AMED - Di ser operasyona "KCK" ya li dijî siyasetmedarên kurd ku di 14'ê Nîsana 2009'an re 9 sal sal derbas bûn. Wekî 9 sal berê îro jî bi hezaran siyasetmedarên kurd hêj girtî ne. Hêj binçavkirin û girtin didome.
Di 14'ê Nîsana 2009'an de li dijî siyasetmedarên kurd di bin navê "doza KCK'ê de operasyon pêk hat. Di serî de endam û rêveberên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) gelek siyasetmedarên kurd hatin girtin. Piştî DTP'ê di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 2009'an de gelek şaredarî bi dest xistin, li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hat. Li gel siyasetmedaran nûnerên rêxistinên civakî, rewşenbir, nivîskar, rojnameger û gelek kesên cuda hatin binçavkirin û girtin. Beriya operasyona girtinê ya li dijî siyasetmedarên kurd dest pê bike, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û KCK'ê beriya hilbijartina 29'ê Adara 2009'an ji bo ji 13'ê Nîsana 2009’an heta 1'ê Heziranê biryara agirbestê îlan kiribûn. Serokomar Abdullah Gul, beriya operasyonê gotibû "Di pirsgirêka kurd de dê tiştên baş pêk bên. Di heman serdemê de di navbera Dewletê û rêveberiya KCK'ê de li Oslo hevdîtin dihatin kirin.
Operasyona yekemîn di 14'ê Nîsanê de pêk hat û 72 siyasetmedar hatin binçavkirin û jê 52 siyasetmedar hatin girtin. Piştre di 17'ê Hezîran, 11'ê îlon û 25'ê Kanûna 2009'an de di bin navê "Doza KCK'ê" de li dijî siyasetmedarên kurd 4 operasyonên cuda pêk hatin. Di operasyonan de parêzer û parazvanên mafên mirovan jî di navde 151 siyasetmedar hatin binçavkirin û jê 103 kes hatin girtin. Darizandina doza sereke ya KCK'ê ku di sibata 2007'an de li ser îxbarekê dest pê kir hêj didome. Di wê pêvajoyê de Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ser 10 rêgezên xalên bingehîn 156 rûpel "Nexşe Rê" di 15'ê Tebaxê de pêşkêşî dewletê kir. Tevî ku KCK'ê heta 1'ê Îlonê agirbest îlan kir jî di 11'ê Îlonê de dîsa li dijî KCK'ê operasyon pêk hat. Tevî van operasyonan li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 19'ê Cotmeha 2009'an de ji Qandîl û Mexbûrê Koma Aştiye ku ji 34 kesan pêk dihat hatin Tirkiye. Pêvajoya Xabûrê dest pê kir û piştre gelek ji wan hatin girtin û rastî ceza hatin. Piştî hatina koma aştiyê li 9 bajaran di 25'ê Kanûna 2009'an de operasyona hemwext pêk hat û 10 şaredarên DTP’ê jî di navde 76 siyasetmedar hatin binçavkirin û jê 23 kes hatin girtin.
Di vê pêvajoyê de daxwaza parastina kurdî hat qedexekirin û Kurdî wekî zimanê nayê zanîn hat pênasekirin. Ji kesên ku tên darizandin hêj doz bi encam nebû Fadile Bayram, Mehmet Abbasoglu, Sevê Demîr û Îlhan Diken jiyana xwe ji dest dan.
DOZGER Û DADGER HATIN GIRTIN
Piştî hewldana 15'ê Tîrmehê 9 dozger û 12 hekîm bi giştî 21 heyeta dadgehê yên doza operasyona KCK'ê dimeşandin ji doza “FETÖ/PDY” hatin girtin.
Piştî doz bi encam bû 99 siyasetmedarên kurd rastî hezar û 109 sal cezaye girtîgehê hatin. Heyat 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê 154 siyasetmedarên kurd ên tên darizandin de di 28'ê Adara 2017’an de biryar aşkere kir û li 99 kesan ceza birî.
Yên di doza KCK’ê de hatin girtin piştre di doza KCD'ê de jî dîsa hatin girtin. Ji destpêka operasyona KCK'ê ya 2009'an heta niha siyasetmedarên kurd ên di asra têveberî û meclisê de bê navber hatin girtin û hêj girtin û binçavkirin berdewam dike.
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) û prz. Gulşen Ozbek, diyar kir ku wê demê di bin navê “KCK”ê de operasyon dihatin kirin û niha jî di bin navê HDP KCD'ê de siyasetmedarên kurd tên binçavkirin û girtin. Ozbek, ani ziman ku kurd ji serdema Komarê heta niha daxwazên statuyê mafên xwe yên civakî, siyasî û çandî dikin, lê dema ku ji bo vî mafê xwe bi rêxistin dikin rastî komkujiyên siyasî û fîzîki tên.
Ozbek, anî zimanku kurd piştî 7'ê hezîranê bi ser ketin dîsa li dijî wan bi riya darazê operasyon pêk hat û ji 2015’an heta niha kesên hem bi riya meclîsê û hem jî bi riya rêxistinên demokratîk ên qada civakî daxwazên kurdan tînin ziman tên girtin û rastî cezayan tên. Ozbek, da zanîn ku hevserokên partiya ku bi milyonan kesan temsîl dike girtî ne. Ozbek, destnişan kir ku hemû doz li ser delîlên bê bingeh û bê hiqûq hatine avakirin.
MA / Deniz Tekin – Lezgin Akdeniz