AMED - Rojnameger Ferhat Parlak û welatî Ercan Aşici ku di 11'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Di 11'ê Nîsanê de li Navçeya Farqînê ya Amedê polîsan bi ser mala Rojnameger Ferhat Parlak û 4 kesên din de girt. 5 kesên ku hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger Ramazan Gemsiz, Eyup Bakici û Mithat Altaç bi şertê kontrola edlî xwest bên berdan. Xwediyê Rojnameya Mucadele ya Farqînê Ferhat Parlak û welatî Ercan Aşici jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyetada dgehê jî der barê Rojnameger Parlak û welatî Aşici de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û der barê 3 kesên din de jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
Parlak û Aşici şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.