Waniyan ji bo Erdogan got: Yê vîna me nas nake em jî wî nas nakin

  • rojane
  • 11:12 7 Nîsan 2018
  • |
img

WAN – Serokomarê AKP’î Erdogan sibê diçe Wanê. Waniyan li dijî hatina Erdogan bertek nîşan da û got: “Şer, mirin, girtin, zext û zem her roj zêde dibe. Erdogan dê were çi? Ji gel re çi bêje? Yê vîna me nas neke, em jî wî nas nakin.” 

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan sibê bi boneya beşdarî 6’emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe bibe diçe Wanê. Ji niha ve ji bo çûyîna Erdogan li her deverê bajêr tedbîr hatine girtin û jiyanê li bajêr tevizandine. Ji bo hatina Erdogan her deverê bajêr jî bi kulîlkan dixemîlînin û hemû rê û peyarêyên xerabe jî çêdikin. Di serî de qeyûmên tayînî şaredariyên DBP’ê kirin û hemû saziyên dewletê ji bo hatina Erdogan dest bi seferberiyê kir. Welatî ji aliyê polîsan ve tên rawestandin û lêgerînan li ser wan pêk tînin. Li aliyekî hemû çalakî û şahiyên sazî û partiyên muxalîf tên astengkirin û li aliyê din jî hemû çalakî û kolan ji bo hatina Erdogan serbest kirin e. Li gel maşîneyên zirxî banga beşdariya kongreya AKP’ê tê kirin. 
 
Şêniyên Wanê hatina Erdogan nirxand û got: “Yê vîna me nas neke, em jî wî nas nakin. Em wek gelê Wanê hatina wî naxwazin.” 
 
'BILA EWIL VÎNA ME YA LI GIRTÎGEHAN BERDE’ 
 
Ji welatiyan Perîxan Îta got: “Erdogan di ber deriyê me de jî derbas bibe, em ê lê ne nêrin. Çima wekîla me Fîgen Yuksekdag girtî ye? An jî çima wekîliya Tuba Hezer xistin? Bila ewil bersiva van pirsa bide me. Êdî em wek gelê kurd ji girtin, binçavkirin, zilm û zextê re dibêjin ‘bes e.’ Daxwaziya me mezin ew e ku bila ewil vîna me yên di girtîgehan de berdin. Li vî bajarî kar nîne, gund û zozanên me qedexe ne û em nikarin tiştekî bikin. Heke ku Erdogan hemû daxwazên gelê me pêk bîne û qebûl bike, bila kerem bike were serçava. Lê heke ku qebûl neke û pêk neyne tu wateya hatina wî nîne.” 
 
‘BILA EWIL HURMETÊ NÎŞANÎ VÎNA ME BIDE’ 
 
Meryem Uzuner jî got: “Serokkomar ji bo me tiştek nekiriye radibe tê vir. Em wî naxwazin û hatina wî me eleqedar nake. Kesê vîna me dixe hundir, tu wateya hatina wî nîne. Bila ewil hurmet nîşanî deng û vîna me bide.” 
 
 ‘EFRÎN AXA KURDAN E’ 
 
Ji welatiyan Kumru Uzanay jî wiha axivî: “Gundê me vala kirin û tişta nema nehat serê me. Demek kin beriya niha çûn li Efrînê axa kurdan dagir kirin. Efrîn ne ya tu kesî ye ya kurdan e. Em tu tiştekî ji wî daxwaz nakin. Bila destpêkê girtiyên me berde û bila hurmetê nîşanî kurdan bide.” 
 
‘BIXWEDÊ TU KES GIRÎNGIYÊ NADE HATINA WÎ’ 
 
Hiznî Ugurlu jî da zanîn ku hatina Erdogan a Wanê tu tiştek ji bo wan bi mane nake û got: “Em naxwazin bê Wanê. Heke were vir dê çi bike û ji bo me çi bike. Ji her demê bêtir li ser me zext û zordarî heye. Bixwedê tu kes girîngiyê nade hatina wî.” 
 
‘DÊ ÇAWA KUŞTIN Û ŞER RAVE BIKE’ 
 
Sekvan Tutuk jî anî ziman ku pêşveçûyîna welat her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û wiha got: “Niha dê bê ji bo me qala çi bike. Her roj her tiştî zem dike û kes nikare debara xwe bike. Şer û kuştin her ku diçe zêde dibe. Dê çawa vê yekê rave bike. Cîhana me veguherandiye dojehê. Em wî naxwazin.” 
 
MA / Mujdat Can – Nîmet Olmez
 

Sernavên din

10/04/2018
17:36 Zarokên Nisêbînê dîsa nehatin berdan
17:23 Wêneyên rojnameger Zeyrek kişandine bûn mijara lêpirsînê
17:10 Li Stenbolê 4 HDP’î hatin girtin
17:08 Polîsê wesayît li dayik û kurê wê qeliband ji kar hat dûrkirin
16:49 Malbatên xwendekarên Bogazîçîyî: Zarokên me berdin û lêborînê bixwazin
16:47 3 edîtor û xebatkarek Ozgurlukçu Demokrasî hatin girtin
15:36 Welat a nehatiye çapkirin der barê wê de biryara komkirinê dan
15:18 Temellî: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya şer e
14:28 Dîmenên kêliya kuştina Kurkut derket holê
14:15 Karker û kedkar dê 1'ê Gulanê li Maltepe pîroz bikin
13:32 Dozger girtina edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî xwest
13:14 Hevdîtinên HDP’ê ya ji bo yekitiyê didomin
12:50 Danişîna doza Înce ya ji aliyê leşkeran ve hat kuştin hat dîtin
12:43 Kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:17 Di danişîna doza Nisêbînê de malbat hilnegirtin salonê
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 745’an serlêdan kirin
11:51 'Îktîdar dê bi xesandina kîmyewî aporeyê xwe biparêze'
11:16 Efrîniyên vedigerin rastî gef û zilma OSO tên
10:47 Tirkiye di şerê Efrînê de 15 xalên NY'ê binpê kirin
10:46 Kordînatora IPI: Tirkiye îdiaya ‘çapamenî azad e’ jî winda kir
10:13 Şandeya KNK'ê Rêveberiya Demokratîk a Şengalê ziyaret kir
09:15 Turkdogan bang li hikûmetê kir: Heyetek çûye Îmraliyê ya na?
09:15 'Ne bi tespîta komîsyonê, bi lêkolîna polîsan hatin mohrkirin’
09:14 Îdianameya Mûglayê hat amadekirin
09:13 Hunermend Mizgîn: Min xwest bi albûma xwe perçeyên Kurdistanê bikim yek
09:12 Pîlotê berê: Ji bilî şer tiştekî ku AKP ji bo gel wehd bike nemaye
09:12 Dê wêneyê înşatê dî înşaetê de pêşkêş bike
09:11 Bi salan e mirîşkan xwedî dike, lê heqê keda wê nayê dayîn
09:10 20 salin selikên mîna kewarên mêşan çêdike
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2018'AN
09/04/2018
16:44 Hevsera wî şewitandin û li wî jî 18 sal û 4 meh ceza birîn
16:28 Buldan: Piştî Kerkûk û Efrînê yekîtiya kurdan şert e
16:07 Keyayê gund dadger desteser kir
15:52 'Di bin çavan de îşkence kirin'
15:27 255 karkerên Şaredariya Rezan çalakî pêk anîn
15:20 Edîtorê Ozgurlukçu Demokrasî dê sibê sewqî dozgeriyê bikin
15:10 Li Kopê 4 kes hatin girtin, li Aydinê 9 kes hatin binçavkirin
14:47 Li Erzînganê teqîn: Leşkerek mir
14:02 Dolar 4 û euro 5 lîra derbas kir
13:36 Der barê 2 bersûcên Komkujiya Girtîgeha Amedê de biryara girtinê dan
13:35 Ozsoy: Şerê Sûriye dê demek dirêj bidome
13:08 Ji bo Efrînê bang li NY'e kirin
12:40 Pêşnûmeya ‘Xesandina kîmyewî' pêşkêşî meclîsê kirin
12:36 Ziyareta HDP'ê ji bo yekîtiya neteweya kurd didome
11:48 Koçer ji zozanên Cûdî daxistin çotkar asteng kirin
11:28 Malbatên xwendekarên Bogazîçî: Li dijî xerabiyê aligerê qenciyê bin
11:12 Xwendekarên Îzmîrê bersîv dan Erdogan: Li zanîngehan gotina me derbasdar e
10:24 Rêveberên EMEP û FKF hatin binçavkirin
10:17 Projeya avê bê av ma
09:51 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû
09:06 Estukyan: Ozgurlukçu Demokrasî cihê azadiya ramana min bû
09:05 Mizgîniya hikûmetê karker bêkar hişt
09:05 'Ji bo pêşerojek xweş em destûr nadin Nukleerê'
09:05 Çîftyurek: Ger ku em rûhê Newrozê daxin kolanan tecrîdê bişkê
Piroglu: Demokrasî dê bi azadiya Ocalan pêş bikeve
09:04 Duzgoren: Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin mifteya çareseriyê
09:00 ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2018'AN
08:27 Bi fuzeyan êrîşî balafirgeha leşkerî ya Sûriye kirin
08:17 Birayê Haci Lokman Bîrlîk hat binçavkirin
07:58 Maşîna leşkeran li Bazîdê qelibî: 9 leşker birîndar bûn
08/04/2018
18:30 Akademîsyenên Kolanan li Malên Gel dersa piştevaniyê da
17:43 Şêniyên Helebê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
17:27 Baydemîr: Mafê Kurdane heye li Bakur parlementoya xwe ava bikin
15:33 Prz. Ballikaya: Girtîgeha Îmraliyê bigirin
14:50 Îsmaîl Arslan li warê xwe hat definkirin
14:34 Îdîaya tîmên ‘Xencer’ û ‘Bayrak’ sewqî herêmên operasyonê kirin!
14:16 HRW: Tirkiye Efrînê talan dike
14:02 Buldan: Divê yekîtiya kurd pêk be û kongreya neteweyî bê lidarxistin
13:48 Lingê Sûavî yê 4 salî ku maşîna zirxî ya polîsan lê xist, jê kirin
12:56 Walîtîyê li Colemêrgê 30 herêm qedexe kirin
12:19 Gunana çalakiya xwe ya rojiya mirinê ya li dijî tecrîtê bi dawî kir
12:02 Di Cejna Paskalyayê de daxwaza aştî û kêfxweşiyê kirin
12:01 Li dijî talankirina xwezayê Yekîtiya Ekolojiyê
10:15 Asayîşa Zaxo vegera Êzîdiyan a kampê asteng dike
09:56 DAIŞ’ê li Kerkûkê êrîş kir: 3 kuştî, 3 birîndar
09:28 Li 4 bajaran qezeyên trafîkê: 4 mirî, 38 birîndar
09:26 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext
09:26 Prof. Kaptanoglu: ‘Qirkirina akademiyê’ veguherî rewşeke şênber
09:25 Paylan: Bi baca welatiyan alîgirên AKP’ê dewlemend dibin
09:24 Adiyaman: Dozger bûne serokê AKP’ê yên navçeyan
09:23 Lêkolîner Şîmşîr: Li Dersimê navê mêran li gelek ziyaretên jinan hatiye kirin
09:22 Mavioglu: Demekê Gulen, niha jî AKP bela xwe di rojnamevanan dide
09:21 Parlementerên Mêrsînê: Em ê nehêlin Akkûyû bê çêkirin
09:20 Rênçberên Wanî: Qedexeyan rakin
09:19 Sûlava Bêgirê ji ber HES’an ne geş e
09:18 'Bi girtina rojnameyan dixwazin çav û devê me bigirin’
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2018'AN
07/04/2018
19:10 Onder: Ocalan çi got pêk hat
17:00 Çalakiya li Cenevre bi dawî bû: Bila NY soza xwe pêk bîne
16:59 ‘Azadiya raman û çapemeniyê, wêneyê welatekî vedibêje’
15:31 Heyeta HDP’ê li gel Mesûd Barzanî civiya
15:29 Meclîsa Kantona Efrînê civîna xwe li dar xist
15:03 Xwişka Turkoglu: Em têkoşîna xwe bêtir xurt bikin
14:58 Li Îzmîr û Denîzlî 15 kes binçav kirin
14:49 Rapora ATK a girtiyê nexweş Sari dema sewqkirin winda kirin
14:28 Aqûbeta Buttanri pirsîn
14:11 Kanar: Divê em her dem daxwaza azadiya Ocalan bikin
14:03 Ciwanan Berzanî û Tirkiye şermezar kirin
13:43 Starta 1’ê Gulanê li Evraza Kazanci hat dayîn
12:55 Girtiyê nexweş ê 66 salî jiyana xwe ji dest da
12:14 Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da