Girtî ceza dinava cezayê de dijîn

  • rojane
  • 15:58 5 Nîsan 2018
  • |
img

EDENE – Berpirsa Herêma Akdenîzê ya ÎHD’ê Parêzer Yasemîn Dora Şeker, rapora derbarê binpêkirinên mafan ên girtîgehên herêma Çukurova de hatî amadekirin, ji raya giştî re parve kir  û got: “Girtî ceza dinava cezayê de dijîn.”

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirvon (ÎHD) a Edeneyê, derbarê binpêkirinên mafan û pêkanînên li ser girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê, Kampusa Girtîgeha Tarsusê, Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê, Girtîgeha Tîpa T a Îskenderun û Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yemîn a Osmaniyê de raporek amade kir. Di encama hevdîtina bi girtiyan re rapor hat amdekirin. Komîsyonê li avahiya Şaxa ÎHD’ê civîn pêk anî û rapor ji raya giştî re eşkere kir. 
 
Berpirsa Herêma Akdenîzê ya ÎHD’ê Parêzer Yasemîn Dora Şeker, rapor xwend û wiha axivî: “Me bi girtiyan re hevdîtin kir. Gava me bi girtiyan hevdîtin kir, em jî rastî binpêkirinên mafan hatin.”
 
Şeker, da zanîn ku wan gelek binpêkirinên mafan tespît kirin û wiha got: “Bi her awayî girtî tên mexdûr kirin, îşkence kirin, derp kirin, ceza kirin û mafên wan tên binpê kirin. Ji bo van îşkence û bê mafiyan me daxwaz kir ku lêpirsîn bê vekirin. Jiyana di girtîgehê zor û zehmet bûye. Şert û mercên girtîgehan di asta herî jor de xerabin. Divê raya giştî li hemberî van binpêkirinên di girtîgehan de bi hestiyar tevbigerin û dengê xwe bilind bikin. " 
 
Şeker bal kişand ser binpêkirinên mafan û wiha rêz gir: "Parêzer demek dirêj bi kefî tên rawestandin. Parêzer û girtî rastî gotinên nexweş tên. Li ser girtiyan jimartina leşkerî û li ser piyan ferz dikin. Yên vê yekê îtîraz dikin rastî lêdan û îşkenceyê tên. Di hemû diyalogan de girtî rastî neheqiyan tên. Gardiyan girtiyan tahrîk dikin. Girtî dema diçin nexweşxaneyê ango sewq dibin rastî lêgerîna tazî tên. Yên li dijî vê yekê derdikevin jî rastî cezayê hucreyê tên. Dîsa rastî qedexeya telefon û nameyan tên. Îtirazê vê yekê li ber çavan nayên girtin. Xwarina xerab didin girtiyan. Şabê tev xwarinê dikin. Ev dibe sedema nexweşiyên cuda. Alav û amûrên ku malbat ji girtiyan re tînin nadin girtiyan. Alavên girtiyan ên taybet bi kêfî desteser dikin. Mafê girtiyan ê nûçe, agahî û ragihandinê bi keyfi tê îhlalkirin. Hemû mafê girtiyan ê îtîrazê ji destê wan tê girtin. Hin girtî li ser navê 'Hevdîtina parêzer' wan dibin odeya taybet û liser wan sîxuriyê ferz dikin. Sewqê girtiyên nexweş dereng dikin. Kelepçeyê li wan ferz dikin. Yên kelepçe red dikin nayên dermankirin. Ji bo girtî kartên sûcê wan li ser hatiye nivisandin bi sînga xwe vekin zor li wan tê kirin. Yên vê yekê red dikin rastî gefan tên. 
Gelek girtî tev zarokên xwe girtî ne. Ji bo zarokên tev li dayikên xwe girtî xwarina wan a taybet nadin wan. Pêdiviyên zarokan nayê pêşwazîkirin. Ev dibe sedema nexweşiyan. Ji ber şert û mercên xerab derûniya zarokan xera dibe. Şert û mercên girtîgehan ên fîzîkî pir xerab e û di vî milî de daxwazên girtiayn pêk nayê. Rêya diyalog û hevdîtinê li girtiyan tê girtin û daxwazên girtiyan li ber çavan nayê girtin. 
 
Li girtîgeha Ceyhanê 9 girtî 40 rojan li dijî binpêkirina mafan bê navber ketine grava birçîbûnê ya bêdorveger. Piştî hevditina bi rêveberiyagirtîghê de dawî li vê çalakiyê anîne. Li Girtîgeha tîpa T a Tarsusê 15 girtiyên xort ketin grava birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Girtiyên ketin grevê rastî neheqiyê û jimartila leşkerî hatin. Pêdiviyên girtiyên ketin greva birçîbûnê nehatin bersivandin û vîtamîn nedan wan. Di hevdîtina bi parêzeran re hevdîtina parêzer û girtiyan an di bin çavdêriya gardiyan an jî dibin çavderiya kamareyan depêk hat." 

Sernavên din

07/04/2018
12:14 Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da
11:58 Mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney tê lidarxistin
11:58 Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana mirovan nekin amûrê şantajê
11:57 Temellî: Çawa we aramiyê li Tirkiyeyê nehişt, we aramiyê li Efrînê jî nehişt
11:47 2 kes li Wan û Kopê hatin girtin
11:26 Jin ked û çanda xwe dîtbar dikin
11:24 Berteka li dijî 22 rojnamegeran: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:12 Waniyan ji bo Erdogan got: Yê vîna me nas nake em jî wî nas nakin
10:52 Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin
10:43 Nehiştin zava daweta xwe bibîn e
10:27 Aydogan: Kuştina akademîsyenan encama esasgirtina îxbartiyê ye
10:15 Sûretvanên Başûr: Rêzefilmên tirk boykot bikin
10:08 UNESCO’yê îtirazî projeya Geliyê Dîcleyê kiribû, lê hêj daran dibirin
09:06 Şêniyên Mêrsînê: Bila Mêrsîn jî nebe Fukuşîma û Çernobîl
09:06 Hêj jî madena ku bû sedema mirina 8 karkeran tê xebitandin
09:05 Serokê RSF’a Almanyayê Mihr: Bi tayînkirina qeyûm asta çewisandinên li ser çapemeniya kurd kifş e
09:04 Serokê ATK’ê ji girtiyên kor re got ‘Rapor min eleqedar nakin’
09:04 Abdullatif Şener: Têkiliyên navneteweyî li ser berjewendiyan bi rê ve diçin
09:03 Bi roj karê înşatê, bi şev helbest dinivîsîne
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2018'AN
08:41 Li Çelê 2 leşker mirin
06/04/2018
16:53 'Em li dora Ocalan bibin yek'
16:43 Şandeya Birîtanî li Qamişlo sazî ziyaret kirin
16:37 Xebatkarên çarpxanê yên girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvrî kirin
16:18 2 cerdevanên derketin operasyonê birîndar bûn
16:16 3 zarokên Kobanê bi mayîna TSK'ê jiyana xwe ji dest dan
15:36 Ozmen: Dixwazin Tahîr Elçî bidin ji bîr kirin
15:23 Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:21 Nûçegîhana JINNEWS'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:19 Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
15:18 Rojbûna Ocalan li Êlihê hat pîrozkirin
14:58 Xwediyê imtiyaza Ozgurlukçu Demokrasî û midûrê karê nivîsan girtin
14:50 HDP'ê rewşa girtiya 73 salî birin meclîsê
14:25 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Nikarin ser heqîqetê bigirin
14:17 Pirtûka ‘Hapishanelere Esinti Yollayalim’ nedan rojnamegerê girtî
13:54 Bîlgen: Zanîngeha Osmangazî cewherê OHAL'ê ye
13:47 Hevşaredara Dêrsimê Altun bernedan
13:16 Parêzerên Demîrtaş daxwaza berdanê Demirtaş kirin
12:50 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Em di 28'ê Nîsanê de dakevin qadan
11:51 Malbatan cara 70'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:40 Dozger xwest xwediyê Îmtizayê û midûrê nivîsê yê Ozgurlukçu Demokrasî bê girtin
11:30 'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'
10:56 TGS: Rojnameger dîsa di hedefê de ne û dixwazin nûçeyan tune bikin
09:10 Li Colemêrgê dema komkirina pincarê ye
09:09 Li Wanê qedexe tenê ji bo muxalefetê derbasdar e
09:09 Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demorkasî: Em ê li pey weşangeriya azad bin
09:08 Parêzer Şen: Mesele bi xesandinê safî nabe
09:08 Li Tirkiyeyê girtiya nexweş 7 mehin li benda dixtor e lê...
09:08 Ji sûcê şopa tiliyê beraet kir
09:07 ‘AKP tenê bi alên xwe li Amedê heye’
09:07 Tekiner: Ji bo îktîdar ji dest wan neçe bi ser jinê de diçin
09:06 Alîgirên qeyûm ji ber ‘nelirêtî’ kirine ji peywirê hat girtin
09:06 Ji bo rojnamegerê girtî çîrokê girtiyan nenivîse di bin tecrîdê de ye
09:06 Qeyûm hîbeya 53 milyon Euroyî red kir, şaredarî xist bin 250 milyon TL deyn
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN
05/04/2018
20:33 Rojnamevan Metîn Alataş hat bibîranîn
16:51 20 kesên xwediyê Çapxaneya Gun jî dinavê de girtin
16:36 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 744'emîn hat redkirin
16:08 Di Nobeta Edaletê de peyama girtiyan: Saltanata zilmê dê bi dawî bibe
15:58 Girtî ceza dinava cezayê de dijîn
15:45 Li Zanîngeha Osmangaziyê êrîşa çekdarî: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Polîsan bi ser Komeleya Kurdan a li Hannoverê de girtin
15:35 8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin
15:03 Polîsan pastefiroş berdan, lê paste bernedan
14:49 Atalan: Çareserî paradîkmaya Ocalan e
14:37 ‘Santrala Nukleer amadekariya şer e, em naxwazin’
14:24 Parêzerên Ocalan cara 744’emîn serlêdan kirin
14:13 Irmak a HDP'î SEGBÎS red kir, danişîna wê hat taloqkirin
13:53 Altinors: Desteserkirina rojnameyê bêhiqûqîya herî mezin e
13:52 Rêxistinên cotkar û zîraetê: Dê cotkariyê ji binî de tesfiye bikin
13:30 Baroya Amedê: Polîtîkayên ewlehiyê nebûn çareserî û dê qet nebe
13:10 Cerdevanekî birayê xwe kuşt
13:05 Dozger bi bayê bezê daxwaza girtinê ji 20 xebatkarê çapxaneyê re xwest
13:02 Doza Efrînê li Rojnameger Ahmet Kanbal vekirin
13:01 Li Girtîgeha Patnosê laçika jinekê ji serê wê kirin
13:01 Demîrtaş ji bo parêzerên girtî peyama piştevaniyê da
12:12 Li Wanê di adarê de 300 HDP’î binçav kirin: Em ê fêrî bêhiqûqiyê nebin
12:06 Ji girtiyan tekmîla telefonê dixwazin
12:05 Polîsan di serdegirtina HDP’ê de 23 kes binçav kirin
11:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zanîngeh bîat nakin
11:42 Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt
11:41 Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin
11:18 Li Cûdî û Gabarê operasyon dest pê kirin
11:07 Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin
10:50 'Em Roja Parêzeran bi gefên girtin, êrîş û binçavkirinan pêşwazî dikin’
10:33 Karkerên înşaetê: Ewlehiya me tune ye
10:32 Ozmen: OHAL’ê pîşeya parêzeriyê giran kir
10:06 Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin
10:05 Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin
09:51 Ji ber hişkayî û qutkirina ceryanê 321 hezar û 616 hezar donim bê av man
09:45 50 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:14 Ahmet Ayaz ê 99 salî bi nebatan şîfayê belav dike
09:13 Meh û sal derbas bûn lê tu pêşketin di dosyeya Kirbayir de nîne
09:13 Dozger tişta nebûyî kir: Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin
09:09 Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!
09:08 Krîzê li zêrkeran jî xist!
09:06 Hewesa kur bû çavkaniya debara bav
09:05 Beriya 5’ê Nîsanê û piştî wê Îmralî
09:01 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN
04/04/2018
22:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê