NAVENDA NÛÇEYAN - Komek Efrîniyên xwestin biçin Helepê pêl mayînekê kirin û 3 jî zarok 11 Efrîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Komek Efrîniyên xwestin ji Şehbayê herin Helepê pêl mayîna li ser rê gundê Tîl Cebîn hatî danîn, kirin. Di teqîna mayînê de 3 jî zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin mayîn ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve hatibû danîn.
Navê kesên jiyana xwe ji dest dan wihane: “Fîdan Xelîl (62), Şêrîn Hemed Wesîmo (30), Hesen Syido (86), Qudret Mûsa Silêman (65), Hemîda Xelîl Hiso (23), Rohîn Yasir Ebdo (6 aylık), Yasir Hesen Ebdo (36), Zekiya Mihemed Bekir (56), Newroz Menan Mihemed (30), Welat Mihemed Bekir (6), Nûjîn Mihemed Bekir (3).”
Zarokê binavê Robel Mihemd Bekir jî birîndar bû.
Sivîlên jiyana xwe ji dest dayîn dê li navçeya Ehras a herêma Şehbayê bên defin kirin.