'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'

img
ENQERE - Pisporê Enerjiyê Muhdan Saglam, diyar kir ku ji sala 2010'an heta niha 3 caran vekirina Santrala Nukleerê ya  Akkuyu pêk hat û wiha got: "Pirsgirêka finansê ya Akkuyu didome. Dibe ku ev proje neqede. Tirkiye ji sedî 55 xaza xwezayî ji Rûsya temîn dike. Tirkiye dê bi vê projeyê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan. 
 
Tirkiye û Rûsya di 3'ê Nîsanê de bingeha projeya Santrala Nukleerê avêtin û projeya Santrala Nukleerê îmze kirin. Berê jî Tirkiye li ser Xeta Şîn (Mavî Akim) a Xaza Xwezayî li hev kiribûn. Niha jî li ser Santrala Nukleerê li hev kirin. Ev yek pirsan tîne aqilan. Gelo Tirkiye û Rûsya li ser çi xalan li hev kirin? Bazara çi kirin? tîne aqilan. Tirkiye û Rûsya çend carin peymanên enerjiyê îmze dikin û her ku Rusya enerjiyê dide Tirkiye, Tirkiye bêtir bi Rûsya ve tê girêdan. Li hemberî vê yekê bertek û nerazibûn zêde dibin. Şîrketa dewleta Rûsya ROSATOM bi 20 milyar dolar bingeha Santrala Nukleerê ya Akkuyu avêt. Ev yek di nava Tirkiye de bû mijara bertek û niqaşan. Têkildarî vê yekê Pisporê Enerjiyê Muhdan Saglam ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Saglam, diyar kir ku di vê projeyê de gavên mezin nehatine avêtin û wiha got: "Di nava 8 salan de 3 caran hat vekirin. Di sala 2010'an de proje hat îmzekirin. Heta niha neket meriyetê. Heta niha bingehên biçûk hatine avêtin. Heta niha 3 carin vekirina wê pêk tê. Heta niha lîsansa wê nehatibû erêkirin. Ji bo têkeve lîsansa ceyranê divê lîsansa hilberîna ceyranê bistîne. Dîsa divê lîsansa firotinê bistîne. Lîsansa ji bo avakirina rektoran beriya ku Putîn bê Tirkiye di şeva 3'ê Nîsanê de hat derxistin. Ji ber ku 3 salin dihat rawestandin." 
 
‘PIRSGIRÊKA FÎNANSÊ HEYE'
 
Saglam, anî ziman ku her çend bingehê projeyê hat avêtin jî pirsgirêka finansê heye û wiha got: “Yek ji pirsgirêkên bingehîn pirsgirêka sermayeyê ye. Di sala 2010'an de peyman hat îmzekirin. Hat diyar kirin ku dê nexşerêyek bê şopandin. Biryar hat girtin ku ji sedî 51'e projeyê li ser navê Rûsyayê şîrketa ROSATOM’ê û ji sedî 49’ê projeyê jî para Tirkiye be. Şîrketên înşaetê yên Colin, Kalyon û Cengiz bûn talîbê vê projeyê. Di nava wan de konsorsiyum a 3 alî hat avakirin. Lê piştî pêşketin çênebû ROSATOM'ê pêdivî bi lêkolîna van 3 şîrketan dit. Niha finansmanê projeyan nayê dîtin. Hêza ROSATOM ya bi tena serê xwe vê yekê pêk bîne tune ye. Şirketê di serî de li Misir, Arabistan, Çîn û gelek welatên cîhanê projeyan pêş dixe. Ji ber vê yekê naxwaze piraniya butçeya xwe ji Tirkiye re cuda bike. Diyar kirin ku dê di sala 2019'an de sermayeyê bidin projeyê. Ev jî tê wateya ku dê proje pir hêdî pêş bikeve. Ev hêviya der barê projeyê de kêm dike." 
 
'DIBE KU EV PROJE QET NEQEDE'
 
Saglam, anî ziman ku rayedaran diyar kirin ku ev proje dê di 2023'an de biqede û wiha got: "Dema projeyê dest pê kir, armanc dikirin ku di 2025’an de reaktoran têxin meriyetê. Rîca kirin ku di 2023'an de texin meriyetê. Li ser vê yekê ROSATOM'ê ev yek qebûl kir. Ev înşaet e. Projeyek ku ekstra ewlehiyê dixwaze. Hûn avahiyekê jî çêkin, hûn reaktorek nukleer jî çêkin pêdivî bi sermayeyê heye. Gotina dê di 2023'an de têkeve meriyetê îdîayek pir mezin e. Ji ber vê yekê ne diyar e proje kengî têkeve meriyetê. Niha xuya dibe ku proje qet bi dawî nebe. Ger ku di 2019’an de sermayeya pêwist neyê dîtin, dibe ku ROSATOM bvê projeyê nexe meriyetê. Ji ber vê yekê dibe ku proje bê rawestandin. Ji xwe heta niha proje 8 salin didome. Dibe ku heta 10 salên din jî bê rawestandin. Dibe ku 2023 ji bo Tirkiye dîrokek pir girîng be, lê şert û mercên projeyê têr nakin. Dibe ku ev yek ji bo Rûsya bê wate be." 
 
GER KU RADYOAKTIF BELAV BIBE FELAKET E 
 
Saglam, bal kişand ser angajmanên polîtîk yên Rusya û ROSATOM’ê û wiha berdewam kir: "Rûsya bi vê projeyê li Akdenizê herî kêm dê 30 salan hebûna xwe berdewam bike. Dê karibe vir kontrol bike. Santrala Nukleerê tenê ne ji bo hilberîna enerjiyê ye. Tenê ji reaktoran pêk nayê. Ger ku zerar bigêje Reaktorekê û radyoaktif belav bibe ev talûkeyek pir mezin e. Em dibînin ku li der û dora Mêrsînê fuzeyan bi cih dikin. Em dibînin ku bazirganiyek pir alî heye. Ji bo Rusya ev ne tenê enerjî ye. Tirkiye êdî bi enerjiyê ve hatiye girêdan. Bi vê projeyê Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan. Niha ji sedî 55 enerjî ji Rusya tê temînkirin. Ger ku wekî Serokomar Erdogan got bi vê projeyê ji sedî 10 enerjî bê temînkirin wê demê Tirkiye ji sedî 65 bi enerjiya Rusya ve tê girêdan. Ev ji bo Rûsay firsendeke gelek mezin e. 
Saglam anî ziman ku li ava Derya Spî germ dibe û wiha got: "Li Sûriye barageha leşkerî ya Rûsya heye. Niha barageha enerjiyê ava dike. Ev dê bibe şerê enerjiyê. Li Derya Spî NATO jî heye. Dê gelek aktor li vir bi cih bibin û tansiyon dê bilind bibe. Welatên li ser lêvê bahrê yên wekî Îtalya, Yunanistan, Kibris, Tirkiye û welatên Nato dê bên rûqalî hev. Wê demê dê xala 5’emîn çawa be. Ger ku Misir û Îsraîl tev li vê pêvajoyê bibe wê çi bibe. Rusya dê çi bike. 
 
MA / Kenan Kirkaya

Sernavên din

07/04/2018
12:14 Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da
11:58 Mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney tê lidarxistin
11:58 Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana mirovan nekin amûrê şantajê
11:57 Temellî: Çawa we aramiyê li Tirkiyeyê nehişt, we aramiyê li Efrînê jî nehişt
11:47 2 kes li Wan û Kopê hatin girtin
11:26 Jin ked û çanda xwe dîtbar dikin
11:24 Berteka li dijî 22 rojnamegeran: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:12 Waniyan ji bo Erdogan got: Yê vîna me nas nake em jî wî nas nakin
10:52 Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin
10:43 Nehiştin zava daweta xwe bibîn e
10:27 Aydogan: Kuştina akademîsyenan encama esasgirtina îxbartiyê ye
10:15 Sûretvanên Başûr: Rêzefilmên tirk boykot bikin
10:08 UNESCO’yê îtirazî projeya Geliyê Dîcleyê kiribû, lê hêj daran dibirin
09:06 Şêniyên Mêrsînê: Bila Mêrsîn jî nebe Fukuşîma û Çernobîl
09:06 Hêj jî madena ku bû sedema mirina 8 karkeran tê xebitandin
09:05 Serokê RSF’a Almanyayê Mihr: Bi tayînkirina qeyûm asta çewisandinên li ser çapemeniya kurd kifş e
09:04 Serokê ATK’ê ji girtiyên kor re got ‘Rapor min eleqedar nakin’
09:04 Abdullatif Şener: Têkiliyên navneteweyî li ser berjewendiyan bi rê ve diçin
09:03 Bi roj karê înşatê, bi şev helbest dinivîsîne
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2018'AN
08:41 Li Çelê 2 leşker mirin
06/04/2018
16:53 'Em li dora Ocalan bibin yek'
16:43 Şandeya Birîtanî li Qamişlo sazî ziyaret kirin
16:37 Xebatkarên çarpxanê yên girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvrî kirin
16:18 2 cerdevanên derketin operasyonê birîndar bûn
16:16 3 zarokên Kobanê bi mayîna TSK'ê jiyana xwe ji dest dan
15:36 Ozmen: Dixwazin Tahîr Elçî bidin ji bîr kirin
15:23 Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:21 Nûçegîhana JINNEWS'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:19 Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
15:18 Rojbûna Ocalan li Êlihê hat pîrozkirin
14:58 Xwediyê imtiyaza Ozgurlukçu Demokrasî û midûrê karê nivîsan girtin
14:50 HDP'ê rewşa girtiya 73 salî birin meclîsê
14:25 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Nikarin ser heqîqetê bigirin
14:17 Pirtûka ‘Hapishanelere Esinti Yollayalim’ nedan rojnamegerê girtî
13:54 Bîlgen: Zanîngeha Osmangazî cewherê OHAL'ê ye
13:47 Hevşaredara Dêrsimê Altun bernedan
13:16 Parêzerên Demîrtaş daxwaza berdanê Demirtaş kirin
12:50 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Em di 28'ê Nîsanê de dakevin qadan
11:51 Malbatan cara 70'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:40 Dozger xwest xwediyê Îmtizayê û midûrê nivîsê yê Ozgurlukçu Demokrasî bê girtin
11:30 'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'
10:56 TGS: Rojnameger dîsa di hedefê de ne û dixwazin nûçeyan tune bikin
09:10 Li Colemêrgê dema komkirina pincarê ye
09:09 Li Wanê qedexe tenê ji bo muxalefetê derbasdar e
09:09 Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demorkasî: Em ê li pey weşangeriya azad bin
09:08 Parêzer Şen: Mesele bi xesandinê safî nabe
09:08 Li Tirkiyeyê girtiya nexweş 7 mehin li benda dixtor e lê...
09:08 Ji sûcê şopa tiliyê beraet kir
09:07 ‘AKP tenê bi alên xwe li Amedê heye’
09:07 Tekiner: Ji bo îktîdar ji dest wan neçe bi ser jinê de diçin
09:06 Alîgirên qeyûm ji ber ‘nelirêtî’ kirine ji peywirê hat girtin
09:06 Ji bo rojnamegerê girtî çîrokê girtiyan nenivîse di bin tecrîdê de ye
09:06 Qeyûm hîbeya 53 milyon Euroyî red kir, şaredarî xist bin 250 milyon TL deyn
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN
05/04/2018
20:33 Rojnamevan Metîn Alataş hat bibîranîn
16:51 20 kesên xwediyê Çapxaneya Gun jî dinavê de girtin
16:36 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 744'emîn hat redkirin
16:08 Di Nobeta Edaletê de peyama girtiyan: Saltanata zilmê dê bi dawî bibe
15:58 Girtî ceza dinava cezayê de dijîn
15:45 Li Zanîngeha Osmangaziyê êrîşa çekdarî: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Polîsan bi ser Komeleya Kurdan a li Hannoverê de girtin
15:35 8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin
15:03 Polîsan pastefiroş berdan, lê paste bernedan
14:49 Atalan: Çareserî paradîkmaya Ocalan e
14:37 ‘Santrala Nukleer amadekariya şer e, em naxwazin’
14:24 Parêzerên Ocalan cara 744’emîn serlêdan kirin
14:13 Irmak a HDP'î SEGBÎS red kir, danişîna wê hat taloqkirin
13:53 Altinors: Desteserkirina rojnameyê bêhiqûqîya herî mezin e
13:52 Rêxistinên cotkar û zîraetê: Dê cotkariyê ji binî de tesfiye bikin
13:30 Baroya Amedê: Polîtîkayên ewlehiyê nebûn çareserî û dê qet nebe
13:10 Cerdevanekî birayê xwe kuşt
13:05 Dozger bi bayê bezê daxwaza girtinê ji 20 xebatkarê çapxaneyê re xwest
13:02 Doza Efrînê li Rojnameger Ahmet Kanbal vekirin
13:01 Li Girtîgeha Patnosê laçika jinekê ji serê wê kirin
13:01 Demîrtaş ji bo parêzerên girtî peyama piştevaniyê da
12:12 Li Wanê di adarê de 300 HDP’î binçav kirin: Em ê fêrî bêhiqûqiyê nebin
12:06 Ji girtiyan tekmîla telefonê dixwazin
12:05 Polîsan di serdegirtina HDP’ê de 23 kes binçav kirin
11:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zanîngeh bîat nakin
11:42 Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt
11:41 Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin
11:18 Li Cûdî û Gabarê operasyon dest pê kirin
11:07 Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin
10:50 'Em Roja Parêzeran bi gefên girtin, êrîş û binçavkirinan pêşwazî dikin’
10:33 Karkerên înşaetê: Ewlehiya me tune ye
10:32 Ozmen: OHAL’ê pîşeya parêzeriyê giran kir
10:06 Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin
10:05 Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin
09:51 Ji ber hişkayî û qutkirina ceryanê 321 hezar û 616 hezar donim bê av man
09:45 50 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:14 Ahmet Ayaz ê 99 salî bi nebatan şîfayê belav dike
09:13 Meh û sal derbas bûn lê tu pêşketin di dosyeya Kirbayir de nîne
09:13 Dozger tişta nebûyî kir: Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin
09:09 Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!
09:08 Krîzê li zêrkeran jî xist!
09:06 Hewesa kur bû çavkaniya debara bav
09:05 Beriya 5’ê Nîsanê û piştî wê Îmralî
09:01 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN
04/04/2018
22:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê