AMED - Di çalakiya Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin de, Sekreterê Giştî yê Baroyê Mahsum Bati axivî û got: “Divê îfadeyên hemû polîsên bi çek ên li cihê bûyara kuştina Elçî bên girtin.”
Rêveber û parêzerên Baroya Amedê, ji bo faîlên Tahir Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling hat kuştin bên dîtin, di hefteya 122’yemîn de li ber Edliya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta bi kurdî û tirkî “Em te ji bîr nakin” vekirin. Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Prz. Mahsum Bati axivî
‘HEYA FAÎL BÊN DÎTIN DÊ ÇALAKIYA ME BERDEWAM BIKE’
Bati, diyar kir ku heya dosyeya lêpirsîna Elçî neyê ronî dikirin dê çalakiya wan berdewam bike û wiha got: “Em ê şopdarê dozê bin û tu carî dest ji vê yekê bernedin. Divê îfadeyên hemû polîsên bi çek ên li cihê bûyarê roja kuştina Elçî bên girtin. Ji bo vê me gelek caran serî li Serdozgerê Komarê yê Amedê da, lê ev daxwazin me tim bê bersiv man.”
Piştî axaftinê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.