STENBOL - Rojnameger Fatîh Polat, bertek nîşanî girtina xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê da û got: “Zextên li ser çapemeniyê dê zêdetir bibin. Ji ber vê li dijî êrîşên topyekûn, pêwîstî bi têkoşînek topyekûn heye.”
Piştî qeyûm tayînê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê hatin kirin, 22 xebatkarên çapxaneyê, edîtorên rojnamê Mehmet Alî Çelebî, Hîcran Urun, Reyhan Hacioglu û xebatkara rojnamê Pinar Tarlak hatin girtin. Bertekên li dijî girtina rojnamegeran berdewam dikin. Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat girtina rojnamegeran û zextên li ser çapemeniyê nirxandin.
Polat, diyar kir ku du astên cuda yên girtin û zextên li ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hene û wiha axivî: “A yekemîn polîtîkayên desthilatdariya siyasî ya li ser tevgera kurd berdewam dikin û ya duyemîn jî zextên topyekûn ên li ser azadiya çapemeniyê ne. Em di pêvajoyeke darbeyê de dijîn. Bi girtina 20 xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê re, dixwazin kevneşopiya rojnameyê ji holê rabikin.”
‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN TÊKOŞÎNA TOPYEKÛN'
Polat, anî ziman ku di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de, polîtîkayên herî dijwar li ser çapemeniyê tên meşandin û wiha got: “Ev pêvajoya êrîşan ancax bi têkoşîna rêxistinên hevpişeyî yên çapemeniyê derbas bibin. Tabloyek pir giran heye. Polîtîkayên desthilatdariyê yên şer çawan ku li Efrînê hatin dîtin, li ser çapemeniya kurd jî bi tayînkirina qeyûman tê dîtin. Li dijî êrîşên topyekûn, pêdivî bi têkoşînek topyekûn heye. Bêguman dê zarokên Musa Anter rêyekê ji bo xwe bibînin.”
'DIVÊ LI DIJÎ ZEXTAN EM ENCAM BI DEST BIXIN'
Polat, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bertekên li dijî girtin û zextên li ser rojname û çapxaneyê kêm bûn. Bêdengiyek hebû. Ji ber ku bertek kêm bûn, êrîş jî zêdetir bûn. Di demek pir nêz de xebatên nobedariya piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê pêk hatibûn. Min jî cihê xwe di vê xebatê de girt. Di vê pêvajoyê de jî divê ev xebata piştevaniyê bê berdewamkirin. Divê em hemû xwedî li rojnamê derbikevin û li hemberî pirsgirêka encamekê bi dest bixin. Divê li dijî girtin û zextan em encamê bi dest bixin.”
MA / Bîlal Seçkîn