‘Bila girtiyê nexweşê giran Ozkan bê berdan’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê hatin kirin de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan û daxwaza berdana wî hate kirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya xwe ya 574’emîn a “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya ku pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin” hate hilgirtin de gelek parazvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. Di çalakiya ku dirûşmeyên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin berzkirin de endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran axivî. 
 
Onaran diyar kir ku tevî rapora wan a dawî 349 hezar û 893 girtî li Girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de ne û rewşa girtîgehan hatiye asta ku gefê li jiyana hemû girtiyan bike. Onaran, bi lêv kir ku ji ber helwesta “dijminane” ya di salên dawî de li girtîgehan ketiye meriyetê girtî yek bi yek jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Girtîgeh veguherîn malên mirinê.”
 
REWŞA TENDURISTIYÊ YA OZKAN
 
Onaran, a bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin, qala nexweşiyên wî kir. 
 
DERNEKET HEVDÎTINA DAWΠ
 
Onaran, têkildarî hevdîtina dawî ku keça Ozkan di 24’ê adarê de pê re kir, ev tişt gotin: “Em da bi bavê min re hevdîtina vekirî bikin. Ji ber bi lezgînî rakiribûn nexweşxaneyê me nekarî hevdîtinê bikin. Birayê min derket hevdîtinê û got rewşa bavê min ne baş e. Got bijîşkan qala edaba ku belavî laşê wî bûye kirin. Ji ber bavê min nikare di derenceyan de biçe li qata ku mutbex û tuwalet lê ne dimîne û bi şev tenê radize, ji ber vê em ditirsin, em dixwazin bê berdan û rojên dawî li cem me derbas bike.”
 
Onaran, da zanîn ku malbata Ozkan piştgirî û piştevaniyê dixwaze û got: “Tevî gefên cidî yên li dijî tenduristî û jiyana Ozkan ragirtina wî ya di girtîgehê de û tevî nexweşiyên wî yên giran û serlêdana wî ya ATK’ê dayîna raporê ya ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ binpêkirinên maf in.” Onaran banga berdana Ozkan kir. 
 
ENQERE 
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 446’emîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê hatin gel hev. Di çalakiya pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” de parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Antalyayê Kemal Bulbul amade bû. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût çîroka Ozkan vegot. 
 
 ‘KUJER DÊ JI WAN DERKEVE’ 
 
Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul jî diyar kir ku Ozkan bêsûc û nexweş e û wiha got: “Feraseta ku Mehmet Emîn Ozkan bernade, bi hinceta pîr e kujerê Madimakê berdide û careke din aşkere dike ku di komkujiya Madimakê de alîgir e. Mehmet Emîn Ozkan ji kuştina leşkerekî paye bilind ê ji aliyê wan ve hatiye qetilkirin tê sûcdarkirin, ji ber dizanin bêsûce, dizanin dema hate berdan wê pirsa ‘wê demê kujer kî ye’ were pirsîn. Kujer dê ji wan derkeve ji ber ku wan bi xwe kuşt.”
 
AXAFTINA BULBUL HATE ASTENGKIRIN 
 
Polîsan dema Bulbul diaxivî, bi gotina “ji armancê derket” hewl dan axaftina wî asteng bikin. Bulbul bertek nîşanî polîsan da û axaftina xwe berdewam kir.  
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya 272’emîn li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di çalakiya ku pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc” hate vekirin de Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn axivî. Încîn jî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan û banga berdanê kir. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya hate kirin bi dawî bû.”
 

Sernavên din

20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn