STENBOL – Hat hînbûn ku xebatkarê berê yê Matbaaya Gunê ku hat desteserkirin Ûgûr Selman Kelekçîler ji sedî 45 berasteng e. Malbat ji ber rewşa Keleçîlerê ku bi nexweşîna Manîk Depresîf û şîzofreniyê ketiye dilqilqile û xwest demildest bê berdan.
Piştî Matbaaya Gunê û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hatin destserkirin, xwediyê matbaayê Kasim Zengîn û midûrê karên nivîsan û xwediyê îmtiyazê yên rojnameyê jî di nav de 26 kes hatin girtin. Di nav kesên hatin girtin de xebatkarê matbaayê Ûgûr Selman Kelekçîler ku demek berê ji kar derketibû jî heye. Hat hînbûn ku Kelekçîler ji sedî 45 berasteng e. Kelekçîler bi nexweşîna Manîk Depresîf û şîzofreniyê ketiye û rapora wî ya “ji bo leşkeriyê ne guncan e” heye.
‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE’
Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya Amedê, di 19’ê Îlona 2017’an de raporek da Kelekçîler û di raporê de wiha hat gotin: “Di warê tibê de hatiye tespîtkirin ku liv û tevgerên wî yên hişî yên atîpîk psîkoz hene.” Dû re Şaxa Leşkeriyê ya Sûra Amedê di 1’ê Mijdarê de raporek da Kelekçîler û di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo leşkeriyê ne guncan e.
Her wiha nasnameya Kelekçîler a berastengiyê ku ji aliyê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê hatiye dayîn jî heye. Ji ber nexweşîna Kelekçîler û ji bo jiyana wî ya rojane bê îdamekirin, doza tayînkirina wasî hat kirin û ev doz hîn jî li Dadweriya Ceza a Sulhê ya 2’yan a Amedê didome.
Malbatê diyar kir ku der barê jiyana Kelekçîler de şik û gumanên wan hene û xwest demildest bê berdan.
MA / Yasin Kobulan