* Hevserokê Kongra Civaka Demokratik (KCD) Berdan Ozturk der barê serdana Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivi û diyar kir ku wan di hevditinan de diyar kir ku dijminên kurdan dibin yek çima gelê kurd nabe yek.
* Li Çelê, di du salên dawî de bi dehan binkeyên leşkerî hatin avakirin. Hema bêje li her gundê noqteyeke kontrolê hatiye çêkirin. Şêniyên Çelê bi lêv kirin ku ev rewş veguheriye eziyetê û got: "Êdî ji ber qereqol û binkeyan em nikarin bêhnê bistînin."
* Hejmara 9'an a Kovara Jîneolojiyê bi dosyeya "Etîk-Estetîk"ê derket.
* Dadgeha Cezayê Giran a 1'an a Wanê, cezayê muebetê yê li Halît Çançînê ku hevjîna xwe Kader Ozdemîrê kuşt daxist 25 salan. Dadgehê ji bo vê yekê jî ev hincet berpêş kirin: "Mara wî ya fermî tune ye", "Sersaxiya ji bo malbatê" û "Poşmanî". Dê parêzera malbata Ozdemîr serî li Dadgeha Îstinafê bide.
* Di sala 1995'an de li Colemêrgê Recep Kûrt û Kerîm Încîn di operasyona leşkerî de hatibûn kuştin. Der barê vê bûyerê de DMME cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê birîbû. Li gel van tiştan jî, doza ku 13 salin li Tirkiyeyê didome hîn jî bi encam nebûye.
* Ji avakarên Mala Hunerê ya Degîrmenê Esra Çagin, diyar kir ku ew bi hunera alternatîf tev geriyane û got: "Em dikarin bi hevdu re hin tiştan bikin. Em dikarin hem ji bo hunerê, hem ji bo taxa me tiştên xwe bikin."
* Aktîvîsta Querr Femînîst Burçîn Tetîk, bertek nîşanî îtîraza TDK’ê ya li dijî doza derbarê peyvên zayendperest ên mîna “Guncav, biboyax, lirê û berketî’ hat vekirin, da û got: “TDK dijminantiya jinan ava dike.” Zimanzan Necmiye Alpay jî, got ku agahiya TDK’ê ji vê serdemê tuneye.
* Dadgehê ji bo tespîta teknîkî ya daxuyaniyeke hat dayîn, da hîn bibe ka tevlîbûn çêbûye yan na, dîmenên kamerayê ji danezan re şand. Lê belê dadgehê pênaseyên siyasî û nirxandinên çewt kir.
* Lîrayê Tirk li hemberî Dolar û Euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Ev yek herî zêde bandorê li ser esnafên biçûk dike. Yek ji esnafên li Taksimê Huseyin Kiliç, bi dikana firotina klor/borekan debara xwe dike. Kiliç, diyar kir ku her TL li hemberî Dolar qîmeta xwe winda dike karê wan xera dibe û got: "Zem li ser zemê zêde dibin.
* Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA), piştî edîtora wan Semiha Şahin û nûçegîhanên wan Pinar Gayip û Adîl Demîrcî, hatin binçavkirin dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê yekemîn kongreya xwe ya Asayi ya Rêxistina Mêrsînê pêk bîne. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin dê çalakiya "Faîl diyar in winda li ku ne" di hefteya 681'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bike. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û Xizmên windayan, dê çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" dê di hefteya 428'an de li Konakê berdewam bikin. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanc baê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û tîpa F dê çalakiya "Rûniştina F" dê di hefteya 316'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (13.30)
* Xebatkarên TV10 bi armanca bixwazin televîzyona wan bê vekirin dê çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (14.00)
* Înîsiyatifa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 191'an de li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiya şemiyê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bikin.
* Odeya Tabîban a Amedê dê kongreya xwe pêk bîne.