EDENE - Li Edeneyê ji ber parvekirinên tora civakî 2 kes hatin girtin.
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê, polîsan di 30’ê Adarê de bi ser malan de girtin û 9 kes binçav kirin. 9 kesên îfadeyên wan ên li Midûryeta Polîsan bi dawî bûn, di 12’ê Nîsanê de sewqî Edliya Ceyhanê hatin kirin.
Dozger îfadeya 9 kesan girt û ji ber parvekirinên tora civakî bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
Dadgehê 7 kes bi şertê kontrola edlî berdan, Faysal Ş. û Muslum B. jî girtin û şandin girtîgehê.