixwazin xaniyê li ser piya maye jî hilweşînin
09:21 Hem şîfa ye hem debar e
09:21 Ozugurlu: Êrîşên li ser Efrinê rê li pêş êrîşa li ser Gutayê vekir
09:20 Li Şakranê girtî bi droneyan tên şopandin!
09:19 ‘Jiyana gund ji ya bajar gelek çêtir e'
09:18 2 sal derbas bûn hîn jî îdianame doza Gemsîzê nehatiye amadekirin
09:17 Pirtûka Jessica Schiefauer ‘Oglanlar’ li Tirkiyeyê jî hat çapkirin
09:17 Karkerên li ber xwe didin li benda 1’ê Gulanê ne
09:16 Karkerên Sûriye bi keda erzan karê giran dikin
09:15 Kesên ji bo kar berê xwe didin welatên ereban vedigerin
09:14 Mêran got ‘hûn nikarin bikin’, lê wan Mala Sabûnê ava kir
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2018'AN
07:59 Li barageha leşkerên Îran ya Helebê teqîn: 20 suyayên Îranî mirin
14/04/2018
16:46 HDP: Yên winda dikin gelên li Sûriyeyê ne
16:19 'Em destûr nadin nirxên hekîman bên darizandin'
16:07 Xebatkar û temaşevanên TV10: Rizgariya ji zilmê bi berxwedanê pêkan e
15:44 Aqûbeta Nivîskar Sabahattin Alî pirsîn
15:36 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de xwestin Îvrendî bê berdan
15:16 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Li Sûriye her kes ketin çiravê
14:59 Xwestin kujerên Huseyîn Ertaş bên darizandin
14:24 Dayikên Şemiyê: Hestiyê Nûrettîn ê 37 salin winda pirsîn
13:43 ETHA: AKP ji pênûsên azad ditirse
13:17 TKDF ji wekîlan re name şand: Çav û guhê xwe vekin
12:57 Hevserokê MSD’ê ya Helebê: Aktorên sed sal berê li pey girtina para xwe ne
12:24 Dê Tora Parêzerên Çapemeniyê bê avakirin
12:21 Putin: Em êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin
12:00 Rojnameger 'dê çawan bikin' nîqaş dikin
11:49 Dengdayîna hilbijartinên DTSO’yê dest pê kir
11:10 Dengîr Mîr Firat: Êdî pir zor e AKP dengê kurdan bistîne
10:46 9 sal di ser operasyona 'KCK'ê re borîn hêj bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne
10:40 Li dijî OHAL’ê di 1’ê Gulanê de dê li qadan bin
10:09 Xwendekarê rojnamegeriyê yê Bangladeşî: Ferqa Bangladeş û Tirkiyeyê ji hev nîne
09:52 ‘TDK dijminantiya jinê ava dike’
09:45 Rojnameger Parlak hat girtin
09:18 Pêzan û rapora wî ya 'ramanên romantîk'
09:17 TL li hemberî Dolar bê qîmet dibe
09:17 Avakara Mala Hunerê ya Degîrmenê: Em dikarin tiştên xweş bikin
09:16 DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir, lê 13 salin hêj Tirkiyeyê biryar nedaye
09:15 Ji ber taxim li xwe kir cezayê zilamê ku Kader Ozdemîrê kuşt hat daxistin!
09:14 Hejmara nû ya Kovara Jineolojî derket
09:14 Li Çelê bi dehan baregehên leşkerî hatin çêkirin: Êdî bêhna me dernayê
09:13 KCD: Dijminên kurdan dibin yek çima gelê kurd nabe yek
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2018'AN
08:00 DYA, Îngîltere û Fransa li Sûriye xist
13/04/2018
20:40 Encamên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya Yekemîn aşkere bûn
19:20 Li Efrinê Kurdî rakirin erebî û tirkî danîn
17:00 Maşîneya leşkerên diçûn operasyonê qeza kir
16:28 Dermankirina Sûaviyê biçûk didome
15:17 Helikopter leşkerî ya Rûs ket
15:13 'Bila îfadeyên polîsan bigirin'
14:47 Karkerên Soma: Em dê li mafê xwe bigerin
14:33 Hevserokê HDP’ê yê Geverê hat berdan
14:29 Demîrtaş: Ger ez bimrim darbesta min ji girtîgehê dîk derxin
14:20 Hikûmet dixwaze OHAL'ê cara 7’emîn dirêj bike
14:05 Bîlgen: Çareseriya li Sûriye aştî û hilbijartina azad e
13:11 KESK: OHAL'ê dirêj nekin
12:58 Malbatan cara 71'emîn xwestin biçin Îmraliyê
12:58 Dr. Şêx Îsa: Em ‘meclîsa xayîna’ û çeteyên siyasî nas nakin
12:42 Walî 8 mezrayên Xîzanê qedexe kir
12:40 ENKS'ê jî li Efrînê dest bi talankirinê kirin
12:20 Ji ber tora civakî 2 kes hatin girtin
12:19 Ji bo keça xwe ya di girtîgehê de rastî êrîşê hat, bifikare