Dîmenên kêliya kuştina Kurkut derket holê

  • rojane
  • 14:28 10 Nîsan 2018
  • |
img
AMED - Dîmenên kêliyên Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat kuştin, derket holê. Di dîmen de tê dîtin ku bi hêsanî dikarin Kurkut bibigirin, lê polîs li şûna Kurkut bigirin gule berdanê û ew kuştin. 
 
Kemal Kûrkût ê 22 salî ji bo Newrozê di 21’ê Adara 2017’an de ji Meletiyê hatibû Amedê. Kûrkût di têketina qadê de bû hedefa polîsan. Piştî ser vê qetilkirinê salek derbas bû. Dîmenên kamerayê yên ku ji wesayîtên zirxî û avahiyên li derdorê hatin belavkirin, dema qetilkirinê bi awayekî zelal derdixe holê. Di dîmenan de tê dîtin ku Kûrkût çawa hatiye qetilkirin. Ev dîmen di heman demê de ketin dosyeya dozê jî. Di zabitnameyên polîsan de Kûrkût hatibû sûcdarkirin. Li gorî qeydên kameraya ewlekariyê li ser rêya ku qetilkirin pêk hatiye, Kûrkût bi gavên bi lez ber bi benda kontrolê ve dimeşe. Kûrkût hirkayê xwe derdixe û dîsa rêya xwe didomîne.
 
Li vê derê polîsekî sivîl, Kûrkût dişopîne. Li gorî dîmenan, bûyera qetilkirinê wisa didome: 
Polîsên ku li ber benda kontrolê dibînin ku kesekî tazî, di destekî wî de şûşeya avê û di destê din de jî kêr heye, ber bi wan ve tê. Polîs li vê derê dikevin nav tevgerê û çekên xwe derdixînin. Hin polîs guleyan bera hewa didin hinek jî berê çekên xwe didin Kûrkût. Kûrkût bi kêra di destê xwe de tiştekî ji polîsan re dibêje û ber bi qadê ve dilezîne. Polîs jî çek di destê wan de Kûrkût dişopînin. Li vê derê hin polîs guleyan bera hewa didin.
 
Dema ku Kûrkût benda kontrolê derbas dike, polîsê bersûc Y.Ş ê ku 5-6 metreyan li aliyê çepê yê bendê ye, çeka xwe nîşanî bedena Kûrkût dike û 2 guleyan bera Kûrkût dide.
 
Di dîmenan de tê dîtin, Kûrkût bi guleya ku li sînga wî dikeve, bi carekê de hildipeke. Piştî ku destê xwe datîne ser birîna xwe, hêdî dimeşe.
 
Kûrkût li nêzî rêya li ber TOMA’yê dikeve erdê. Berê li ser çongê xwe dikeve û piştre gindir dibe. Polîsê bersûc ê bi navê Y.Ş. ê ku gule bera Kûrkût daye ber bi Kûrkût ve dimeşe. Li vê derê kêra destê wî jê digire û li ser wî digere. Kûrkût piştre li ambûlansê dikin û wî dibin nexweşxaneyê.
 
Kûrkût piştî ku dibin Nexweşxaneya Memorîalê, li vê derê jiyana xwe ji dest dide.
 
Di dîmenan de nayê xuyakirin ku bê ka çima Kûrkût ji benda lêgerînê vedigere û diçe ba qesab radihêje kêrekê, çima kincên xwe derdixe û têkildarî nîqaşa wî ya berê ya bi polîsên li benda lêgerînê tu agahî tune.
 
Walîtiyê di daxuyaniya xwe ya pêşîn de gotibû Kûrkût ‘bombe li xwe gerandiye.’ Lê piştî ku wêne hatin dîtin ên ku dîhaberê derxistibû holê, walîtiyê bi paş ve gav avêtibû û diyar kiribû ku wan lêpirsîn dane destpêkirin.
 
PIŞTÎ QETILKIRINÊ MÛAMELEYA DERMIROVÎ!
 
Cenaze yê ku ji bo veşartinê birin Meletiyê, ji bo şuştinê xwestibûn li Goristana Alîbaba were şuştin lê ava vê derê ji aliyê Şaredariya Battalgazî hatibû qutkirin. Malbatê bi derfetên xwe cenazeyê xwe şuştibû lê rayedarên şaredariyê destûr nedabûn ku Kûrkût li kêleka gora bavê xwe were veşartin. Şaredariyê wesayîta cenaze û kon jî nedabû malbata Kûrkût. Ligel hemû astengiyan cenazeyê Kurkut li mînîbusekê hatibû kirin û li Goristana Topbaş hatibû veşartin. Piştre derketibû holê ku Kûrkût ji qetlîama 10’ê Cotmehê ya Enqereyê filitîbû ya ku 109 kesên sivîl ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn qetilkirin.
 
POLÎSÊ KUJER HÊ JÎ LI SER PEYWIRA XWE YE
 
Piştî nerazîbûna di raya giştî de Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî 2 polîsên ku gule bera Kûrkût dane lêpirsîn da destpêkirin. Polîsê bi navê Y.Ş. (32) ê ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû destgîrkirin, piştre ji aliyê dadger bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.
 
Bersûc Y.Ş. ê ku di çarçoveya lêpirsînê ji peywira xwe hatibû dûrxistin, piştî 3 mehan dîsa dest bi peywirê kir. Serdozgeriyê piştî qetilkirina Kûrkût bi 7 mehan têkildarî polîsê bersûc, bi daxwaza cezayê girtîgehê yê muebbet îddîaname amade kir.
 
Li cihê bûyerê 13 guleyên 9x19 hatin dîtin. Dozger tespît kir ku parçeyê guleya li tilîka çepê ya Kûrkût ketiye çeka aîdî Y.Ş. ye.
 
Polîsê bi navê O.M yê ku tevî Y.Ş. hatibû destgîrkirin jî bi hinceta ku guleya di bedena Kûrkût ne aîdî çeka wî ye, biryara neşopandinê hate dayîn. Di rûniştina pêşîn a dozê de ligel ku dozger xwest bersûc were girtin jî, dadgehê biryar da ku bila bersûc neyê girtin lê were darizandin.
 
Rûniştina duyem a dozê jî wê di 26’ê Nîsanê de were kirin. Parêzera malbata Kûrkût Reyhan Yalçindag Baydemîr bi hinceta ku bersûc dikare delîlan ji holê rake û bireve, xwest bila bersûc were girtin, lê ev îtîraz gelek caran hate redkirin. Têkildarî polîsên ku di bûyerê de agahiyên şaş dan û xwestin dîmenên qetilkirinê jê bibin ê ku rojnamegeran qeyd kiribûn jî lêpirsîna edlî didome.

Sernavên din

13/04/2018
12:20 Ji ber tora civakî 2 kes hatin girtin
12:19 Ji bo keça xwe ya di girtîgehê de rastî êrîşê hat, bifikare
11:52 KCD: Ji Enfalê ve polîtîkaya qirkirinê li ser kurdan didome
11:43 Yekîtiya Welatên Ereb ji bo Tikriyê gotin: Efrîn hat dagirkirin
11:01 3 xebatkarên ETHA hatin binçavkirin
11:00 Unsal: Tişta ku tenê Tirkiye bi îstîkrar e fobiya kurd e
10:02 Gelê Amedê li benda rakirina OHAL’ê ye
09:51 Bi mirinê re rû bi rû dixebitin
09:48 Prof. Dr. Ustun: Akkuyu ji bo hemû kesan mirin e
09:27 Di temenek biçûk de dengbêjek mezin
09:25 Esnaf û şêniyên Amedê: Dolar difirin û krîza aborî belav dibe
09:24 Bi hev re dest bi çêkirina cihoka ava gund kirin
09:23 Ji Deriyê Xabûrê ber bi Herêma Kurdistana Federe sewqiyata leşkerî
09:21 Ji ber ceryana gund tune, amûrên xwe li navenda bajêr şarj dikin
09:15 Bi piştevaniya jinan bûn xwedî kargeh
09:14 Sekretera Tirkiyeyê yê PE’yê: Texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e!
09:13 Malbat ji bo jiyana xebatkarê berê yê Matbaaya Gunê ku hat girtin diqilqile
09:13 Piyanîst Escalera tê Amedê
09:12 Jinên li hemberî bûyerên îstismarê meclis ava kirin: Wê tu sûc di tarîtiyê de nemine
09:11 Argumana di dozên îstismarê de: Dîn im
09:10 Nivîskar Kardelen: Wêje bîr û xwezaya civakekê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2018'AN
12/04/2018
17:29 Rojnameger Zeyrek û 17 kes hatin berdan
16:08 Li Ezazê teqîn: Gelek kes mirin
15:27 515 karker piştî ‘mulakat’ê betal man
15:15 Balafira şer a Yewnan li Egeyê ket
15:13 Tanka mazotê ya balafirên şer ket Hîlwanê
15:06 Ji ber parvekirinên berî 4 salan hat girtin
14:59 Nobeta Edaletê di hefteya 54’an de berdewam kir: Teqez emê bi ser bikevin
14:24 Trump peyamek nû belav kir: Dibe ku di demek nêz pêk were!
14:17 Ji bo hunermend Tunç ê Musa Anter bibîr anî lêpirsîn kirin
14:05 Demîrtaş pişt perdeya bûyera Çewlîkê vegot
13:31 Umut 117 rojin tê razandin
13:19 Rojnameger Zeyrek û 30 kes derxistin dozger
13:07 Xwendekaran piştgirî dan karkerên Zanîngeha Egeyê
12:38 Ji girtiyan pîvana beden xwestin
12:37 Endamên OSO li Efrînê vê carê dest bi revandina welatiyan kir
11:54 Li ser rêya Helepê teqîn: 11 Efrîniyan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 746’an serlêdan kirin
11:44 Alîkar û Midûrê Polîsan di nava kolanê de li dikandarekî xistin
11:39 Di sala 1915'an de gelê Ermenî niha jî gelê Efrînê hembêz kir
10:49 HDP’ê rakirina tabelayên kurdî bir rojeva Meclîsê
10:44 Qirîza aborî li selefxwiran jî xist
10:32 Netanyahu Îran hişyar kir: Biryardariya me test nekin
10:29 Di nava du rojan de benzîn û mazot buha bûn
09:52 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat binçavkirin
09:21 Ertan: Rapora CPT pirsan bê bersîv dihêle
09:20 Polat: Li dijî êrîşên topyekûn, pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye
09:19 Yolerî: Biçekkirin neyê rawestandin, dê şerê navxweyî derbikeve
09:18 Hewl didin zarok, pîr û kalan kêfxweş bikin
09:17 Li dijî modeya yektîpî, vegera ser koka xwe
09:16 ‘Bihûşta veşartî’ ya Wanê li benda mêvanê xwe ye
09:14 Her kes bêdeng e, lê Heskîf li ber xwe dide
09:14 Îdiaya ku Bem Bîr Sen gefan li karkeran dixwe
09:13 Rêveberiya ÎTO’yê: Ji niha ve fikare windakirina hilbijartinê li çapemeniya hewzê peyda bûye
09:12 Evrîm bi saya Ozgur Gundemê bû Evrîm
09:11 'Heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’
09:10 Nivîskar Aslan: Dema derdorên îslamî bûn îktîdar hemû nirx ji holê rabûn
09:09 Ava 19 cihokan û 8 şaredariyan diherike Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2018'AN
11/04/2018
18:25 Demîrtaş: Ji bo pêvajoya çareseriyê biqedînin dek û dolap çêkirin
15:33 Trump: Rûsya amade be, fuzeyên me tên, bi ser de jî hemû nû û bi aqilin
15:19 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranin
15:13 Ceza ji Nurcan Baysal re hat xwestin
14:53 Şahidê komkujiya Dersimê hat oxirkirin
14:50 Li Bismîlê polîsan 14 kes binçav kirin
14:48 Li Cezayirê balafira leşkerî ket: 257 kes mirin
14:43 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran birîn
14:30 Di doza Demîrtaş de dozgerê erkdar kî ye?
14:20 Serokên TTB’ê: Sûcê ku Onur Hamzaoglu kiriye em ê jî dewam bikin
14:18 Egîtîm Senê: Em ê nehêlin ser îstîsmaran bigirin
13:51 Cezayek din ê Eren Keskîn erê kirin
13:35 Ji bo rojnameger Filîz Zeyrek kampanya #FilizZeyrekRojnameger e
13:18 'Di hilbijartinên Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk nakeve trafoyê!’
13:15 Li Amedê tabelayên kurdî yên rêyan jî rakirin
12:44 Şerê li Sûriye ber bi kuve diçe?
12:27 Li Farqînê rojnamegerek û 3 kes hatin binçavkirin
12:17 Rektorê Osmangazî îstîfa kir
11:58 Endamê Meclîsa HDP’ê Karakoç hat binçavkirin
11:39 Polîsan Hevserokên HDP’ê yên Çayirova binçav kirin
11:23 ‘Çareseriya pevçûnên Rojhilata Navîn Ocalan e’
11:18 Dolar serî hildaye: 1 Dolar gihit 4.11 TL
11:12 'Heke lêkolîn bikin kê komkujiyê kiriye dê derkeve holê’
10:20 Şer dest pê kir, cerdevan kozik berdan û reviyan
10:18 Bijîşk: Tenduristiya Kiliç ê 150 rojin di grevê de krîtîk e
09:58 Li Bedlîsê teqîn: Çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da
09:57 Qenalên avê yên DSÎ’yê rê li ber mirinê vedikin
09:56 Rojnameger Naîf Yaşar hat binçavkirin
09:43 Heyeta HDP'ê: Me dît hemû aliyên kurdan yekîtiyê dixwazin
09:27 Jinên ku dixwazin karê xwe ava bikin Komeleya BizBizze ava kirin
09:26 Serê sibê tên û êvarê dest vala vedigerin
09:25 Dogu Ergil: Tifaqeke demokratîk dê dîmena heyî biguherîne
09:23 Li Colemêrgê zozanên herî berdar hatine qedexekirin
09:22 Belgefîlma penaberan kişand: Kabeya Min Mirov e
09:21 Parêzera ‘înfaza’ li Mûgalyê ragihand doz lê vekirin
09:20 Di dosyeya koçberê Afxanî yê hat kuştin de bi qasî misqalekê pêşketin tune
09:20 Rêxistinên elewiyan: Em ê wekî Pîr Sûltan li ber xwe bidin
09:19 Hikûmet dibêje ‘krîz tune ye’, esnaf dibêjin li holê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2018'AN
10/04/2018
18:11 TSK: Leşkerê çû operasyonê ji zinar ket û mir