ŞIRNEX – Li bajaroka Sêgirkê ya girêdayî Qilebanê maşîneya zirxî ya leşkerî ku diçû operasyonê qelibî.
Li herêma bajaroka Sêgirka bi ser navçeya Qilebanê ya Şirnexê ve maşîneya zirxî ya leşkerî dema leşkeran vediguhezand qada operasyonê qelibî. Nehat zanîn ku ka di qezayê de leşker jiyana xwe ji dest dane yan nedane.
Li derdora cihê qezayê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin û hat zanîn ku maşîneyên din ên zirxî piştî qezayê vegeriyane navenda Şirnexê.