EDENE - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê, bi şîara "Ji bo jiyanek mirovî û ewlehiya kar ji OHAL'e re NA" li şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê daxuyanî dan. Endamên Platformê xwestin OHAL bê rakirin û bang li hemû hêzên demokrasîparêz kirin û xwestin her kes ji bo demokrasiyê têkoşîna xwe bilind bikin."
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê bi şîara "Ji bo jiyanek mirovî û ewlehiya kar ji OHAL'e re NA" li şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê daxuyanî da. Endamên Platformê bertek nîşanî plana AKP'ê ku dixwaze cara 7’emîn OHAL'ê dirêj bike da û xwest OHAL'ê rakin. Nûnerên saziyên civakî û rêxistinên demokratîk jî tev li daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa SES'ê ya Edeneyê Muzaffer Yuksel daxuyani da û xwest OHAL bê rakirin. AKP armanc dike ku di 16'ê Nîsanê de OHAL'ê cara 7'emîn dirêj bike. AKP êdî nikare bêyî OHAL’ê xwe bi rêve bibe. Em dixwazin carek din OHAL dirêj nebe. "
Sekreterê Maliya Giştî yê Egîtîm Sen'ê Ahmet Karagoz jî diyar kir ku AKP êdî nikare welat bi rêve bibe û ji ber vê yekê OHAL’ê îlan dikin. Em dixwazin hêzên demokrasiyê li dijî vê yekê têkoşina xwe bilind bikin û OHAL ya azadiya gelan ji holê radike bi dawî bibe.