EDENE - Nûçegihana JinNewsê Fîlîz Zeyrek û 30 kesên bi îdîaya beşdarî taziya endamê YPG’ê Şemdîn Eye yê berî sê salan li Edenê hat defirin kirin bûn, hatin binçavkirin piştî 13 rojan sewqî dozger hatin kirin.
Di 30'ê Adarê de li Edene, Stenbol, Isparta, Mêrsîn, Osmaniye û Mêrdîne di serdegirtina malan de tevî nûçegîhana JinNewsê Fîlîz Zeyrek 31 kes hatibûn binçavkirin. 31 kes bi hinceta beyanên şahidan, parvekirinên medyaya civakî û beşdarî şîna Endamê YPG’ê Şemdin Eye (Serhildan Dêrik) bûn, hatin binçav kirin piştî 13 rojan sewqî dozger hatin kirin.
Îfade girtina 31 kesên li dozger berdewam dike.