Hevsera wî şewitandin û li wî jî 18 sal û 4 meh ceza birîn

  • rojane
  • 16:44 9 Nîsan 2018
  • |
img
WAN - Heyeta dadgehê li Ahmet Ataman yê ku li navçeya Erdîşê tîmên taybet agir bi xaniyê wî xistin û hevsera wî Hediye Ataman di mal de şewitandin, 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birîn. 
 
Polîs û leşkeran di 18'ê Mijdara 2016'an de li taxa Eganîsê ya navçeya Erdîşa Wanê xaniyê Hediye Ataman gulebarankirin û şewitandin. Hediye Ataman a 43 salî di xanî de şewitî û bû xwelî. Hevserê Hediye Ahmet Ataman jî hatibû binçavkirin û girtin. Ahmet Ataman, piştî 7 rojan di bin çavan de ma hat girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. Piştî bûyerê doz hat vekirin û hat darizandin. 
 
Serdozger li mala ku polîsan gulebaran kir û Ataman di malê de kuştin Ataman weki “endamên rexistinê" pênase kirin. Dozger parast ku tu qisûra polîsan tune ye. Serdozger îdîa kir ku di malê de “endamên rêxistinê" hebûn û ji ber polîs û leşkeran xwestine “Endamên rêxistinê" bê tesîr bikin gule reşandine û kesên li malê jî bi çekan bersîv dane polîsan. Dozger da zanîn ku di şer de 3 polis birîndar bûne û di bedena Ataman a jiyana xwe ji dest daye şopa guleyê nehatiye dîtin û bi çekê nehatiye kuştin. Polîs bi sedema di bedena Ataman de şopa guleyê tune kuştinek bê qisûr pênase kir û parast ku di bûyerê de îhlala mafê jiyanê pêk nehatiye. 
 
Piştî doz hat vekirin danişîna biryarê ya dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Di danişînê de mexdûr Ahmet Ataman ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê û Taner Ergun jî ji Girtîgeha Tipa L a Rîzeye bi SEGBİS'ê amade bûn. Zehra Hezer jî serbest tev li danişînê bû. Parêzerên girtiyan jî amade bûn. 
 
Piştî nasnameya girtiyan hat xwendin, Ataman, Ergun û Hezer parastinên xwe yên danişîna berê dubare kirin. Parêzerê Ataman Mahmut Kaçan, parastin kir û diyar kir ku ew teqez îdîaya dozger qebûl nakin û tevî ku hewce bi nepeniya dosyayê tune bi lez û bez der barê dosyaye de biryara nepeniyê anîye. Kaçan, anî ziman ku muwekilê wî li şûna mexdûr û muştekî be, mixabin wekî sûcdar û berûc tê darizandin. Prz. Kaçan, anî ziman ku du delîl û şopa ku muwekilê wî wekî "endamê rêxistinê" Bê dîtin û darizandin tune ye. 
 
DADGEHÊ 18 SAL Û 4 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ DA ATAMAN Û ERGUN 
 
Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê biryar da û der barê Ahmet Ataman û Taner Ergun de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 10 sal, "maddeyên talûke li cem xwe girtiye" 8 sal û 4 meh, bi giştî ji bo her kesekî 18 sal û 4 meh ceza da. Dîsa 833 roj cezayê pereyan birî. Heyetê der barê Zehra Hezer de jî bi sucdariya "alîkarî daye rexistinê" 3 sal û 1 meh cezayê girtîgehê birî. 
 
Parêzer dê biryara dadgehê li Dadgeha Îstinafê ya Erziromê îtîraz bikin. 
 

Sernavên din

10/04/2018
17:36 Zarokên Nisêbînê dîsa nehatin berdan
17:23 Wêneyên rojnameger Zeyrek kişandine bûn mijara lêpirsînê
17:10 Li Stenbolê 4 HDP’î hatin girtin
17:08 Polîsê wesayît li dayik û kurê wê qeliband ji kar hat dûrkirin
16:49 Malbatên xwendekarên Bogazîçîyî: Zarokên me berdin û lêborînê bixwazin
16:47 3 edîtor û xebatkarek Ozgurlukçu Demokrasî hatin girtin
15:36 Welat a nehatiye çapkirin der barê wê de biryara komkirinê dan
15:18 Temellî: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya şer e
14:28 Dîmenên kêliya kuştina Kurkut derket holê
14:15 Karker û kedkar dê 1'ê Gulanê li Maltepe pîroz bikin
13:32 Dozger girtina edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî xwest
13:14 Hevdîtinên HDP’ê ya ji bo yekitiyê didomin
12:50 Danişîna doza Înce ya ji aliyê leşkeran ve hat kuştin hat dîtin
12:43 Kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:17 Di danişîna doza Nisêbînê de malbat hilnegirtin salonê
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 745’an serlêdan kirin
11:51 'Îktîdar dê bi xesandina kîmyewî aporeyê xwe biparêze'
11:16 Efrîniyên vedigerin rastî gef û zilma OSO tên
10:47 Tirkiye di şerê Efrînê de 15 xalên NY'ê binpê kirin
10:46 Kordînatora IPI: Tirkiye îdiaya ‘çapamenî azad e’ jî winda kir
10:13 Şandeya KNK'ê Rêveberiya Demokratîk a Şengalê ziyaret kir
09:15 Turkdogan bang li hikûmetê kir: Heyetek çûye Îmraliyê ya na?
09:15 'Ne bi tespîta komîsyonê, bi lêkolîna polîsan hatin mohrkirin’
09:14 Îdianameya Mûglayê hat amadekirin
09:13 Hunermend Mizgîn: Min xwest bi albûma xwe perçeyên Kurdistanê bikim yek
09:12 Pîlotê berê: Ji bilî şer tiştekî ku AKP ji bo gel wehd bike nemaye
09:12 Dê wêneyê înşatê dî înşaetê de pêşkêş bike
09:11 Bi salan e mirîşkan xwedî dike, lê heqê keda wê nayê dayîn
09:10 20 salin selikên mîna kewarên mêşan çêdike
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2018'AN
09/04/2018
16:44 Hevsera wî şewitandin û li wî jî 18 sal û 4 meh ceza birîn
16:28 Buldan: Piştî Kerkûk û Efrînê yekîtiya kurdan şert e
16:07 Keyayê gund dadger desteser kir
15:52 'Di bin çavan de îşkence kirin'
15:27 255 karkerên Şaredariya Rezan çalakî pêk anîn
15:20 Edîtorê Ozgurlukçu Demokrasî dê sibê sewqî dozgeriyê bikin
15:10 Li Kopê 4 kes hatin girtin, li Aydinê 9 kes hatin binçavkirin
14:47 Li Erzînganê teqîn: Leşkerek mir
14:02 Dolar 4 û euro 5 lîra derbas kir
13:36 Der barê 2 bersûcên Komkujiya Girtîgeha Amedê de biryara girtinê dan
13:35 Ozsoy: Şerê Sûriye dê demek dirêj bidome
13:08 Ji bo Efrînê bang li NY'e kirin
12:40 Pêşnûmeya ‘Xesandina kîmyewî' pêşkêşî meclîsê kirin
12:36 Ziyareta HDP'ê ji bo yekîtiya neteweya kurd didome
11:48 Koçer ji zozanên Cûdî daxistin çotkar asteng kirin
11:28 Malbatên xwendekarên Bogazîçî: Li dijî xerabiyê aligerê qenciyê bin
11:12 Xwendekarên Îzmîrê bersîv dan Erdogan: Li zanîngehan gotina me derbasdar e
10:24 Rêveberên EMEP û FKF hatin binçavkirin
10:17 Projeya avê bê av ma
09:51 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû
09:06 Estukyan: Ozgurlukçu Demokrasî cihê azadiya ramana min bû
09:05 Mizgîniya hikûmetê karker bêkar hişt
09:05 'Ji bo pêşerojek xweş em destûr nadin Nukleerê'
09:05 Çîftyurek: Ger ku em rûhê Newrozê daxin kolanan tecrîdê bişkê
Piroglu: Demokrasî dê bi azadiya Ocalan pêş bikeve
09:04 Duzgoren: Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin mifteya çareseriyê
09:00 ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2018'AN
08:27 Bi fuzeyan êrîşî balafirgeha leşkerî ya Sûriye kirin
08:17 Birayê Haci Lokman Bîrlîk hat binçavkirin
07:58 Maşîna leşkeran li Bazîdê qelibî: 9 leşker birîndar bûn
08/04/2018
18:30 Akademîsyenên Kolanan li Malên Gel dersa piştevaniyê da
17:43 Şêniyên Helebê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
17:27 Baydemîr: Mafê Kurdane heye li Bakur parlementoya xwe ava bikin
15:33 Prz. Ballikaya: Girtîgeha Îmraliyê bigirin
14:50 Îsmaîl Arslan li warê xwe hat definkirin
14:34 Îdîaya tîmên ‘Xencer’ û ‘Bayrak’ sewqî herêmên operasyonê kirin!
14:16 HRW: Tirkiye Efrînê talan dike
14:02 Buldan: Divê yekîtiya kurd pêk be û kongreya neteweyî bê lidarxistin
13:48 Lingê Sûavî yê 4 salî ku maşîna zirxî ya polîsan lê xist, jê kirin
12:56 Walîtîyê li Colemêrgê 30 herêm qedexe kirin
12:19 Gunana çalakiya xwe ya rojiya mirinê ya li dijî tecrîtê bi dawî kir
12:02 Di Cejna Paskalyayê de daxwaza aştî û kêfxweşiyê kirin
12:01 Li dijî talankirina xwezayê Yekîtiya Ekolojiyê
10:15 Asayîşa Zaxo vegera Êzîdiyan a kampê asteng dike
09:56 DAIŞ’ê li Kerkûkê êrîş kir: 3 kuştî, 3 birîndar
09:28 Li 4 bajaran qezeyên trafîkê: 4 mirî, 38 birîndar
09:26 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext
09:26 Prof. Kaptanoglu: ‘Qirkirina akademiyê’ veguherî rewşeke şênber
09:25 Paylan: Bi baca welatiyan alîgirên AKP’ê dewlemend dibin
09:24 Adiyaman: Dozger bûne serokê AKP’ê yên navçeyan
09:23 Lêkolîner Şîmşîr: Li Dersimê navê mêran li gelek ziyaretên jinan hatiye kirin
09:22 Mavioglu: Demekê Gulen, niha jî AKP bela xwe di rojnamevanan dide
09:21 Parlementerên Mêrsînê: Em ê nehêlin Akkûyû bê çêkirin
09:20 Rênçberên Wanî: Qedexeyan rakin
09:19 Sûlava Bêgirê ji ber HES’an ne geş e
09:18 'Bi girtina rojnameyan dixwazin çav û devê me bigirin’
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2018'AN
07/04/2018
19:10 Onder: Ocalan çi got pêk hat
17:00 Çalakiya li Cenevre bi dawî bû: Bila NY soza xwe pêk bîne
16:59 ‘Azadiya raman û çapemeniyê, wêneyê welatekî vedibêje’
15:31 Heyeta HDP’ê li gel Mesûd Barzanî civiya
15:29 Meclîsa Kantona Efrînê civîna xwe li dar xist
15:03 Xwişka Turkoglu: Em têkoşîna xwe bêtir xurt bikin
14:58 Li Îzmîr û Denîzlî 15 kes binçav kirin
14:49 Rapora ATK a girtiyê nexweş Sari dema sewqkirin winda kirin
14:28 Aqûbeta Buttanri pirsîn
14:11 Kanar: Divê em her dem daxwaza azadiya Ocalan bikin
14:03 Ciwanan Berzanî û Tirkiye şermezar kirin
13:43 Starta 1’ê Gulanê li Evraza Kazanci hat dayîn
12:55 Girtiyê nexweş ê 66 salî jiyana xwe ji dest da
12:14 Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da