Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin

img
ENQERE – Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, ku di nav heyeta HDP’ê ya dê serdana Kurdistana Federe bike de cih digire, diyar kir ku rojeva sereke ya heyete ew e ku xebatên kongreya netewî ya kurd bilezîne. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî di nav de wê Heyeta HDP’ê serdana Herêma Kurdistana Federe bike û wê serdan 3 rojan dewam bike. Rojeva sereke ya heyete kongreya netewî ya kurd e. Wê di serdanê de ewil li Hewlêrê serdana Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî bê kirin, dû re wê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re û pişt re jî wê bi partiyên siyasî û hikûmetê re hevdîtin bê çêkirin. Piştî Hewlêrê, wê li Silêmaniyeyê bi YNK û Tevgera Goranê re hevdîtin bê çêkirin û piştî hemû hevdîtinan wê heyet di 8’ê Nîsanê de vegere.
 
 Yek ji kesên di nav vê heyet de cih digire jî, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier e. Taşçier destnîşan kir ku ew dixwazin bi vî awayî xebatên ji bo kongreya netewî ya kurd bilezînin. 
 
‘HEWCE YE KU KONGRE DEMILDEST LI HEV KOM BIBE’ 
 
Di sala 2013’an de bi pêşniyariya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ji bo kongreya netewî li Amed, Enqere û Burukselê civîn hatibûn çêkirin û piştî van civînan li Hewlêrê jî civînek çêbibû. Ev civîn di warê lihevkombûna kongreya netewî de gaveke girîng bû. Lê belê piştî civînê bi demeke kurt, DAIŞ derket holê û bi vî awayî kongre bi ser neket. Taşçier, bi lêv kir ku hewce ye ew pêvajoya ku wê demê dest pê kir temam bibe. 
 
‘JI BO BERTERAFKIRINA ÊRÎŞAN DIVÊ KURD BIGIHÊN HEV’ 
 
Taşçier ku di nav xebatên wê demê de jî cih digirt got: “Di civîna 2013’an de fikr û nêrînên her çar perçeyan û dîasporayê hatin wergirtin û nêrîna wan a hevpar bû û hat xwestin ku demildest Kongreya Yekîtiya Netewî kom bibe. Lê belê ji ber geşedanên wê demê û liv û tevgerên hêzên serdest ên li Rojhilata Navîn, ev pêvajo qut kirin. Wisa bawer dikim ku, eger kongreya netewî kom bibûna û bi refleksên hevpar liv û tevgerînek xwe bidana der, wê ne li Kobaniyê û ne jî li Kurdistana Başûr êrîşên DAIŞ’ê pêk nehatanan. Wê geşedanên neyinînî yên der barê referandûmê û Efrînê de rû nedanan. Ji ber vê ye ku fikra hewce ye kongreya netewî kom bibe heye. Ji bo berterafkirina van êrîşan û ji bo di warê pirsgirêka kurd de kurd bibin yek, divê demildest ev kongre kom bibe.” 
 
Taşçier, anî ziman ku divê ev pêvajo temam bibe. Taşçier diyar kir ku herî dawî HDP’ê civîneke bilind çêkiriye û div ê civînê de ev yek careke din hatiye bilêvkirin, lê belê dû re ji ber êrîşên li ser HDP’ê ev pêvajo hinekî dereng bi rê ve çûye. 
 
Taşçier got: “Di sala 2016’an de di bin serokatiya Birêz Selahattin Demîrtaş de me serdaneke bilind kiribû. Di wê serdanê de me gelek hevdîtin çêkirin û di hemûyan de di warê yekîtiya kurd de hêviyeke hevpar xwe dabû der. Ji bo ev hêvî pêk bên, wê demê hemû derdoran daxuyanî dan. Lê belê ji be rêrîşên li ser HDP’ê pêvajo giran meşiya.” 
 
‘WÊ SERDANA YEKÎTIYA NETEWÎ BILEZÎNE’ 
 
Taşçier, bi lêv kir ku wê div ê serdanê de hevdîtinên sala 2016’an bên temamkirin û nemaze jî wê ji bo pêkanîna Kongreya Yekîtiya Netewî diyalogan pêş bixin. Taşçier got: “Di hevdîtinên ku dê bên kirin de, hêviya me ew e ku em mijara yekîtiya netewî bilezînin. Di pêvajoyeke wisa de li Rojhilata Navîn ev yek bivênevê ye. Ji bo hevpariyekê em wisa difikirin ku wê ev civîn bi kêr bên. Hêviya me jî ew e ku demildest pêk bê.” 
 
Taşçier got: “Ji bo li her çar perçeyan destkeftiyên kurdan bên parastin, em xebatên xwe yên ji bo kombûna kongreyê didomînin. Hêvîdar im em ê di demeke kurt de ji cihê mayî dewam bikin.” 
 
MA / Hayri Demir

Sernavên din

07/04/2018
12:14 Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da
11:58 Mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney tê lidarxistin
11:58 Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana mirovan nekin amûrê şantajê
11:57 Temellî: Çawa we aramiyê li Tirkiyeyê nehişt, we aramiyê li Efrînê jî nehişt
11:47 2 kes li Wan û Kopê hatin girtin
11:26 Jin ked û çanda xwe dîtbar dikin
11:24 Berteka li dijî 22 rojnamegeran: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:12 Waniyan ji bo Erdogan got: Yê vîna me nas nake em jî wî nas nakin
10:52 Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin
10:43 Nehiştin zava daweta xwe bibîn e
10:27 Aydogan: Kuştina akademîsyenan encama esasgirtina îxbartiyê ye
10:15 Sûretvanên Başûr: Rêzefilmên tirk boykot bikin
10:08 UNESCO’yê îtirazî projeya Geliyê Dîcleyê kiribû, lê hêj daran dibirin
09:06 Şêniyên Mêrsînê: Bila Mêrsîn jî nebe Fukuşîma û Çernobîl
09:06 Hêj jî madena ku bû sedema mirina 8 karkeran tê xebitandin
09:05 Serokê RSF’a Almanyayê Mihr: Bi tayînkirina qeyûm asta çewisandinên li ser çapemeniya kurd kifş e
09:04 Serokê ATK’ê ji girtiyên kor re got ‘Rapor min eleqedar nakin’
09:04 Abdullatif Şener: Têkiliyên navneteweyî li ser berjewendiyan bi rê ve diçin
09:03 Bi roj karê înşatê, bi şev helbest dinivîsîne
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2018'AN
08:41 Li Çelê 2 leşker mirin
06/04/2018
16:53 'Em li dora Ocalan bibin yek'
16:43 Şandeya Birîtanî li Qamişlo sazî ziyaret kirin
16:37 Xebatkarên çarpxanê yên girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvrî kirin
16:18 2 cerdevanên derketin operasyonê birîndar bûn
16:16 3 zarokên Kobanê bi mayîna TSK'ê jiyana xwe ji dest dan
15:36 Ozmen: Dixwazin Tahîr Elçî bidin ji bîr kirin
15:23 Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:21 Nûçegîhana JINNEWS'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:19 Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
15:18 Rojbûna Ocalan li Êlihê hat pîrozkirin
14:58 Xwediyê imtiyaza Ozgurlukçu Demokrasî û midûrê karê nivîsan girtin
14:50 HDP'ê rewşa girtiya 73 salî birin meclîsê
14:25 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Nikarin ser heqîqetê bigirin
14:17 Pirtûka ‘Hapishanelere Esinti Yollayalim’ nedan rojnamegerê girtî
13:54 Bîlgen: Zanîngeha Osmangazî cewherê OHAL'ê ye
13:47 Hevşaredara Dêrsimê Altun bernedan
13:16 Parêzerên Demîrtaş daxwaza berdanê Demirtaş kirin
12:50 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Em di 28'ê Nîsanê de dakevin qadan
11:51 Malbatan cara 70'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:40 Dozger xwest xwediyê Îmtizayê û midûrê nivîsê yê Ozgurlukçu Demokrasî bê girtin
11:30 'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'
10:56 TGS: Rojnameger dîsa di hedefê de ne û dixwazin nûçeyan tune bikin
09:10 Li Colemêrgê dema komkirina pincarê ye
09:09 Li Wanê qedexe tenê ji bo muxalefetê derbasdar e
09:09 Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demorkasî: Em ê li pey weşangeriya azad bin
09:08 Parêzer Şen: Mesele bi xesandinê safî nabe
09:08 Li Tirkiyeyê girtiya nexweş 7 mehin li benda dixtor e lê...
09:08 Ji sûcê şopa tiliyê beraet kir
09:07 ‘AKP tenê bi alên xwe li Amedê heye’
09:07 Tekiner: Ji bo îktîdar ji dest wan neçe bi ser jinê de diçin
09:06 Alîgirên qeyûm ji ber ‘nelirêtî’ kirine ji peywirê hat girtin
09:06 Ji bo rojnamegerê girtî çîrokê girtiyan nenivîse di bin tecrîdê de ye
09:06 Qeyûm hîbeya 53 milyon Euroyî red kir, şaredarî xist bin 250 milyon TL deyn
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2018'AN
05/04/2018
20:33 Rojnamevan Metîn Alataş hat bibîranîn
16:51 20 kesên xwediyê Çapxaneya Gun jî dinavê de girtin
16:36 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 744'emîn hat redkirin
16:08 Di Nobeta Edaletê de peyama girtiyan: Saltanata zilmê dê bi dawî bibe
15:58 Girtî ceza dinava cezayê de dijîn
15:45 Li Zanîngeha Osmangaziyê êrîşa çekdarî: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Polîsan bi ser Komeleya Kurdan a li Hannoverê de girtin
15:35 8 xebatkarên Çapxaneya Gun hatin girtin
15:03 Polîsan pastefiroş berdan, lê paste bernedan
14:49 Atalan: Çareserî paradîkmaya Ocalan e
14:37 ‘Santrala Nukleer amadekariya şer e, em naxwazin’
14:24 Parêzerên Ocalan cara 744’emîn serlêdan kirin
14:13 Irmak a HDP'î SEGBÎS red kir, danişîna wê hat taloqkirin
13:53 Altinors: Desteserkirina rojnameyê bêhiqûqîya herî mezin e
13:52 Rêxistinên cotkar û zîraetê: Dê cotkariyê ji binî de tesfiye bikin
13:30 Baroya Amedê: Polîtîkayên ewlehiyê nebûn çareserî û dê qet nebe
13:10 Cerdevanekî birayê xwe kuşt
13:05 Dozger bi bayê bezê daxwaza girtinê ji 20 xebatkarê çapxaneyê re xwest
13:02 Doza Efrînê li Rojnameger Ahmet Kanbal vekirin
13:01 Li Girtîgeha Patnosê laçika jinekê ji serê wê kirin
13:01 Demîrtaş ji bo parêzerên girtî peyama piştevaniyê da
12:12 Li Wanê di adarê de 300 HDP’î binçav kirin: Em ê fêrî bêhiqûqiyê nebin
12:06 Ji girtiyan tekmîla telefonê dixwazin
12:05 Polîsan di serdegirtina HDP’ê de 23 kes binçav kirin
11:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zanîngeh bîat nakin
11:42 Înîsiyatifa Hunermendan ya Nû: MezopArt
11:41 Li Amedê kana petrolê ya nû hat dîtin
11:18 Li Cûdî û Gabarê operasyon dest pê kirin
11:07 Pirsgirêka kurd û tecrîda li ser Ocalan dê bê nîqaşkirin
10:50 'Em Roja Parêzeran bi gefên girtin, êrîş û binçavkirinan pêşwazî dikin’
10:33 Karkerên înşaetê: Ewlehiya me tune ye
10:32 Ozmen: OHAL’ê pîşeya parêzeriyê giran kir
10:06 Jinên ku barê koçertiyê li ser milê wan: Mirin jî tê de be em diçin
10:05 Taşçier: Em dixwazin xebatên yekîtiya netewî bilezînin
09:51 Ji ber hişkayî û qutkirina ceryanê 321 hezar û 616 hezar donim bê av man
09:45 50 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:14 Ahmet Ayaz ê 99 salî bi nebatan şîfayê belav dike
09:13 Meh û sal derbas bûn lê tu pêşketin di dosyeya Kirbayir de nîne
09:13 Dozger tişta nebûyî kir: Di 23’yê Îlona 2018’an de hatiye qedexekirin
09:09 Wesayîtên bargiran di ser pira dîrokî re derbas dibin!
09:08 Krîzê li zêrkeran jî xist!
09:06 Hewesa kur bû çavkaniya debara bav
09:05 Beriya 5’ê Nîsanê û piştî wê Îmralî
09:01 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2018'AN
04/04/2018
22:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP’ê ya Avcilarê