Li Wanê qedexe tenê ji bo muxalefetê derbasdar e

  • rojane
  • 09:09 6 Nîsan 2018
  • |
img

WAN – Ji 21’ê Mijdara 2016’an ve Walîtiya Wanê her meh çalakî û şahî li waniyan û saziyan qedexe dike. Qedexe tenê li ser muxalefetê pêk tê. Partî û sendîkayên nêzî desthilatdariyê kengî bixwazin bêdestûr çalakî û şahiyan li dar dixin. 

Piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) li Wanê ji 21’ê mijdara 2016’an ve hemû çalakî û şahiyên li bajêr ji aliyê Waliyê Wanê ve tên qedexekirin. Hemû serlêdanên ji bo destûra çalakî û şahiyan ji aliyê Walî û qeymeqamên navçeyan ve tên redkirin. Hemû qad li çalakî û şahiyên saziyên civakî yên sivîl û partiyên muxalefetê tên qedexekirin. Lê her qad û kolan ji bo çalakî û şahiyên saziyên nêzî desthilatdariyê bêdestûr pêk tên û li gorî dilê xwe tev digerin. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl li dijî qedexekirina çalakî û şahiyan nerazîbûn nîşan dan. 
 
‘FERQA QEDEXEYAN HEYE’ 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Murat Melet diyar kir ku qedexeyên bi hinceta OHAL’ê dixin meriyetê li gorî her aliyê diguhere û got: “Saziyên muhalîf mexdûrên dustandardiya desthilatdariyê ne. Di navbera qedexe û dorpêça li Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê de cudahî heye. Ji bo herêmê polîtîkayên taybet tên lipêşxistin. Di bingeha van polîtîkayan de jî qedexeyan pêk tînin. Ev qedexe li dijî dengê aliyên muxalîf dixin meriyetê û qedexeyan dirêj dikin. Ev yek jî ramanên feraseta yek perestiyê derdixe holê. Hemû çalakî û şahî ji bo me qebhet in, lê STK û partiyên nêzî desthilatdariyê çi demê dixwazin çalakî û şahiyan li gorî dilê xwe li dar dixin.” 
 
‘TEHAMULÎ MUXALEFETÊ NAKIN’ 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Bedrî Yamaç jî anî ziman ku çeka herî mezin a di destê saz û rêxistinên kedê û demokratîk de daxwaza demokrasiyê ye û bi vî awayî dengê xwe yên demokratîk digîhînin raya giştî. Yamaç wiha got: “Ev du sal e desthilatdarî hemû çalakî û şahî li me qedexe kiriye. Hemû çalakiyên saziyên sivîl di çarçoveya daxwaza demorasî û aştiyê de pêk tên. Lê tehamulî tu dengê muxalîf nakin. Çawa ku tehamulî dengê demorkatîk nakin, bi heman awayî jî civakê ditirsînin û zextan dikin. Qey ew dibêjin dê xwe bi vî awayî bigîhînin serkeftinê, lê xwe dixapînin. Hêrsa gel gihîştiye asta veqetînê. Hemû çalakî û şahiyên me qedexe dikin, lê ji çalakiyên sendîka û partiyên xwe re astengiyan dernaxin. Ev jî duritiyê dide nîşandan. Her tişt li me qedexe ye û her tişt ji bo wan rewa û serbest e.” 
 
‘BERIYA OHAL’Ê JÎ DIXWESTIN SAZIYAN DEMOKRATÎK BÊDENG BIKIN’ 
 
Seroka Şaxa Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê ya Wanê Emîne Bozkurt jî destnîşan kir ku beriya rewşa OHAL’ê jî desthilatdariyê dixwest hemû çalakî û şahiyên saziyên civaka sivîl ên demokratîk bêdeng bike û wiha got: “Her meh Waliyê Wanê qedexeyên îlan dike, mafê me yê çalakiyên demokratîk asteng û qedexe dike. Li dijî vê bê hiqûqiyê mafê her sazî û her kesekî heye ku çalakiyên demokratîk ên protestoyê li dar bixe. Lê ev du sal e desthilatdariyê vî mafê me desteser kiriye û nas nake. Bi rastî jî mirov li dijî vê pir bi hêrs in.” 
 
‘NE ROJNAMEYEK Û NE QADEK HIŞTIN’ 
 
Hevserokê Şaxa TUM-BEL-SEN’ê ya girêdayî KESK’ê ya Wanê Şukru Kaçici jî diyar kir ku bi OHAL’ê re jiyanek wek a girtîgehê dijîn û got: “Li Wanê bi hezaran mirov hatin îxrackirin. Em nikarin vê rewşê jî protesto bikin. Çimkî bi tu awayî destûrê nadin çalakiyên me. Li welat medya nehiştin. Ne rojnameyek dê dengê me ragihîne û ne jî qadek hiştin. Niha hin sendîka li Wanê kengê û çawa bixwazin dikarin çalakiyan li dar bixin. Lê bi tu awayî destûr nadin çalakiyên KESK’ê.” 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

07/04/2018
12:14 Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da
11:58 Mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney tê lidarxistin
11:58 Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana mirovan nekin amûrê şantajê
11:57 Temellî: Çawa we aramiyê li Tirkiyeyê nehişt, we aramiyê li Efrînê jî nehişt
11:47 2 kes li Wan û Kopê hatin girtin
11:26 Jin ked û çanda xwe dîtbar dikin
11:24 Berteka li dijî 22 rojnamegeran: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:12 Waniyan ji bo Erdogan got: Yê vîna me nas nake em jî wî nas nakin
10:52 Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin
10:43 Nehiştin zava daweta xwe bibîn e
10:27 Aydogan: Kuştina akademîsyenan encama esasgirtina îxbartiyê ye
10:15 Sûretvanên Başûr: Rêzefilmên tirk boykot bikin
10:08 UNESCO’yê îtirazî projeya Geliyê Dîcleyê kiribû, lê hêj daran dibirin
09:06 Şêniyên Mêrsînê: Bila Mêrsîn jî nebe Fukuşîma û Çernobîl
09:06 Hêj jî madena ku bû sedema mirina 8 karkeran tê xebitandin
09:05 Serokê RSF’a Almanyayê Mihr: Bi tayînkirina qeyûm asta çewisandinên li ser çapemeniya kurd kifş e
09:04 Serokê ATK’ê ji girtiyên kor re got ‘Rapor min eleqedar nakin’
09:04 Abdullatif Şener: Têkiliyên navneteweyî li ser berjewendiyan bi rê ve diçin
09:03 Bi roj karê înşatê, bi şev helbest dinivîsîne
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2018'AN
08:41 Li Çelê 2 leşker mirin
06/04/2018
16:53 'Em li dora Ocalan bibin yek'
16:43 Şandeya Birîtanî li Qamişlo sazî ziyaret kirin
16:37 Xebatkarên çarpxanê yên girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvrî kirin
16:18 2 cerdevanên derketin operasyonê birîndar bûn
16:16 3 zarokên Kobanê bi mayîna TSK'ê jiyana xwe ji dest dan
15:36 Ozmen: Dixwazin Tahîr Elçî bidin ji bîr kirin
15:23 Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:21 Nûçegîhana JINNEWS'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:19 Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
15:18 Rojbûna Ocalan li Êlihê hat pîrozkirin
14:58 Xwediyê imtiyaza Ozgurlukçu Demokrasî û midûrê karê nivîsan girtin
14:50 HDP'ê rewşa girtiya 73 salî birin meclîsê
14:25 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Nikarin ser heqîqetê bigirin
14:17 Pirtûka ‘Hapishanelere Esinti Yollayalim’ nedan rojnamegerê girtî
13:54 Bîlgen: Zanîngeha Osmangazî cewherê OHAL'ê ye
13:47 Hevşaredara Dêrsimê Altun bernedan
13:16 Parêzerên Demîrtaş daxwaza berdanê Demirtaş kirin
12:50 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Em di 28'ê Nîsanê de dakevin qadan
11:51 Malbatan cara 70'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:40 Dozger xwest xwediyê Îmtizayê û midûrê nivîsê yê Ozgurlukçu Demokrasî bê girtin
11:30 'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'
10:56 TGS: Rojnameger dîsa di hedefê de ne û dixwazin nûçeyan tune bikin
09:10 Li Colemêrgê dema komkirina pincarê ye
09:09 Li Wanê qedexe tenê ji bo muxalefetê derbasdar e
09:09 Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demorkasî: Em ê li pey weşangeriya azad bin
09:08 Parêzer Şen: Mesele bi xesandinê safî nabe
09:08 Li Tirkiyeyê girtiya nexweş 7 mehin li benda dixtor e lê...
09:08 Ji sûcê şopa tiliyê beraet kir
09:07 ‘AKP tenê bi alên xwe li Amedê heye’
09:07 Tekiner: Ji bo îktîdar ji dest wan neçe bi ser jinê de diçin
09:06 Alîgirên qeyûm ji ber ‘nelirêtî’ kirine ji peywirê hat girtin
09:06 Ji bo rojnamegerê girtî çîrokê girtiyan nenivîse di bin tecrîdê de ye
09:06 Qeyûm hîbeya 53 milyon Euroyî red kir, şaredarî xist bin 250 milyon TL deyn
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN
05/04/2018
20:33 Rojnamevan Metîn Alataş hat bibîranîn
16:51 20 kesên xwediyê Çapxaneya Gun jî dinavê de girtin
16:36 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 744'emîn hat redkirin
16:08 Di Nobeta Edaletê de peyama girtiyan: Saltanata zilmê dê bi dawî bibe
15:58 Girtî ceza dinava cezayê de dijîn
15:45 Li Zanîngeha Osmangaziyê êrîşa çekdarî: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Polîsan bi ser Komeleya Kurdan a li Hannoverê de girtin
15:35 8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin
15:03 Polîsan pastefiroş berdan, lê paste bernedan
14:49 Atalan: Çareserî paradîkmaya Ocalan e
14:37 ‘Santrala Nukleer amadekariya şer e, em naxwazin’
14:24 Parêzerên Ocalan cara 744’emîn serlêdan kirin
14:13 Irmak a HDP'î SEGBÎS red kir, danişîna wê hat taloqkirin
13:53 Altinors: Desteserkirina rojnameyê bêhiqûqîya herî mezin e
13:52 Rêxistinên cotkar û zîraetê: Dê cotkariyê ji binî de tesfiye bikin
13:30 Baroya Amedê: Polîtîkayên ewlehiyê nebûn çareserî û dê qet nebe
13:10 Cerdevanekî birayê xwe kuşt
13:05 Dozger bi bayê bezê daxwaza girtinê ji 20 xebatkarê çapxaneyê re xwest
13:02 Doza Efrînê li Rojnameger Ahmet Kanbal vekirin
13:01 Li Girtîgeha Patnosê laçika jinekê ji serê wê kirin
13:01 Demîrtaş ji bo parêzerên girtî peyama piştevaniyê da
12:12 Li Wanê di adarê de 300 HDP’î binçav kirin: Em ê fêrî bêhiqûqiyê nebin
12:06 Ji girtiyan tekmîla telefonê dixwazin
12:05 Polîsan di serdegirtina HDP’ê de 23 kes binçav kirin
11:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zanîngeh bîat nakin
11:42 Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt
11:41 Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin
11:18 Li Cûdî û Gabarê operasyon dest pê kirin
11:07 Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin
10:50 'Em Roja Parêzeran bi gefên girtin, êrîş û binçavkirinan pêşwazî dikin’
10:33 Karkerên înşaetê: Ewlehiya me tune ye
10:32 Ozmen: OHAL’ê pîşeya parêzeriyê giran kir
10:06 Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin
10:05 Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin
09:51 Ji ber hişkayî û qutkirina ceryanê 321 hezar û 616 hezar donim bê av man
09:45 50 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:14 Ahmet Ayaz ê 99 salî bi nebatan şîfayê belav dike
09:13 Meh û sal derbas bûn lê tu pêşketin di dosyeya Kirbayir de nîne
09:13 Dozger tişta nebûyî kir: Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin
09:09 Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!
09:08 Krîzê li zêrkeran jî xist!
09:06 Hewesa kur bû çavkaniya debara bav
09:05 Beriya 5’ê Nîsanê û piştî wê Îmralî
09:01 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN
04/04/2018
22:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê