EFRÎN - Endamên OSO yên bi piştgiriya Tirkiye li Efrînê dest bi talankirin û wêrankirinê kirine, welatiyên ku dîsa vedigerin gund û warên xwe qetil dikin. Şahidekî, diyar kir ku endamên OSO hem qetil dike û hem jî sivîlan direvîne.
Tirkiye bi hevkariya TSK û OSO di 20'ê Çile de li dijî Kantona Efrînê şer da destpêkirin. Dagirkeriya TSK û OSO ya li ser axa Efrînê di roja 82'an de berdewam dike. Piştî 18'ê Adarê ku gelê Erînê ji ber bombebarana balafirên şer Efrîn vala kir, komên OSO û TSK ketin Efrînê. OSO û TSK piştî ketin Efrînê dest bi talankirin û wêrankirina malên gelê Efrînê kirin. Dizî kirin û li talanê gel xisitn. Welatiyên ku ji axa xwe koç kirin, ji ber şert u mercên dijwar dîsa dixwazin vegerin ser mal û gundê xwe. Çavkaniyên li herêmê ku nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku talankirin û wêrankirina komên OSO didomin û yên vedigerin gund û malên xwe tên kuştin. Endamên OSO herî dawî li gundê Mîrkan ( Hisê ) yê navçeya Mabeta, welatiyê 33 salî Neşet Silêman Dedo bi hinceta alîkarî daye PKK`iyan kuştin. Dizî û talankirina endamên OSO ya li Efrînê berdewam dike. Çavkanî diyar kir ku Tûgeya Sultan Mihemed El Fatêh El Miwalî derbasî mizgefta gundê Memila ya Mabeta bûn û hemû alavên wê dizîn. Dîsa hemû alavên mela dizîn. Lê ev yek nayê ditin û parvekirin.
SIVÎLAN DIREVÎNIN'
Şahid, diyar kir ku endamên OSO ji bo tirsê zêde bike ji kuştinê wêdetir welatiyan zarok, ciwan, jin kal û pîr çi dikeve ber wan binçav dikin û direvînin. Li gorî agahiyên şahid dan gelek kes hatin binçavkirin û revandin.
OSO bi ser mala Ehmed Henan ê 49 salî de girtin û bi hinceta di malê de çek ew binçavkirin. Hin kesên din jî agagî ji wan nayê girtin. Dîsa Reşîd Hec Reşîd ê ji gundê Qoşo ya Bilbilê hat revandin. Endamên Tûgeya Firqêt El Hemzat Reşîd binçav kirin û agahî jê nayê girtin. Li ser rêya Kîmarê ya Şêrewa jî, TSK'ê 4 kes binçavkirin. Xedîce Birko ya 23 salî li navçeya Raco bi hinceta têkiliya wê bi YPG'ê re heye revandin. Li gundê Şêxûtka ya navçeya Mabeta jî gelek jinên din hatin binçavkirin.
Gelê Efrînê hem li derve û hem jî li hundir rastî gelek asteniyên dijwar tê. li bajarokên Niblê û Zehrayê kîraya xaniyan buha dibe. Amûrên tendurstiyê tune. Ji ber vê yekê gel diçin Efrînê. Karwana ji 2 hezar sivîlan pêk tê bi 300 maşîyeyan diçin Kîmarê û 8 rojin di rê dene. Li dijî şert û mercên hewayê zahmetiyên mezin dijîn. Welatiyên dixwazin vegerin Efrînê rastî astengiyên OSO û TSK'ê tên.
MA / Erdogan Altan