Karker û kedkar dê 1'ê Gulanê li Maltepe pîroz bikin

img
STENBOL - Nûner û rêveberên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê têkildarî bernameya 1'ê Gulanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo 1'ê Gulanê li Qada Taksimê pîroz bikin bi her awayî serî li Walîtiyê dan, lê Walîtiya Stenbolê hemû serlêdanên wan neyînî bersivandine. Karker û kedkaran diyar kirin ku ew dê îsal 1'ê Gulanê li Qada Mitîngê ya Maltepe pîroz bikin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, ani ziman ku evîna wan tu carî neqediya û naqede. 
 
Nûner û rêveberên Sendîkayên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê, têkildarî pirozbahiya 1'ê Gulanê, li navenda Giştî ya DÎSK'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Hevserokên Giştî yên KESK'ê Mehmet Bozgeyik û Aysun Gezen, Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Raşit Tukel, Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emin Koramaz û gelek kesên din amade bûn. Li salona sendîkayê pankarta “Ji bo Demokrasi û Rojên xweş werin 1'ê Gulanê" vekirin. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir, Serokê Giştî yê SYKP Ahmet Kaya, Hevseroka Gişti ya Malên Gel Nuri Gunay, Serokê EMEP'ê yê Stenbolê Guven Gerçek û Hevberdevkê HDK'ê yê Stenbolê Atilla Ozdogan û gelek kesên din amade bûn û piştgirî dan daxuyaniyê. 
 
‘EVÎNA ME YA TAKSÎME DÊ NEQEDE'
 
Li ser navê hemû sendîka û rêxistinan Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko daxuyani da. Beko, diyar kir ku wan her dem diyar kirin ku ew ne alîgirê şerê civakî ne û her dem diyar kirin ku alîgirê aştiya civakî ne. Me her dem xwest em 1'ê Gulanê li Taksîmê piroz bikin. Evîna me ya Taksîme tu carî ne qediya û dê tu carî ev evîna Taksîmê neqede. Ji bo em 1'ê Gulane Roja Yekîtî, Piştevaniya Têkoşînê li çar aliyê Tirkiye pîroz bikin me dest bi xebatan kiriye. Wekî her sal em dê îsal jî daxwaza mafê parastina kedê bikin. Em dê daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê bikin. Ji bo em 1'ê Gulane li Qadan pîroz bikin di serî de me ji Wezîrê Karên Hundir û hemû saziyên eleqeder re got. 
 
Beko, anî ziman ku ji ber Tirkiye ne welatê hiqûqê ye daxwazên wan rastî astengiyan tên û nayên bersivandin û wiha got: “Em sendîkayên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB di serî de hemû saziyên xwe yên dost bi hevre dakevin qadan û bi hevre 1'ê Gulanê pîroz bikin. Di serî de li Stenbol û hemû bajarên Tirkiye bernameyên pîrozbahiyê pêk bînin. 
 
Beko, anî ziman ku ew dê 1'ê Gulanê li Stenbolê li Qada Maltepe pîroz bikin û li çar aliyê Tirkiye pirozbahiyan pêk bînin. Beko, da zanin ku ew dê mil bidin hev û bi hevre pîrozbahiyan pêk bînin. Beko, da zanîn ku karker, kedkar, yên birçî, xizan, kesên keda wan û mafê wan tê binpêkirin, hemû li qadên 1'ê Gulanê daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: "Ji bo ewlehiya kar, tenduristiya karkeran û di kar de neyên kuştin û seqet nemînin, li dijî sermayeya hov, li dijî kedxwarî, desteserkirina kedê, pêşeroja Tirkiye, aştî, demokrasî, edalet, azadî û aramiyê dê di 1'ê Gulanê de dakevin qadan. Beko, da zanîn ku li dijî metîngerî, dagirkerî, kedxwarî, yek zilamî, li dijî şer û ji bo parastina aştiyê li dijî KHK û OHAL'ê dê dakevin qadan." 

Sernavên din

13/04/2018
12:20 Ji ber tora civakî 2 kes hatin girtin
12:19 Ji bo keça xwe ya di girtîgehê de rastî êrîşê hat, bifikare
11:52 KCD: Ji Enfalê ve polîtîkaya qirkirinê li ser kurdan didome
11:43 Yekîtiya Welatên Ereb ji bo Tikriyê gotin: Efrîn hat dagirkirin
11:01 3 xebatkarên ETHA hatin binçavkirin
11:00 Unsal: Tişta ku tenê Tirkiye bi îstîkrar e fobiya kurd e
10:02 Gelê Amedê li benda rakirina OHAL’ê ye
09:51 Bi mirinê re rû bi rû dixebitin
09:48 Prof. Dr. Ustun: Akkuyu ji bo hemû kesan mirin e
09:27 Di temenek biçûk de dengbêjek mezin
09:25 Esnaf û şêniyên Amedê: Dolar difirin û krîza aborî belav dibe
09:24 Bi hev re dest bi çêkirina cihoka ava gund kirin
09:23 Ji Deriyê Xabûrê ber bi Herêma Kurdistana Federe sewqiyata leşkerî
09:21 Ji ber ceryana gund tune, amûrên xwe li navenda bajêr şarj dikin
09:15 Bi piştevaniya jinan bûn xwedî kargeh
09:14 Sekretera Tirkiyeyê yê PE’yê: Texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e!
09:13 Malbat ji bo jiyana xebatkarê berê yê Matbaaya Gunê ku hat girtin diqilqile
09:13 Piyanîst Escalera tê Amedê
09:12 Jinên li hemberî bûyerên îstismarê meclis ava kirin: Wê tu sûc di tarîtiyê de nemine
09:11 Argumana di dozên îstismarê de: Dîn im
09:10 Nivîskar Kardelen: Wêje bîr û xwezaya civakekê ye
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2018'AN
12/04/2018
17:29 Rojnameger Zeyrek û 17 kes hatin berdan
16:08 Li Ezazê teqîn: Gelek kes mirin
15:27 515 karker piştî ‘mulakat’ê betal man
15:15 Balafira şer a Yewnan li Egeyê ket
15:13 Tanka mazotê ya balafirên şer ket Hîlwanê
15:06 Ji ber parvekirinên berî 4 salan hat girtin
14:59 Nobeta Edaletê di hefteya 54’an de berdewam kir: Teqez emê bi ser bikevin
14:24 Trump peyamek nû belav kir: Dibe ku di demek nêz pêk were!
14:17 Ji bo hunermend Tunç ê Musa Anter bibîr anî lêpirsîn kirin
14:05 Demîrtaş pişt perdeya bûyera Çewlîkê vegot
13:31 Umut 117 rojin tê razandin
13:19 Rojnameger Zeyrek û 30 kes derxistin dozger
13:07 Xwendekaran piştgirî dan karkerên Zanîngeha Egeyê
12:38 Ji girtiyan pîvana beden xwestin
12:37 Endamên OSO li Efrînê vê carê dest bi revandina welatiyan kir
11:54 Li ser rêya Helepê teqîn: 11 Efrîniyan jiyana xwe ji dest dan
11:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 746’an serlêdan kirin
11:44 Alîkar û Midûrê Polîsan di nava kolanê de li dikandarekî xistin
11:39 Di sala 1915'an de gelê Ermenî niha jî gelê Efrînê hembêz kir
10:49 HDP’ê rakirina tabelayên kurdî bir rojeva Meclîsê
10:44 Qirîza aborî li selefxwiran jî xist
10:32 Netanyahu Îran hişyar kir: Biryardariya me test nekin
10:29 Di nava du rojan de benzîn û mazot buha bûn
09:52 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat binçavkirin
09:21 Ertan: Rapora CPT pirsan bê bersîv dihêle
09:20 Polat: Li dijî êrîşên topyekûn, pêwîstî bi têkoşîneke topyekûn heye
09:19 Yolerî: Biçekkirin neyê rawestandin, dê şerê navxweyî derbikeve
09:18 Hewl didin zarok, pîr û kalan kêfxweş bikin
09:17 Li dijî modeya yektîpî, vegera ser koka xwe
09:16 ‘Bihûşta veşartî’ ya Wanê li benda mêvanê xwe ye
09:14 Her kes bêdeng e, lê Heskîf li ber xwe dide
09:14 Îdiaya ku Bem Bîr Sen gefan li karkeran dixwe
09:13 Rêveberiya ÎTO’yê: Ji niha ve fikare windakirina hilbijartinê li çapemeniya hewzê peyda bûye
09:12 Evrîm bi saya Ozgur Gundemê bû Evrîm
09:11 'Heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’
09:10 Nivîskar Aslan: Dema derdorên îslamî bûn îktîdar hemû nirx ji holê rabûn
09:09 Ava 19 cihokan û 8 şaredariyan diherike Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2018'AN
11/04/2018
18:25 Demîrtaş: Ji bo pêvajoya çareseriyê biqedînin dek û dolap çêkirin
15:33 Trump: Rûsya amade be, fuzeyên me tên, bi ser de jî hemû nû û bi aqilin
15:19 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranin
15:13 Ceza ji Nurcan Baysal re hat xwestin
14:53 Şahidê komkujiya Dersimê hat oxirkirin
14:50 Li Bismîlê polîsan 14 kes binçav kirin
14:48 Li Cezayirê balafira leşkerî ket: 257 kes mirin
14:43 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran birîn
14:30 Di doza Demîrtaş de dozgerê erkdar kî ye?
14:20 Serokên TTB’ê: Sûcê ku Onur Hamzaoglu kiriye em ê jî dewam bikin
14:18 Egîtîm Senê: Em ê nehêlin ser îstîsmaran bigirin
13:51 Cezayek din ê Eren Keskîn erê kirin
13:35 Ji bo rojnameger Filîz Zeyrek kampanya #FilizZeyrekRojnameger e
13:18 'Di hilbijartinên Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk nakeve trafoyê!’
13:15 Li Amedê tabelayên kurdî yên rêyan jî rakirin
12:44 Şerê li Sûriye ber bi kuve diçe?
12:27 Li Farqînê rojnamegerek û 3 kes hatin binçavkirin
12:17 Rektorê Osmangazî îstîfa kir
11:58 Endamê Meclîsa HDP’ê Karakoç hat binçavkirin
11:39 Polîsan Hevserokên HDP’ê yên Çayirova binçav kirin
11:23 ‘Çareseriya pevçûnên Rojhilata Navîn Ocalan e’
11:18 Dolar serî hildaye: 1 Dolar gihit 4.11 TL
11:12 'Heke lêkolîn bikin kê komkujiyê kiriye dê derkeve holê’
10:20 Şer dest pê kir, cerdevan kozik berdan û reviyan
10:18 Bijîşk: Tenduristiya Kiliç ê 150 rojin di grevê de krîtîk e
09:58 Li Bedlîsê teqîn: Çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da
09:57 Qenalên avê yên DSÎ’yê rê li ber mirinê vedikin
09:56 Rojnameger Naîf Yaşar hat binçavkirin
09:43 Heyeta HDP'ê: Me dît hemû aliyên kurdan yekîtiyê dixwazin
09:27 Jinên ku dixwazin karê xwe ava bikin Komeleya BizBizze ava kirin
09:26 Serê sibê tên û êvarê dest vala vedigerin
09:25 Dogu Ergil: Tifaqeke demokratîk dê dîmena heyî biguherîne
09:23 Li Colemêrgê zozanên herî berdar hatine qedexekirin
09:22 Belgefîlma penaberan kişand: Kabeya Min Mirov e
09:21 Parêzera ‘înfaza’ li Mûgalyê ragihand doz lê vekirin
09:20 Di dosyeya koçberê Afxanî yê hat kuştin de bi qasî misqalekê pêşketin tune
09:20 Rêxistinên elewiyan: Em ê wekî Pîr Sûltan li ber xwe bidin
09:19 Hikûmet dibêje ‘krîz tune ye’, esnaf dibêjin li holê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2018'AN
10/04/2018
18:11 TSK: Leşkerê çû operasyonê ji zinar ket û mir