COLEMÊRG - Şêniyên Gundê Rindikê yê Colemêrgê, bi hatina biharê re bi hev re dest bi çêkirina cihoka ava diçe ser zevî, bax û baxçeyên xwe kirin. Şêniyên gund bi derfetên xwe yên kêm dest bi çêkirina cihoka gund kirin.
Şêniyên gundê Rindikê ya Colemêrgê ku ji 3 taxan û 150 malan pêk tê, piştî zivîstanê bi hatina biharê re, dest bi çandiniya zevî, berxweşkirina bax û baxçeyên xwe kirin. Şêniyên gund hemû karên xwe bi hev re dikin û di van rojan de jî dest bi çêkirina cihoka ava gund a ji ber baranê xerab bûyî kirin. Gundî ji bo çêkirina cihoka avê sê rojên dixebitin.
Zilamên gund cihoka avê çêdikin û jinên gund jî di zeviyan de tovên destpêka bihar diçînin. Şêniyên gund di zevî û baxçeyên de pîvaz, bexdenûs, xiyar, kulind û fasuliyan diçinin û alîkariya hev dikin.
Yek ji şêniyên gund Cevat Olmez, diyar kir ku ew gelek karên xwe bi hev re çêdikin û wiha axivî: “Pirsgirêka me ya herî mezin cihoka avê ye. Zeviyên gund pir in, lê av tune ye. Em di navbera xwe de axivîn û me biryara em cihoka avê çêbikin da. Me di nava xwe de pere kom kirin û her kesê aliyekê vî karî girt. Bêyî ku em alîkariyê ji şarederiyê bigirin, em cihoka ava gundê xwe çêdikin. Em tu karî ji bo şarederiyê nahêlin. Em karê xwe bi xwe dikin. Hema bêje karê me hindik maye. Em hemû karên gund bi hêz û derfetên xwe çêdikin û diqedînin.”