'Bi girtina rojnameyan dixwazin çav û devê me bigirin’

  • rojane
  • 09:18 8 Nîsan 2018
  • |
img

EDENE - Hevjînê Kadrî Bagdu yê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat dema li Edeneyê belav dikir hat kuştin Şemsê Bagdu, dest danîna ser rojnameyên Welat û Ozgurluçu Demokrasî nirxand û got: “Dixwazin çav û devê me bigirin.” Bavê Metîn Alataş Bekîr Alataş jî got ligel hemû tiştê dê têkoşîna wan berdewam bike.

Bertekên li dijî dest danîna ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun ber dewam dikin.  Malbatên belavkarên rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ên bi KHK’ê hatin girtin Kadrî Bagdu yê di 14’ê Cotmeha 2014’an ji paşve hat kuştin û Metîn Alataş ê di sala 2010’an bi îdîaya “întîhar kir” mirî hat dîtin, bertek nîşanî girtina rojnameyan dan. 
 
Bavê Metîn Alataş Bekîr Alataş, diyar kir ku ji ber kurê wî rojname belav dikir bi dehan car rastî gefên kuştinê hat û wiha axivî: “Herî dawî kurê min bi dareke portakalê ve daleqandî hat dîtin. Kurê min ji bo agahiyên rast bigihîne gel rojname belav dikirin.”
 
'DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'
 
Bav Alataş, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rojnameyên Welat û Ozgurlukçu Demokrasî rastiyan dinivîsin, ji ber vê tim di hedefa dewlet û desthilatdariyê dene. 8 sal bi ser mirina kurê min re derbas bûn, lê hîna  jî êşa wî zindiye û em hewl didin têkoşîna wî berdewam bikin. Emê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Heya em bigihin armancên xwe emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
'BI GIRTINAN NIKARIN ME ÇAVTIRSANDÎ BIKIN'
 
Alataş, anî ziman ku dest danîn ser Çapxaneya Gun a rojname çap dikirin û wiha bilêv kir: “Ewê îro bigirin, emê jî sibe cardin vekin. Ev têkoşîn bi kuştin, girtin, gef û komkujiyan bi dawî nabe. Çi bikin bila bikin, tu carî nikarin dengê çapemeniyê qût bikin. Ev doz ranaweste. Ev rojname ranawestin û nayên girtin. Girtin tu carî me çavtirsandî nakin.”
 
'DESTÊN XWE BIKIŞÎNIN'
 
Hevjînê Kadrî Bagdu Şemsê Bagdu jî, diyar kir  ku dewlet bi salane êrîşî çapemeniya azad a kurd dike û wiha  axivî: “Hevjînê min ji ber ku tenê rojname digihandin ber destê gel hat qetilkirin. Falîlên hevjînê min hîna jî dernexistin holê. Rojnameyên hemû kesê serbestin, gelo çima yên me qedexen e? Wan binçav dikin, digirin û qetil dikin. Bila êdî dewlet destê xwe li ser çapemeniya azad rake.”
 
'BEHNA MIN TENG BÛYE’
 
Bagdu, da zanîn ku çapemeniya azad rastiya gelê kurde û wiha got: “Ev rojname rojnameya gelekê ye. Rojnameya gelê kurd û hemû gelane. Gava rojnameya Welat li mala min tunebe, ez kêmasiyek mezin hîs dikim. Rojnameya Welat her roj ji bo min dihat. Ez bi tirkî nizanim bixwînim. Gava min rojname Welat dixwend ez baş dibûn û bêhna min fireh dibû. Lê niha bêhna min pir teng bûye. Serê sibê heya min ew rojname negirta, min taştê nedixwar. Niha rojnameya me tuneye, keyfa me jî tuneye. Weke ku çav û devê min girtine.”
 
‘JI BO VEBE EM Ê TÊBIKOŞIN’
 
Bagdu, dest nîşan kir ku ji bo vê rojnameyê wan xwîn rijand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi sedan mirov ji bo vê rojnamê can da û xwîn rijand. Me gelek şehîd dan. Ji Apê Mûsa bigirin heya Kadrî û ji Kadrî bigirin heya bi sedan şehîdan ji bo vê rojnamê xwîna xwe rijandin. Em dixwazin rojname me cardin vekin. Ji bo vebe emê têbikoşin. Rojnameya me çav û mejiyê me ye. Bi xwîna şehîdan rojnama me heya roja îro hat. Ew çi bikin bila bikin, em ê cardin rojnameya xwe vekin. Ew çavê me ye. Kes nikare çavê me bigire. Niha rojname tuneye. Dikir ku dîn bibin. Gava min rojname dixwend, weke ku li welatê xwe bûm. Rojname her tiştê me ye. Em ê tu carî dest jê bernedin.”
 
MA / Hamdullah Kesen
 

Sernavên din

10/04/2018
18:11 TSK: Leşkerê çû operasyonê ji zinar ket û mir
17:36 Zarokên Nisêbînê dîsa nehatin berdan
17:23 Wêneyên rojnameger Zeyrek kişandine bûn mijara lêpirsînê
17:10 Li Stenbolê 4 HDP’î hatin girtin
17:08 Polîsê wesayît li dayik û kurê wê qeliband ji kar hat dûrkirin
16:49 Malbatên xwendekarên Bogazîçîyî: Zarokên me berdin û lêborînê bixwazin
16:47 3 edîtor û xebatkarek Ozgurlukçu Demokrasî hatin girtin
15:36 Welat a nehatiye çapkirin der barê wê de biryara komkirinê dan
15:18 Temellî: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya şer e
14:28 Dîmenên kêliya kuştina Kurkut derket holê
14:15 Karker û kedkar dê 1'ê Gulanê li Maltepe pîroz bikin
13:32 Dozger girtina edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî xwest
13:14 Hevdîtinên HDP’ê ya ji bo yekitiyê didomin
12:50 Danişîna doza Înce ya ji aliyê leşkeran ve hat kuştin hat dîtin
12:43 Kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:17 Di danişîna doza Nisêbînê de malbat hilnegirtin salonê
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 745’an serlêdan kirin
11:51 'Îktîdar dê bi xesandina kîmyewî aporeyê xwe biparêze'
11:16 Efrîniyên vedigerin rastî gef û zilma OSO tên
10:47 Tirkiye di şerê Efrînê de 15 xalên NY'ê binpê kirin
10:46 Kordînatora IPI: Tirkiye îdiaya ‘çapamenî azad e’ jî winda kir
10:13 Şandeya KNK'ê Rêveberiya Demokratîk a Şengalê ziyaret kir
09:15 Turkdogan bang li hikûmetê kir: Heyetek çûye Îmraliyê ya na?
09:15 'Ne bi tespîta komîsyonê, bi lêkolîna polîsan hatin mohrkirin’
09:14 Îdianameya Mûglayê hat amadekirin
09:13 Hunermend Mizgîn: Min xwest bi albûma xwe perçeyên Kurdistanê bikim yek
09:12 Pîlotê berê: Ji bilî şer tiştekî ku AKP ji bo gel wehd bike nemaye
09:12 Dê wêneyê înşatê dî înşaetê de pêşkêş bike
09:11 Bi salan e mirîşkan xwedî dike, lê heqê keda wê nayê dayîn
09:10 20 salin selikên mîna kewarên mêşan çêdike
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2018'AN
09/04/2018
16:44 Hevsera wî şewitandin û li wî jî 18 sal û 4 meh ceza birîn
16:28 Buldan: Piştî Kerkûk û Efrînê yekîtiya kurdan şert e
16:07 Keyayê gund dadger desteser kir
15:52 'Di bin çavan de îşkence kirin'
15:27 255 karkerên Şaredariya Rezan çalakî pêk anîn
15:20 Edîtorê Ozgurlukçu Demokrasî dê sibê sewqî dozgeriyê bikin
15:10 Li Kopê 4 kes hatin girtin, li Aydinê 9 kes hatin binçavkirin
14:47 Li Erzînganê teqîn: Leşkerek mir
14:02 Dolar 4 û euro 5 lîra derbas kir
13:36 Der barê 2 bersûcên Komkujiya Girtîgeha Amedê de biryara girtinê dan
13:35 Ozsoy: Şerê Sûriye dê demek dirêj bidome
13:08 Ji bo Efrînê bang li NY'e kirin
12:40 Pêşnûmeya ‘Xesandina kîmyewî' pêşkêşî meclîsê kirin
12:36 Ziyareta HDP'ê ji bo yekîtiya neteweya kurd didome
11:48 Koçer ji zozanên Cûdî daxistin çotkar asteng kirin
11:28 Malbatên xwendekarên Bogazîçî: Li dijî xerabiyê aligerê qenciyê bin
11:12 Xwendekarên Îzmîrê bersîv dan Erdogan: Li zanîngehan gotina me derbasdar e
10:24 Rêveberên EMEP û FKF hatin binçavkirin
10:17 Projeya avê bê av ma
09:51 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû
09:06 Estukyan: Ozgurlukçu Demokrasî cihê azadiya ramana min bû
09:05 Mizgîniya hikûmetê karker bêkar hişt
09:05 'Ji bo pêşerojek xweş em destûr nadin Nukleerê'
09:05 Çîftyurek: Ger ku em rûhê Newrozê daxin kolanan tecrîdê bişkê
Piroglu: Demokrasî dê bi azadiya Ocalan pêş bikeve
09:04 Duzgoren: Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin mifteya çareseriyê
09:00 ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2018'AN
08:27 Bi fuzeyan êrîşî balafirgeha leşkerî ya Sûriye kirin
08:17 Birayê Haci Lokman Bîrlîk hat binçavkirin
07:58 Maşîna leşkeran li Bazîdê qelibî: 9 leşker birîndar bûn
08/04/2018
18:30 Akademîsyenên Kolanan li Malên Gel dersa piştevaniyê da
17:43 Şêniyên Helebê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
17:27 Baydemîr: Mafê Kurdane heye li Bakur parlementoya xwe ava bikin
15:33 Prz. Ballikaya: Girtîgeha Îmraliyê bigirin
14:50 Îsmaîl Arslan li warê xwe hat definkirin
14:34 Îdîaya tîmên ‘Xencer’ û ‘Bayrak’ sewqî herêmên operasyonê kirin!
14:16 HRW: Tirkiye Efrînê talan dike
14:02 Buldan: Divê yekîtiya kurd pêk be û kongreya neteweyî bê lidarxistin
13:48 Lingê Sûavî yê 4 salî ku maşîna zirxî ya polîsan lê xist, jê kirin
12:56 Walîtîyê li Colemêrgê 30 herêm qedexe kirin
12:19 Gunana çalakiya xwe ya rojiya mirinê ya li dijî tecrîtê bi dawî kir
12:02 Di Cejna Paskalyayê de daxwaza aştî û kêfxweşiyê kirin
12:01 Li dijî talankirina xwezayê Yekîtiya Ekolojiyê
10:15 Asayîşa Zaxo vegera Êzîdiyan a kampê asteng dike
09:56 DAIŞ’ê li Kerkûkê êrîş kir: 3 kuştî, 3 birîndar
09:28 Li 4 bajaran qezeyên trafîkê: 4 mirî, 38 birîndar
09:26 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext
09:26 Prof. Kaptanoglu: ‘Qirkirina akademiyê’ veguherî rewşeke şênber
09:25 Paylan: Bi baca welatiyan alîgirên AKP’ê dewlemend dibin
09:24 Adiyaman: Dozger bûne serokê AKP’ê yên navçeyan
09:23 Lêkolîner Şîmşîr: Li Dersimê navê mêran li gelek ziyaretên jinan hatiye kirin
09:22 Mavioglu: Demekê Gulen, niha jî AKP bela xwe di rojnamevanan dide
09:21 Parlementerên Mêrsînê: Em ê nehêlin Akkûyû bê çêkirin
09:20 Rênçberên Wanî: Qedexeyan rakin
09:19 Sûlava Bêgirê ji ber HES’an ne geş e
09:18 'Bi girtina rojnameyan dixwazin çav û devê me bigirin’
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2018'AN
07/04/2018
19:10 Onder: Ocalan çi got pêk hat
17:00 Çalakiya li Cenevre bi dawî bû: Bila NY soza xwe pêk bîne
16:59 ‘Azadiya raman û çapemeniyê, wêneyê welatekî vedibêje’
15:31 Heyeta HDP’ê li gel Mesûd Barzanî civiya
15:29 Meclîsa Kantona Efrînê civîna xwe li dar xist
15:03 Xwişka Turkoglu: Em têkoşîna xwe bêtir xurt bikin
14:58 Li Îzmîr û Denîzlî 15 kes binçav kirin
14:49 Rapora ATK a girtiyê nexweş Sari dema sewqkirin winda kirin
14:28 Aqûbeta Buttanri pirsîn
14:11 Kanar: Divê em her dem daxwaza azadiya Ocalan bikin
14:03 Ciwanan Berzanî û Tirkiye şermezar kirin
13:43 Starta 1’ê Gulanê li Evraza Kazanci hat dayîn
12:55 Girtiyê nexweş ê 66 salî jiyana xwe ji dest da