WAN - Li Erdîşê polîsê sivîl ê ket kafeyekê, bi hinceta “Taştê ne ecibandin’ xwediyê kafê derp kir. Piştî bûyerê, Midûrê Polîsan, alîkarê Midûr ê tayînê şeredariya navçê hat kirin û gelek polîsan bi deqeyan xwediyê kafe derp kirin. Kameraya ewlekariyê bûyer kêlî bi kêlî qeyd kir.
Li Baxçeyê Çay ê Yunus Emre ya navçeya Erdîşa Wanê, polîsê sivîl xwest bi hevjîna xwe re taştê bixwin, ji ber polîs bi hinceta “Taştê ne ecibandin” şerê xwediyê kafe Yunus Guneş kir. Polîsên piştî xwediyê kafê agahî dan wan hatin cihê bûyêrê, ji bo îfadeya Guneş bigirin li wesayîta xwe siwar kirin. Gava wesayîta polîsan xwest ji wê derê here, Midûrê Polîsan ên navçeyê, alîkarê wî û gelek polîs hatin ber kafe û Guneş ji wesayîta polîsan anîn xwarê û dûre bi deqeyan lê xistin. Dîmenên vê kêliyê derketin holê.
Di dîmenan de jî, diyar dibe ku polîs taştê na ecibîne û nîqaş dinavbera polîs û xwediyê kafe Yunus Guneş de derdikeve û polîs Guneş derp dike. Dûre polîsên tên cihê bûyerê jî li Guneş dixin û wî bi awayekê birîndar li maşineyê siwar dikin û qeydên kamerayê jî di vê navberê de qût dibe.
'POLÎSAN EM DERP KIRIN'
Bîrayê Guneş Abdulmenaf Guneş ê bû şahîdê bûyerê, diyar kir ku 8’ê Nîsanê saet 12.30’an piştî navbera polîs û birayê wî de şer derdikeve bangî polîsan dikin û wiha got: “Polîsên taybet ên hatin cihê bûyerê bi ser kafeya me de girtin û em derp kirin. Di vê navberê de Midûrê Polîsan ê navçeyê Can Candaş, Alîkarê Midûr û Wekîlê Qeyûm Murat Hoş û polîsan gel wan hatin re, birayê min ji wesayîta polîsan daxistin xarê û lînç kirin. Dijûn ji me re kirin û gotin ‘hûn terorîstin.’”
'KAFE MUHR KIRIN'
Guneş, da zanîn ku piştî bûyerê polîs cardin hatin kafê û bi hinceta “Li kafê cixare tê vexwarin û ruhsata wê tuneye” kafê muhr kirin.
'SERLÊDANA SÛC KIRIN'
Yunuş Guneş piştî hat binçavkirin, bi şev hat berdan. Malbata Guneş rapora derpê girtin û li dozger serlêdana sûc kirin.
MA / Mahmut Ruvanas