Şerê li Sûriye ber bi kuve diçe?

  • rojane
  • 12:44 11 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriye şer her ku diçe dîza geş dibe. Dîsa aktorên 100 sal berê daketin qada şer ya li Sûriye. Her çend gumana di navbera Rûsay û DYA de raste rast şer rûnede jî tê payîn ku fatûreya vî şerî li Sûriye, Tirkiye û Îranê bê birîn. 

Hêza leşkerî ya Fererasyona Sûriyeya Bakur, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), piştî di 17'ê Cotmeha 2017'an de Reqqa ji destê DAIŞ'ê azad kir, Tirkiye dest bi êrîşî Efrînê kir û Rejîma Sûriye jî dest bi herêma Guta kir. Piştî azadiya Reqqa û êrîşa Tirkiye ya li dijî Efrînê şer ber bi aliyekî din ve pêş ket. Bi taybetî komên selefî yên li Idlibê şandin Efrînê şer ket pêvajoyek din. Tirkiye 7 salin li Idlibê komên Selefî li Idlibê perwerde dike û niha bi destê wan şer li herêmê dimeşîne. Niha li aliyekî eniya DYA  Îngîlîstan û Firans, li milê din Rusya Îran û Esad, hewl didin axa Sûriye di nava xwe de parve bikin. 
 
'XWESTIN TERBIYE BIKIN' 
 
Piştî Reqqa hat azadkirin û hilbijartina komun û meclîsên Federasyona Sûriyeya Bakur, di pêşengiya Kurdan de li Rojhalata Navîn modelek nû ya jiyanê hat avêtin. Li dijî netew-dewletê bingeha pergala modela jiyana civaka wekhev û  azad  hat avêtin. Li dijî vê pergalê hêzên navneteweyî dest bi şerê li ser axa Sûriye kirin. Li aliyekî DYA û dewletên girêdayî wê û li aliyê din Rûsya û dewletên girêdayî wê xwestin axa Sûriye di nava xwe de parve bikin. 
Piştî çapemeniya Îngîlîzan nûçeya bi ser navê “Valakirina DAIŞ'ê ya ji Reqqayê" belav kirin xwestin kurdan wekî hêza li Rojhilata Navîn kesên bêbawr bidin nişandan. Piştî ev plana wan pêk nehat, li Paytextê Kazakistanê Astana dîsa kom bûn. Îngîlîstanê di civînê de xwest hêzên beşdarî civina Astana dibin li kurda sor bikin û bi wan li kurdan bixin. 
 
BI TIRKIYE LI KURDAN XISTIN
 
Rusya bi destê Tirkiye ya ku kurdan ji bo xwe wekî gef dibîne li kurdan xist. Hêzên Ewropa jî xwistin kurdan terbiye bikin. Rûsya jî xwest hêza Kurdan lawaz bike. Îranê jî hewl da ku xwe di deriyê Elbu Kemal re bigîne Deryaya Spî û Hîlala xwe ya şîî ava bike. Rûsya li aliyekî xwest kurdan li ser maseyê lawaz bike, Li aliyêdin xwest koma dawî ya selefî (Damascus) bi destê Tirkiye koçî Bakurê Sûriye bıke û li wir îmha bike." 
 
KURD BI SER KETIN
 
Piştî vê yekê Rûsya seha hewayê ya Efrînê li Tirkiye vekir û destûr da ku Tirkiye bi balafirên şer û hemû cûreyên çekên giran êrîşî Efrînê bike. Li ser vê yekê Tirkiye bi hêzên komên selefî êrîşî Efrînê kir û piştî şerê 2 mehan kurdan li dijî tang, top û balafiran li ber xwe dan. Her çend gelek mirov li Efrînê di êrîşên tang, top û balafirên şer jiyana xwe ji dest dan jî dîsa têkoşîna modela Neteweya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk bi ser ket. Berxwedana Efrînê jî wekî berxwedana Kobanê di cîhanê de bû minak û li her derê deng veda. 
 
EWIL ÇÛN CEM KURDAN
 
Piştî Rûsya Tirkiye û komên çeteyan li kurdan xist, DYA, NY û welaten Ewropa li hemberî vê yekê bedeng man. Li ser vê yekê Tirkiye xwest derbasî Rojhilatê Firatê bibe û derbasî herêmên Til Rifat, Minbic û Kobanê bibe. Rûsya parast ku mafê wê li Dêra Zor û Reqqa heye. Piştî planên Tirkiye û Rûsya planên li ser axa Sûriye yên di navbera hêzên navneteweyî de jî nûve hatin guhertin. Rûsya û DYA û hêzên bi wan ve grêdayî ji nûve daketin ser axwa Sûriye. 
 
Piştî ku Rûsya planên xwe guhertin DYA ku bi peymana 100 sal berê ya Sykes-Picot bi Îngîlîstan û Fransa re peyman çê kiribû ji nûve daket qadê. Kurd li Qesra Elysee hatin pêşwazîkirin û heyeta Îngîlîstanê li herêma Qamişlo û Kobanê ziyaret kirin. 
 
ÇEKÊN KÎMYEWÎ PLAN XERA KIRIN
 
Di pêvajoyek wisa de Li herêma Duma ya Gutaya Rojhilat, hat îdîakirin ku Rejîmê li dijî "Artêşa Îslamê" ya koma Selefî ku piştgiriya xwe ji DYA û Erebistana Siudî digire çekem kîmyewî bikar anî. DYA diyar kir ku yên êrîş kirine dê bedelê vê yekê bidin. Îsraîlê jî li rejîmê xist. Rusya jî xwest rejimê tawanbar nekin û got "Ger ku DYA li rejîmê xwe ew dê piştgiriyê bidin Rejîmê. Îran jî parast ku Îsraîlê li rejîmê xistiye û dê hesap ji vê yekê bipirsin. Aktorê Astana Tirkiye jî xwe da aliyekî cûda û xwe da milê hêzên Rojhilat. 
 
 
NIHA HALANEN ŞER DIDIN 
 
Di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de DYA û Rûsya daxwazên hev red kirin û sînyalên êrîşan dan. Di vê pêvajoya DYA'ê gavek wisa avêt de Fransa û Îngiliztanê piştgiriya xwe anîn ziman. Almanya jî bi awayekî veşari piştgiriya xwe anî ziman. Ev yek nayê zanîn ku dê rejîma Esad ber bi kijan alî ve bibe. Nayê payîn ku Rûsya û DYA raste rast bên rûberî hev, lê tê payîn ku alîgirên Rûsya û DYA li sehayê bên hemberî hev û şer bêtir zor bibe. 
 
REWŞA AKPÊ ZOR E
 
Di pêvajoya wisa ku AKP heta niha li dijî welatên Ewpora  halan didan xwe û pişta xwe dida Rusya, divê êdî cihekî ji xwe re diyar bike. Ger ku AKP Ewropa û DYA tercîh bike dê têkiliyên wê yên Rûsya qut bibin û ev yek dê hebûna wê ya li Efrîn, Idlib, Cerablus, Bab, Ezazê bi dawi bike. Dê bibe dijminê Rûsya. Dê dîsa Iranê bîne hemberî xwe û kaos pêş bikeve. Lê ger ku AKP Ewropa hilbijêre, vê carê dê têkeve bin ambargoya çek û sanayê. 
 
KURD BÊTIR XURT BÛN
 
Li milê din kurdan bi dersên ku ji şere li herêmê derxist bêtir bûn xwedî hêz û xurt bûn. Di milê dîplomasî bêtir belav bûn û pêş ketin. Kurtler piştî ji vê kaosê xelas bibin dikarin dîsa hemû axa Efrîne ku ji destê wan derketiye paşve bistînin. Dîsa di Idlibê re dikarin xwe bigînin Çiyayê Kurmenç û Derya Spî .
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

13/04/2018
12:40 ENKS'ê jî li Efrînê dest bi talankirinê kirin
12:20 Ji ber tora civakî 2 kes hatin girtin
12:19 Ji bo keça xwe ya di girtîgehê de rastî êrîşê hat, bifikare
11:52 KCD: Ji Enfalê ve polîtîkaya qirkirinê li ser kurdan didome
11:43 Yekîtiya Welatên Ereb ji bo Tikriyê gotin: Efrîn hat dagirkirin
11:01 3 xebatkarên ETHA hatin binçavkirin
11:00 Unsal: Tişta ku tenê Tirkiye bi îstîkrar e fobiya kurd e
10:02 Gelê Amedê li benda rakirina OHAL’ê ye
09:51 Bi mirinê re rû bi rû dixebitin
09:48 Prof. Dr. Ustun: Akkuyu ji bo hemû kesan mirin e
09:27 Di temenek biçûk de dengbêjek mezin
09:25 Esnaf û şêniyên Amedê: Dolar difirin û krîza aborî belav dibe
09:24 Bi hev re dest bi çêkirina cihoka ava gund kirin
09:23 Ji Deriyê Xabûrê ber bi Herêma Kurdistana Federe sewqiyata leşkerî
09:21 Ji ber ceryana gund tune, amûrên xwe li navenda bajêr şarj dikin
09:15 Bi piştevaniya jinan bûn xwedî kargeh
09:14 Sekretera Tirkiyeyê yê PE’yê: Texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e!
09:13 Malbat ji bo jiyana xebatkarê berê yê Matbaaya Gunê ku hat girtin diqilqile
09:13 Piyanîst Escalera tê Amedê
09:12 Jinên li hemberî bûyerên îstismarê meclis ava kirin: Wê tu sûc di tarîtiyê de nemine
09:11 Argumana di dozên îstismarê de: Dîn im
09:10 Nivîskar Kardelen: Wêje bîr û xwezaya civakekê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2018'AN
12/04/2018
17:29 Rojnameger Zeyrek û 17 kes hatin berdan
16:08 Li Ezazê teqîn: Gelek kes mirin
15:27 515 karker piştî ‘mulakat’ê betal man
15:15 Balafira şer a Yewnan li Egeyê ket
15:13 Tanka mazotê ya balafirên şer ket Hîlwanê
15:06 Ji ber parvekirinên berî 4 salan hat girtin
14:59 Nobeta Edaletê di hefteya 54’an de berdewam kir: Teqez emê bi ser bikevin
14:24 Trump peyamek nû belav kir: Dibe ku di demek nêz pêk were!
14:17 Ji bo hunermend Tunç ê Musa Anter bibîr anî lêpirsîn kirin
14:05 Demîrtaş pişt perdeya bûyera Çewlîkê vegot
13:31 Umut 117 rojin tê razandin
13:19 Rojnameger Zeyrek û 30 kes derxistin dozger
13:07 Xwendekaran piştgirî dan karkerên Zanîngeha Egeyê
12:38 Ji girtiyan pîvana beden xwestin
12:37 Endamên OSO li Efrînê vê carê dest bi revandina welatiyan kir
11:54 Li ser rêya Helepê teqîn: 11 Efrîniyan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 746’an serlêdan kirin
11:44 Alîkar û Midûrê Polîsan di nava kolanê de li dikandarekî xistin
11:39 Di sala 1915'an de gelê Ermenî niha jî gelê Efrînê hembêz kir
10:49 HDP’ê rakirina tabelayên kurdî bir rojeva Meclîsê
10:44 Qirîza aborî li selefxwiran jî xist
10:32 Netanyahu Îran hişyar kir: Biryardariya me test nekin
10:29 Di nava du rojan de benzîn û mazot buha bûn
09:52 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat binçavkirin
09:21 Ertan: Rapora CPT pirsan bê bersîv dihêle
09:20 Polat: Li dijî êrîşên topyekûn, pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye
09:19 Yolerî: Biçekkirin neyê rawestandin, dê şerê navxweyî derbikeve
09:18 Hewl didin zarok, pîr û kalan kêfxweş bikin
09:17 Li dijî modeya yektîpî, vegera ser koka xwe
09:16 ‘Bihûşta veşartî’ ya Wanê li benda mêvanê xwe ye
09:14 Her kes bêdeng e, lê Heskîf li ber xwe dide
09:14 Îdiaya ku Bem Bîr Sen gefan li karkeran dixwe
09:13 Rêveberiya ÎTO’yê: Ji niha ve fikare windakirina hilbijartinê li çapemeniya hewzê peyda bûye
09:12 Evrîm bi saya Ozgur Gundemê bû Evrîm
09:11 'Heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’
09:10 Nivîskar Aslan: Dema derdorên îslamî bûn îktîdar hemû nirx ji holê rabûn
09:09 Ava 19 cihokan û 8 şaredariyan diherike Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2018'AN
11/04/2018
18:25 Demîrtaş: Ji bo pêvajoya çareseriyê biqedînin dek û dolap çêkirin
15:33 Trump: Rûsya amade be, fuzeyên me tên, bi ser de jî hemû nû û bi aqilin
15:19 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranin
15:13 Ceza ji Nurcan Baysal re hat xwestin
14:53 Şahidê komkujiya Dersimê hat oxirkirin
14:50 Li Bismîlê polîsan 14 kes binçav kirin
14:48 Li Cezayirê balafira leşkerî ket: 257 kes mirin
14:43 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran birîn
14:30 Di doza Demîrtaş de dozgerê erkdar kî ye?
14:20 Serokên TTB’ê: Sûcê ku Onur Hamzaoglu kiriye em ê jî dewam bikin
14:18 Egîtîm Senê: Em ê nehêlin ser îstîsmaran bigirin
13:51 Cezayek din ê Eren Keskîn erê kirin
13:35 Ji bo rojnameger Filîz Zeyrek kampanya #FilizZeyrekRojnameger e
13:18 'Di hilbijartinên Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk nakeve trafoyê!’
13:15 Li Amedê tabelayên kurdî yên rêyan jî rakirin
12:44 Şerê li Sûriye ber bi kuve diçe?
12:27 Li Farqînê rojnamegerek û 3 kes hatin binçavkirin
12:17 Rektorê Osmangazî îstîfa kir
11:58 Endamê Meclîsa HDP’ê Karakoç hat binçavkirin
11:39 Polîsan Hevserokên HDP’ê yên Çayirova binçav kirin
11:23 ‘Çareseriya pevçûnên Rojhilata Navîn Ocalan e’
11:18 Dolar serî hildaye: 1 Dolar gihit 4.11 TL
11:12 'Heke lêkolîn bikin kê komkujiyê kiriye dê derkeve holê’
10:20 Şer dest pê kir, cerdevan kozik berdan û reviyan
10:18 Bijîşk: Tenduristiya Kiliç ê 150 rojin di grevê de krîtîk e
09:58 Li Bedlîsê teqîn: Çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da
09:57 Qenalên avê yên DSÎ’yê rê li ber mirinê vedikin
09:56 Rojnameger Naîf Yaşar hat binçavkirin
09:43 Heyeta HDP'ê: Me dît hemû aliyên kurdan yekîtiyê dixwazin
09:27 Jinên ku dixwazin karê xwe ava bikin Komeleya BizBizze ava kirin
09:26 Serê sibê tên û êvarê dest vala vedigerin
09:25 Dogu Ergil: Tifaqeke demokratîk dê dîmena heyî biguherîne
09:23 Li Colemêrgê zozanên herî berdar hatine qedexekirin
09:22 Belgefîlma penaberan kişand: Kabeya Min Mirov e
09:21 Parêzera ‘înfaza’ li Mûgalyê ragihand doz lê vekirin
09:20 Di dosyeya koçberê Afxanî yê hat kuştin de bi qasî misqalekê pêşketin tune
09:20 Rêxistinên elewiyan: Em ê wekî Pîr Sûltan li ber xwe bidin
09:19 Hikûmet dibêje ‘krîz tune ye’, esnaf dibêjin li holê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2018'AN