ÊLIH - Umut Ozalpê 4 salî yê li Şirnexê, ku polisan bi maşînê lêxist û bi giranî birîndar kir 117 rojin di beşa lezgîn de tê razandin.
Li taxa Aşagi ya navçeya Hezexa Şirnexê, di 17’ê Cotmeha 2017’an de wesayîta polîsên sivîl li Umut Ozalp ê 4 salî yê li ber mala xwe dilîst qelipî û bi giranî birîndar bû. Ji roja bûyerê û vir ve Umut di beşa lezgîn a nexweşxaneyeke taybet a Êlihê de, tê razandin.
Talokeya jiyana Umut berdewam dike, dayîk û bavê wî tim piyên wî mesaj dikin. Bav Nezîr Ozalp, diyar kir ku heya kurê wî neyê ser xwe ew naxwaze derbarê tu mijarî de bi axive û wiha got: “Ez tenê dixwazim kurê min bê ser hişê xwe û rabe ser piyan. Umut carnan çavên xwe vedike , lê ne li ser hişê xwe ye.”