ENQERE - Hikûmeta AKP'ê ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê di 20'e Tîrmehê de OHAL îlan kir, armanc dike ku cara 7'emîn OHAL'ê dirêj bike.
Hikûmeta AKP'ê piştî hewldana 15'ê Tîrmehê de 20'ê Tîrmeha 2016'an de ji bo 3 mehan OHAL îlan kiribû. Lê hikûmetê heta niha 6 caran ji bo 3 mehan OHAL dirêj kir û Tirkiye 18 mehan bi OHAL'ê tê revebirin. Di hefteya pêş me roja çarşemê de AKP armanc dike ku teskereya OHAL'ê dîsa bîne lijneya meclîsa Tirkiye û cara 7'emîn dirêj bike. OHAL ger ku cara 8'emîn bê dirêjkirin dê di sala 2018'an 2 salan li pey xwe bihêle.