ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku baweriya Serokwezar Davutoglu yê berê qet bi pêvajoya çareseriyê ne dihat û got: “Di vê demê Davutoglu ranta şer dikir û bû sedem ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe. Ger ez birim darbesta min ji girtîgehê dik derxin."
3'emîn Danişîna doza sereke ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş, di roja sêyemîn de li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya kampusa Sîncanê berdewam dike. Parlamenterên HDP û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Tekîn Bîngol doz şopandin. Mîna rojên derbas bûyî îro jî destûr hat dayîn ku tenê 50’î kes dozê bişopînin.
Demîrtaş, di danişîna roja sêyemîn de, derbarê fezlekeyên wî sûcar dikin de parastin kir û bal kişand ser çalakiyên 6 û 8’ê Cotmehê yên Kobanê û kuştina du polîsên li Serê Kaniyê. Demîrtaş, derbarê Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu de jî ev tişt gotin: “Ger Davutoglu pirtûkek ne serkeftî nivîsî be jî, lê akademîsyenek girîng e, lê siyasetmedareke fiyasko ye. Gelo di van bûyaran de çima ewqas bi lezbû û li benda dadger nema? Çawan bû ku di saetêkê de evqas bûyer çareser kirin? Divê van eşkere bike. Ji xwe baweriya Davutoglu qet bi pêvajoya çareseriyê ne dihat. Siyasetmedarek wisan bû. Davutoglu, rêxistina dewleta emperyal a jor a Neo-Osmanî di serê de ava kiriye û siyasetmedareke bêkêr e. Bi awayekê wekheve nêzî gelê kurd nabe. Di wê demê ranta şer dikir û bû sedem ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bibe.”
TU HÊVIYÊN MIN NE JI DADGEHA Û NE JÎ JI EDALETA WE HEYE’
Demîrtaş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Karê siyasetmedaran ew e ku alternatîfan ava bikin. Siyasetmedarê nikare vê bike, bêkê re û xwînvexarê polîtîkayên erzane. Ez şikir dikim ku bi wîjdanê divê alî de rehetim. Ger min canê yek mirovî jî tirsan dibe, ez amademe ji bo vê hezar salan razim. Ger me pêşiya şer girti be, me xwestibe pêvajoya çareseriyê berdewam bike û canê kesekê jî xelas kiribe, ez amade ji bo vê jî hezar salan razim. Gelo yên berpirsên komkujiya bi hezaran kes ên dinava lûksê de dijîn, dewlet dagir kirin û keyfa desthildatdariya xwe dikin, dê karibin mîna min di hucreya Tîpa F a yek kesîde bi huzûr bijîn? Nikarin bijîn. Ez pir bi huzûrim. Ji qesrên herî lüks bi huzûrtirim. Tu hêviya min ne ji dadgeh û ne jî ji edaleta we tuneye.”
‘JI BO MIN BIXIN REWŞA QEDEXEYA SIYASÎ DE ZEXTAN DIKIN’
Demîrtaş, da zanîn ku ew jî bo parastinê bîke nehatiye vir, ji bo sûcên wan teşhîr bike hatiye dadgehê û wiha bilêv kir: “Ji bo min bixin rewşa qedexeya siyasî zextan li dadgeran dikin. Agahiya vê yekê hat ber guhê me. Ji xwe baweriya me bi vê dadgeh kirinê nayê. Dikarin qedexeya siyasî danin ser min, lê mirina min dê ji wan bêhtir siyasetê bike. Dikarin qedexeya siyasî ya heta hetayê danin ser min, lê ezê di hucreya xwe ya yek kesî de jî siyastê bikim. Em ê hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê diyar bikin. Kîlit emin û mifte jî emin. Ger me qedexe bikin jî emin û nekin jî emin. Emê bibînin ka dê çêbikin. Çawan ku ez bi ser bilindi ketin Girtîgeha Edîrneyê, ezê wisan jî bi serbilindî jê derbikevim. Tewsiya min ji hevalên min re jî, ger ez li vir bi mirim jî bila darbesta min dîk derxin, ne berwarî.. ”
Demîrtaş, mijareke ji axaftinên xwe yên di îdîanameyê de cih digirt xwend û wiha bilêv kir: “Gotina Kurdî bi herfa biçûk a ‘k’ hatiye nivîsandin. Gelê Kurd mîna hemû gelan, gelekê bi rûmete. Ji bo heqaretê li Kurdan bikin û wan kêm bixin, herfa k biçûk hatiye nivîsandin. Bi vê heqaret li gel dikin. Ez dixwim bê sererastkirin û ji bo k ya biçûk îtîraz dikim.”
Piştî navbera nîvro danişînê bi parastina parêzaran dest pê kir.