Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike

img

RIHA - Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Tirkiye ji 2018’an vir ve li Efrînê sûcên şer dike û got: “Dewleta tirk bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike. Tirkiye li Efrînê dewleteke dagirker e. Li dijî vê yekê banga min ji çar aliyên Kurdistanê ev e ku li kêleka gelê Efrînê bisekinin.”

 
Tirkiyeyê di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî Efrînê kir û di 24’ê Adarê de Efrîn dagir kir. Piştî dagirkirina Efrînê gelek kes ji bêgavî koç kirin û demografiya Efrînê jî hat guherandin. Piştî dagirkirina Efrînê gelek çeteyên giredayî Tirkiyeyê li Efrînê bi cih bûn û gelek welatiyên Efrînê bi destê wan çeteyan hatin qetilkirin. Herî dawî jî di 20’ê Adarê de çeteyên  Ehrar El Şerqiye yên giredayî Tirkiyeyê li navçeya Cindirês a Efrînê ku ji erdhejê bandor bûbû 4 welatiyên ku xwestibûn Newrozê pîroz bikin qetilkirin. Piştî qetilkirina 4 welatiyên sivîl gelê Cindirês û Efrînê rabûn ser pêyan û bertekine tund li dijî vê êrişê nîşan dan. Xwepêşendana gelê Efrînê ya li dijî vê êrişê hê jî berdewam dike. 
 
Berdevke Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ya Suriyeyê Îbrahîm Şêxo têkildarî êrişa dawî ya li dijî 4 welatiyên sivîl, zext û binpêkirinên mafan ên li Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘JI BO AGIRÊ NEWROZÊ HATIN QETILKIRIN’
 
Şêxo anî ziman ku 4 welatiyên sivîl ên hatin qetilkirin ji heman malbatê bûne û di dema erdhejê de jî xizmên wan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane. Şêxo diyar kir ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên ku ev welatî qetilkirine di esasê xwe de ji DAIŞ’ê ne û ev tişt gotin: “Dema hatine jî ji wan re gotine hûn ê vî agirî vemirînin, wan jî bi ya wan nekiriye û li ser vê yekê bi çekan êrişî wan kirine. Di encama êrişê de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Piştî wê komkujiyê di nava gelê Efrînê de xwepêşandan çebû û 4 welatiyên ku hatin qetilkirin bi girseyî û bi ala kurdî li goristana Cindirêsê hatin veşartin. Piştî 5 salan li ser dagirkeriya dewleta tirk li Cindirêsê gel dengê xwe bilind kir û xwe pêşandan çêbûn. Gel dirûşmeyên, 'Şehîd namirin, bijî kurd û Kurdistan' berz kirin. Jinên wan jî digotin xwediyên me tune ne, em bindest in, em kurd in û bertek nîşan didan. Welatiyên ku hatin qetilkirin tu têkiliya wan bi partiyên siyasî re tune bû, tenê ji bo agirê Newrozê hatin qetilkirin. Yên ku hatin qetilkirin her yek 10 gule ji singa xwe xwaribûn." 
 
‘TIRKIYE BI DESTÊ ÇETEYAN SÛCAN DIKE’
 
Şêxo bi lêv kir ku ji 2018’an vir ve li Efrînê maf tên binpêkirin û tevî zext û zora Tirkiyeyê jî gelê Efrînê dest ji axa xwe bernedaye. Şêxo anî ziman ku armanca êrişên Tirkiyeyê yek jê jî guherandina demografiya Efrînê û şerekî di navbera kurd û ereban de ye. Şêxo diyar kir ku ew çeteyên ku zext û zorê li gel dikin giredayî Tirkiyeyê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nezî 30 komên çeteyan li Efrînê hene. Xwe bi Arteşa Suriyeyê ve binav dikin. Hemû jî girêdayî Rêveberiya Tirkiyeyê ne. Dewleta tirk bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike. Tirkiye li Efrînê dewleteke dagirker e. Tirkiye ji bo ku berpirsyariya van sûcan negire ser xwe bi destê çeteyan van sûcan dike.”
 
Şêxo der barê raporên NY'yê de jî axivî û destnîşan kir ku tevî raporan jî li qada navneteweyî bêndengiyek heye li dijî sûcan û got: “Ew rapor tên derxistin lê ew rapor tenê tên belgekirin, berpirsyarên van sûcan nayên cezakirin. Di  nav xwe de nîqaşên van raporan dikin lê tu çareseriyekê ji Suriyeyê re peyde nakin. Ne cara yekem e, her tim 20 rojan carekê raporên wan dertên, li ser rûdinên nîqaşan dikin lê tu encam jê dernakeve.”
 
HEVKARIYA ENKS, BARZANÎ Û TIRKIYEYÊ
 
Di berdewama axaftina xwe de Şêxo bibîr xist ku piştî erdhejê saziya xêrxwaz a Barzanî ji bo alîkariye çûye navçeya Cindirês a Efrînê û got ku, tu alîkariya saziya Barzanî negihîştiye gel. Her wiha Şêxo balkişand ser hevkariya Tirkiye, ENKS û Barzanî jî û ev tişt gotin: “Saziya Xêrxwaziyê ya Barzanî piştî erdhejê derbasî Cindirêsê bûbû. Her wiha hinek aliyên ENKS jî digotin em ê li Efrînê ofîsên xwe vêkin lê dema gelê me şehîd ketin me tu kes li kêleka xwe nedît. Piştî wê derket holê û alaya xwe rakirine lê niha jî em dibihîsin dibêjin divê dirûşme nayên berzkirin û xwepêşandan bisekinin. Saziyên Barzanî ofîsên xwe jî li wir vekirine, dibêjin em alîkariya gel dikin û ENKS jî li wir e. Berê nedikarîn xwe aşkera bikin, lê niha dikin. ENKS jî hevkarê dewleta tirk e. Ew jî berpirsyarê vê komkujiyê ne. Tirkiyeyê dibêje xwepêşandanê bisekinînin, ew jî hewl didin xwepêşandanê bidin sekinandin. Lê heke ew xwepêşandan berdewam neke rewşa gelê me jî dê zahmet bibe.”
 
‘BERXWEDANEKE MEZIN LI EFRÎNÊ HEYE’
 
Şêxo da zanîn ku Desteya Tehrîr El Şam çekdarên xwe ji ber tê gotin dê Walitiya Hatayê serdana Cindirisê bike ji herêmê kişandiye. Şêxo destnîşan kir ku heke xwepêşandana gel a li dijî êrişê berdewam bike gelek tişt dê li Efrînê bên guherandin û axaftina xwe wiha domand: “Saziyên dewletên navneteweyî jî li kêleka wan bisekinin wê bikaribin rewşa Cindirêsê biguherînin. Ji ber wê jî dewleta tirk dixwaze xwepêşandan bisekinin. Niha li Efrînê saziya Barzanî û ENKS heye lê li kêleka wan nasekinin. Li hemberî wan hezên çekdar hene, lê gelê me sivîl e, tiştek di destê wan de tune ye. Hejmara gel jî kêm e. Nikarin li hemberî hêz û topên wan bisekinin. Lê dîsa jî tişten ku gel kiriye ne siyasetmedarên me ne jî hezên me nedikarîn bikin. Berxwedaneke mezin li Efrîne heye. Tevî ku hatin kuştin jî serê xwe netewandin.”
 
Şêxo anî ziman ku divê gelê Efrînê bi tenê neyê hiştin û wiha got: “Heke ew xwepêşandan berdewam neke komkujiyên mezin wê biqewimin û belkî em cara dawî bikaribinn bêjin em ê Efrînê rizgar bikin.”
 
TÊKILIYA SÛRIYE Û TIRKIYEYÊ
 
Şêxo têkildarî gotinên Esad yên der barê hevdîtina bi Tirkiyeyê de jî ku gotibû, "Bila Tirkiye ji axa Suriyeyê derkeve em hevdîtine pêk bînin", ev tişt anîn ziman: “Divê di 15'ê vê mehê de civîna Tirkiye û Suriyeyê çebûbûna. Tirkiyeyê bi baweriyeke mezin digot em ê li ser maseyê rûnên. Lê Esad serdana Moskovayê kir û daxwaza wî Tirkiye ji hemû deverên Sûriyeyê derkeve û pişt re hevdîtine bike lê berjewendiyên Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê di vir de ne. Lê ez wisa difikirim ku Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên 14'ê mehê plansaziyê dike. Tirkiye dixwaze vê di hilbijartinan de bi kar bîne. Lê piştî ku Esad got, ji Sûriyeyê derkevin Erdoğan tu bersiv neda. Lê heta dewletên navneteweyî zextan li ser Tirkiyeyê çênekin Tirkiye ji Sûriyeyê dernakeve. Wek gel daxwaza me jî Tirkiye ji Suriyeyê derkeve û kesên ku ji axa xwe koçber bûne vegerin welatê xwe û dawî li guherandina demografik were.”
 
BANGAWAZÎ
 
Şêxo di dawiya axaftina xwe de ji bo xwedîderketina li xwepêşendana gelê Efrînê ev bang li çar aliyên Kurdistanê kir: “Berî her tiştî ya herî girîng divê gelê kurd, li Mahabad, Amed, Hewlêr li her deverê Kurdistanê û Ewropayê li dijî vê yekê rabe. Berpirsyariya wan a dîrokî ev e ku li kêleka gelê Efrînê bisekinin. Efrîn car hat dagirkirin, car ji erdhejê bandor girt û niha jî di hundirê Efrînê de qetlîam çêbû. Ji ber wê bangawaziya me û daxwaza me ji bo gelê me yê Efrînê bikaribe xwepêşandana xwe û daxwaza ji bo mafê xwe berdewam bike, piştgiriya wan bikin. Heke em îro jî li kêleka gelê xwe nesekinin rewşa wan wê hê xirab bibe û wê demê em jî dê sûcdar bibin.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê