MANÎSA - Halîl Aydemîr ê ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê tehliye bû, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegotin. Aydemîr, diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji bo kincên yek tîpî ji girtiyan pîvana beden xwestin.
Halîl Aydemîr ê ji Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê tehliye bû, binpêkirinên mafan û pêkanînên dij mirovî yên li girtîgehê vegotin. Aydemîr, diyar kir ku rayedarên girtîgehê hejmara li ser piyan ferzî girtiyan dikin û wiha axivî: “Girtî li dijî vê pêkanînê derdikevin. Ji ber vê rastî gefan û cezayên disîplînê tên. Rayedarên girtîgehê hevdîtina girtiyan asteng dikin û cezayê hevdîtina telefonê li girtiyan dibirin. Gardiyan di saetên şevê de li deriyan dixwin û hewl didin girtiyan dibin zextên derûnî de bihêlin.”
‘ZEXTÊN DERÛNIYÊ PIR ZÊDENE’
Aydemîr, anî ziman ku di girtîgehê de avê tim qût dikin û wiha got: “Ava gerim ji xwe qet nadin. Girtiyan sewqî qawîşên xweser dikin. Zextên derûniyê li ser girtiyên nexweş jî dikin. Gardiyan bi şev ji girtiyên navên wan dibêjin re xwe ama de bikin. Lê dûre tişt nabe. Bi pêkanînên wisa dixwazin dinavbera girtiyan de gengeşiyê derbixin û stresê ava bikin.”
‘PÎVANÊN BEDEN XWESTIN’
Aydemîr, da zanîn ku ji bo kincên yek tîpî pîvanên beden ji girtiyan hatin xwestin û wiha bilêv kir: “Lê li dijî kincên yek tîpî helwesta girtiyan nete. Ger ku girtî vê yekê red dikin, cardin rayedarên girtîgehê bi ısrar pîvanên bedenên girtiyan ji wan dixwazin. Girtiyan heya niha pîvanên bedenên xwe nedane û li dijî pêkanîna kincên yek tîpî amadene.”
Li ser vegotinên Aydemîr em li rayedarên girtîgehê geriyan. Rayedarên girtîgehê gotin “Ew nikarin agahîbin. Tenê Midûrê Giştî yê Girtîgahan a Wezareta Dadê dikare agahî bide.”